Digel hemû hiþyarî û bangên, di serî de yên serokatiya me û tevgera azadiyê, ji dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê, bi operasyonan û bi awayekî hovane êrîþbirina ser gelê me bersiv hate dayîn.
Ji hêla serokatî û tevgera azadiyê ve ji bona aþtî û demokrasiyê gavên pêwîst çibin hatin avêtin. Êdî wisa tiþtek bê kirin jî nemaye. Piþtî van pêþketinan HPG ku îcazeta xwe girtiye, ji bona bîranîna þehîdan û li hember daxwazên gelê me ku li qadan “tolhildan” qiriyan, pêvajoyeke nû hate destpêkirin. Ev pêvajoya ku wekî Pêvajoya Misîlemeyê an hinek Pêvajoya Tolhildanê wê bi nav kirin, di operasyona dijmin a li hember çiyayê Cudî de, gerîlayên me bi çalakiyên xwe yên fedayî startê dan vê pêvajoyê. Divê di vê demê de, her kes di hewldana layîqbûna riya þehîdan de be û wê layîq bibe jî. Hema hema li her qada bakurê Kurdistanê þer û pevçûn destpêkirine û di her þerî de þervanên azadiyê bi berxwedaniyên xwe, destanên lehengiyê dikin malên dîrokê. Herî dawîn gulbaharan, kurtayan û adilan bi berxwedaniyên xwe yên bi heybet, milîtanbûna PKK’êbûnê di asta herî jor de raber kirin û ji nifþên bên re mîrateyên mezin hiþtin û beþdarî karwanê þehîdan bûn. Girêdana bîranîna hevalên þehîd, encax em dikarin di asta herî jor de bi pêþ ve birine þer û bi bilinkirina berxwedaniyê bidin.
Gumana me ya ku þer ji çiya xwe berde bajaran û bikeve nava gelan, bi bûyera herî dawîn a Seqeryayê ku ji hêla komek faþîstên ku berê hatine rêxistinkirinê li hember gelê me yê welatparêz pêk hat û însanekî me yî welatparêzek þehîd ket. Ev bûyer wê rê li ber çirûskên þer û pevçûnan veke. Tevgera Azadiya ya Kurd, ji roja ku dest pê têkoþînê kiriye heta roja îroyîn tu carî gelan, bi taybet jî gelê tirk dijmin nedîtiye. Lê ku pêþiya van derdorên faþîst neyê girtin, wê rê li ber dijmahiya gelan vebike. Niha li Amedê an li Þirnexê ciwan rabin, bavên ser þahiyeke tirkan, heman tiþt li Stenbol an li Enqereyê pêk bê, wê encam çi bibe? Wisa dixuye ku, AKP demekê artêþa þandina ser gerîlayan xwest ku di nava vî þerî de îktîdara xwe zexm bike, lê ji ber encamnegirtinê, niha jî hewl dide ku gelan berde hev.
Encama van hemû pêþketinan, êdî þûr ketin kalanên xwe, gotinên dawîn hatine gotin û di nava vê hemû xweþikiya werza biharê de cenga azadiyê destpê kiriye. Ev dîmenên ku çiyayên Kurdistanê jê re ne xerîb in, wê bi zêdetir hestên cuda, moralek û heyecaneke mezin rûpelên nû vebike. Tabî di van rûpelên nû de bajar, gund û bi taybet jî metrepolên Tirkiyê jî heye. Yekîneyên artêþa faþîst ên tirk ku ji zivistanê de operasyon û êrîþên xwe nedane sekinandinê, bi hemû rêbazên kirêt û qirêj, xwe li taht û zinaran xistin û li hember berxwedaniya gerîlayan paþka stûyê dixurînin û dizivirin. Têkçûyîna Zapê têkiliyên qirêj ên Bûyûkanit û Erdogan ser û bin kir û rê li ber guherîna general vekir. Yê tê û yê diçin jî, her yek ji wan dîsa ji telê xwe mezintir gotinan dikin û piþtî ku teqawid dibin jî, car caran fena sîsarkên ser berateyan yek dixuyin geh winda dibin.
Bi taybet hewldanên dijmin ên ku Botanê veguhizên herêmeke tampon, hewldanên xeter in. Vê dixwazin bi alîkariya eþîrên cahþên xwefirotî bikin û planên wan ên ku Botana ku ciyê vejîna tevgera azadiyê ye bi des bixin, wisa dixuye ku wê nesekine. Botan ku ji bona gelê kurd û bi taybet jî ciwanan welatê azad e, di oxira wê de gelek rêhevalên me yen egîd þehîd ketin û di vê oxirê de çi bedel pêwîst bike wê dayîn. Li hember hewldanên dijmin ku dixwaze hemû sehaya Botanê bi tevahî tesfiye bike, divê ciwanên Kurdistanî qefle bi qefle berê xwe bidin welatê azad û vê daxwaza dijmin di qirikê de bihêlin.
Salên 2008-2009 ji bona çareseriyê salên diyarker in. Di van salan de berxwedaniyên ku bêne nîþandan û mezinbûna artêþa gerîla, wê fînala têkoþîna sî salî diyar bike. Ev rastî ji bona dijmin jî wisa ye. Ew jî bi heman çavî li van salan dinêrin. Ji ber vê yekê dijmin bi hemû hêza xwe destpêkê êrîþ dibe ser Botanê. Berxwedaniya Zapê kêm be jî vê di qirika dijmin de hiþt, lê ev têrî nake. Ku em bi dehan bexwedaniyên Zapan li dar bixin, emê nehêlin ku zêdetir xwîna ciwanan birijê û emê bikaribin dijmin bînin ser riya çareseriyê. Divê em jibîr nekin ku, ev gelê ku bi dehan salane êþ dikêþin, yek hêviya wan gerîla û ciwanên ku bibin gerîla ne. Ji bilî vê tu hêviyek jî nîn e.
Aram Masis hpg-online.net |