Gönderen: enginsincer2003 Tarih: 25.11.2004, 09:35:46 (768 okuma) Yazdir Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
Berî civîna bilind a 17''ê Kanûnê ya Yekîtiya Ewrûpayê, îro civîna dawî ya Yekîtiyê hate lidarxistin. Wezîrê karê derve yê Hollanda Bernard Bot, ku welatê wî serokatiya demê ya Yekîtiya Ewrûpayê dike, ji bo civîna li Laheyê mêvandarî kir. Di civînê de, rewşa dawî ya Tirkiyê-jî hate gotûbêjkirin.
Li ser navê Tirkiyê, heyeteke bi serokatiya wezîrê karê derve yê Tirkiyê Abdullah Gul, beşdarî civînê bû. Piştî civînê nûnerên Yekîtiyê û Tirkiyê, civîneke hevbeş a çapemeniyê lidarxistin.
Wezîrê karê derve yê Hollandayê Bernard Bot, mafê destpêkê yê axaftinê girt û got: ''''Heger di meha Kanûnê de ji bo Tirkiyê tarîxek were destnîşan kirin, divê hevdîtinên li ser endametiyê bêyî dereng bikevin, di nîvê sala 2005an de werin destpêkirin.'''' Bot got, ji bo ku Tirkiyê heta 17''ê Kanûnê hin şertan pêk bîne, lîsteyek dane Tirkiyê û bal kişand ser 6 qanûnên heta niha nehatine derxistin.
Wezîrê karê derve yê Tirk Gul jî îdîa kir, Tirkiyê pîvanên Kopenhagenê bi cih anîne û xwest, hevdîtinên ji bo endamtiya tam ên bi Yekîtiya Ewrûpayê re destpê bikin.
Wed, 24 Nov 2004 |
|
|
|
|