16 Nîsan 2008
Kasým Engin
Her tiþt bi lez û bez diherike. Li derdora me geþedanên awarte hene. Gotin di cî de be, her der dikele.
Li ser vê zîndîbûnê, hatina biharê jî lê zêde dibe. Her der hinek zîndîtir, hinek rengîntir û hinek jî xweþiktir bêhn dide. Hêleke din ve jî gerîla, ew zarokên vî gelî ku zêdetir ji vî gelî re xizmet dikin, ji navbera me koç dikin. Hem jî bêyî ku careke din vegerin. Ez Kûrtay difikirim. Xelîl difikirim. Xemgîn difikirim. Þiyar difikirim. Û
gelek dîtir zarokên vî gelî yên bi nirx difikirim.
Gotinên rêheval Kûrtay, ku berî here Botanê, li ber guhên min i n. Dema ku li hember tabûrek heval axaftina xwe kir, bi gotina; “Dibe ku em bimirin, encax tu kes, lê tu kes nikare serî li me bitewîne” derdiket rêwîtiyeke dirêj.
Herî baþ hevalê Xelîl xwe dianî ziman û wisa jî kir.
“Min dixwest ez li navenda þer bim. Xeyala min ew e ku ez jiyana xwe ya dawî ne li cihekî din li Bakur temam bikim. Li hemberî þerê ku bi awayekî topyekûn li ser ew mirovên xweþik tê ferzkirin ne li kêleka wê, min xwest ku li navenda wê bim. Û ji ber vê min hemû alavên xwe li piþta xwe kiriye û ketime ser riyan. Her çiqas ez tiþtekî nekim jî, li ser vê axê di riya gerîlayan de dê dimeþim…” Belê, di demeke ku li ser gel þerekî tevahî tê ferzkirin, ne li quncik û qeraxa wî, daxwaz li navê de bûyîn!
Hevalê Xemgîn di salên 2000’î de bi çeteya Doxtor Silêman re çûbû YNK’ê û piþtî demekê vegeriyabû refan. Û ev bi salane ye ku li eyaleta Amedê fermandarê herêmê û herî çalak bû. Belê, her çiqas bi çeteyan xapiya û çû jî, lê fena hevalên xwe yên din, dîsa vegeriyabû PKK’ê. Ji ber ku ew PKK û gerîla baþ nasdikirin. Vegotina gerîla, ew vegotine ku li hember tu kesî serînetewandine. Ew di dema ku li cem YNK’ê diman de, baþtirîn fêm kiribûn ku lêgerînên wan ê azadiyê çawa di pergala qirej de têne bênpêkirinê. Û di encamê de ji nû ve berê xwe dabûn çiyayên azadiyê.
Þiyar tê hiþê min, ji Erdîþê bû, çavþîn, porzer bû. Wisa ciwanekî xweþik bû ku, digel ku ew qas li çiyê mabû, tu rojekî dilê hevalek xwe nehiþtiye, beravajî vê dibe ku ji ber li ser destan dihate girtin û bi kedê hatibû strandin, ew biþirînên wî yên ku têrî her kesî dikir, her dem li rûyê wî hilawestîbûn. Dema ku ez van hevalên xwe yên nirxzêrîn difikirim, ew dîmenên li Colemêrg, Wan û Geverê tên ber çavên min. Ew êrîþên hovane ku ji hêla keriyên seyên ku ji hêla dewleta terorîst ve perwerde bûne, li Kamiþlo û li gelek deverên Kurdistanê fena þerîdeke fîlman li ber çavên min dibihûre. Û fena ku ramanên min têne xwendin, ew ciwanên ku dîmenan de tên lêdan, qewîmînan ji min re vedibêjin. Piþtre ew zarokê ku ji hêla sadîst û pîskopat ve di dîmenan de milê wî tê þikestin, nêrînê ew zarokê paqij ê kurd dertê ser ekranê, piþtre em hîn dibin ku bi þêweyê êrîþên îsraîliyan çawa êþ kiþandiye.
Dema hemû kevalê didim ber çav, tenê yek tiþt difikirm; DEMA GERÎLABÛYÎNÊ YE!
Ne ku gotinên helbestvan nayên hiþê min; hem jî bi awayekî gelek bi bandor di binhiþê min de çingînî dike. Helbestvan wisa digot; “Ji neh gerstêrkan a dehemîn, di þerê biratiyê de ya dawîn. Ev dinyayeke wisa ye ku, ne ew deh hewariyên Îsa, ne jî ew çar xelîfeyên Mihemed, tehlîl nekirin, tehlîl nekirin da ku ev tê çi wateyê…”
Di jiyana me de di meyxaneyên bi akvaryûmî de ji çavên þînî zûmritî re stran vegotin nîn e. Me ji zû ve bîbikên ew keçên lingstûnî di quncê pola yê dilê xwe de helandiye. Jiyana me mift bûye, deriyên qedexe þikandin nîn e. Vekirin heye, bi guregur herikandina çeman heye. Û hemû mirovan, bi mirovî jiyandin heye. Di jiyana me de, xwîn, barût, agir û mirin nîn e. Wê nebe jî, yek tiþt heye, ew jî azadî û biratî ye.
Encax ev raz wê li van çiyayan bê zanîn. Yan jî yên ku derketine van çiyayan dizanin. Ku armanca me hemû mirovan, bi mirovanî jiyandin be, wê demê bi lez û bez ciyê derketinê çiya ne. Ciyên ku destên dirêjî gelê bûne bêne þikandin, ev in.
Min di nivîsareke xwe de wiha gotibû; “Hûn dizanin ecêbî li ku ye, dema ku daxwaza çiya bi pêþ diket, ew heqeret û bêmafiyên li gelê me dihatin kirin, em diêþandin, pêkûtiyên li ser derdorên me yên nêzîk dibûn, em diêþandin, wisa ji bona riya rast ên ku dengê xwe derdixistin, neçar diman derên derveyî welat, ev em diêþandin. Ya ku bê gotin avêtina dil û bêdengî, em diêþandin. Ew qada siyaseta kurd a ku perçe perçe bûbû, em diêþandin.”
Bi kurtasî, mirov bixwe ne bixwe be, ev diêþande. Fena ku mirov li hember xwe dirûtî dikir. Ya wê bi rûmetî bûna û ev rewþa ku hundir û derveyî ku ne yek in bihatana qebaskirin, yan jî fena kesayetek nexweþ û bi kompleks te yê her tiþtî bi tirsnakî û dirûtî biavêtina dilê xwe.
Te dî dibêjin ya; demokrasî, rêgeheke felsefe û çalakiya ku li ser jiyanê venêranê zêde dike ye. Vaye ji bona ku em li ser jiyana xwe kontrolê pêk bînin û em bibin bixwe, yek rê heye, ew jî derketina ÇIYA ye. Jixwe riyeke din jî nîn e…
Ku hinek dibêjin, “ez þoreþeke ku tê de reqs nekim dixwazim”, dixwestin bêjin dema em derketin çiya, me þoreþeke ku em li hember tu kesî serî netewînin.
Belê, ciyê hemû ciwanê Kurdistanî bi keç û xortan, ku bi van hest û nakokiyan dijîn, vir e. Yanî ÇIYA ne. Tam jî di wexteke ku di bihareke ku hemû çiyayên Kurdistanê bi þînî ve xemilandiye de, ez dibêjim ji nû ve DEMA GERÎLABÛYÎNÊ ye. |