|
Me duh bi þev careke din daxuyaniya serfermandarê tirk ku qibla xwe þaþ kiriye û yên çapemeniya tirk ku wîlewîla þer dikin temaþe kir. Di rastiyê de ne layîqî temaþekirinê bû jî, lê dîsa me xwe negirt. Ev bi rojan e ku meseleya “sûprîz”ê li ser zimana ye. Bi qasî ku me ji radyoyê guhdar kir, serfermandar û hikûmet xwe bi tiþtek qanî kirine. Ne ku pêþbînî û texmînên me jî çênebûn. Gelek pêþbînî di nav sohbetên me de derbas bûn. Lê ez vê diyar bikim ku , sûprîza duh bi þev a bi meseleya “sûprîz”ê re girêdayî, ji bilî propagandaya þer a ku kufnikî bûye û ji rêzê ye wêdetir ne tiþtek e. Çi bûye, qaþo hevalên me yên rêveber qad guhartine û hewl dane ku sînor derbas bikin!
Di vê navberê de li hember meseleya “sûprîz”ê, ji HPG’ê sûprîzek çêbû. Ku ev nîqaþ dihatin kirin, li hember qereqola Bezelê –amadekarî berê hebûn- ji Oramarê berfirehtir çalakî lidar xistin. Ji çîrokên sûprîz re, bi sûprîzeke rastîn bersiv hate dayîn. Ji ber ku çalakiya Oramarê destpêkê serfermandariya tirk veþartibûn û çalakiyeke ji rêzê nîþandabûn. Çapemeniya HPG’ê çalakiya Oramarê nivî þevê wekî nûçeya flaþ dabû dinyayê û roja din detayên û daxuyanî li ser çalakî û leþkerên dîl hatibû dayîn. Serfermandariya tirk ji bona ku serdegirtina qereqola Bezelê bincil bike û çalakiyek asayî nîþan bide, sûprîzeke derewîn ku heman þevê hatibû lidar xistin di malpera xwe de weþandin. Ya aþkere ev e ku, ku serdegirtina qereqola Bezelê nîn bûya, wê nîvî þevê daxuyanî jî nebûna.
Niha jî em werin cewhera sûprîzê. Qadên Parastina Medya ev bi salane di bin kontrola gerîlayan de yê û herêmeke rizgarkirî hatiye îlankirin. Tu hêz, ev ji bona Emerîka jî derbas dibe, nikare bê destûra me bikeve van qadan. Yanî wisa hêsan nîn e ku bikevin Qadên Parastina Medyayê. Jixwe operasyona li hember Zapê jî ji vê re nimûneye. Encax dikaribûn du rojan li ber xwe bidin û di dawiyê de encax di nava 9 rojan de li pey xwe ji sedî zêdetir kuþtî û termê kobrayek hiþtinê ji Zapê derketin.
Ku rewþ ev e, li qadên mîna Zagros, Zap, Xakûrkê, Xinêrê, Qendîl, Haftanîn, Garê, Metîna û yên din, li her deverê hevalên me yên rêveber hene û ji vê xwezayîtir tiþtek nîn e ku hevalên me qad bi qad bigerin. Nûçeyên ku hevalekî me yê rêveber dema ku di sînor derbas bûye û þer derketiye jî, dereweke erzan û baþ nehatiye plankirin. Ev qadên ku Emerîka û Îsraîl nikaribûne bikevinê, ne pêwîste ku hevalekî me yî rêveber here welatek din. Serfermandar dikaribû hinek baþtir biavêtina. Her hal serfermandarê tirk difikire ku fena wan, avahî, buroyên me hene û em li ser meseyê þer birêvedibin. Em gerîla ne. Her rêveberekî me milîtanê ve tevgerê ye. Li gorî pêwîstiyan wê here qadên ku di bin venêrana me de ne, pêwîst bike civîn bikin, pêwîst bike amadekariya þer bikin û di cî de biþopînin. Nexwe li ser maseyê encama þer birêvebirinê, mîna ku Bûyûkanit li Zapê hezîmet jiyan kir be.
Ka em çi bêjin, sûprîza wan di qirika wan de ma. Di rastiyê de ev sûprîz hebû an tunebû ne diyar e, lê rastiyek heye ku mirov li derewên berê yên serfermandar û çapemeniya tirk binêre, mirov bibe xwedî fikrekê. Wê sûprîza detayên Bezelê zelal bibe. Jixwe hevalên me yê kameravan amade bûn, wê rojev di ser daneyên berçav û dîmenan germtir bibe.
|