Muzîkvanê Rockê Kerem Gerdenzerî: xeyala Amedê pêk hat niha dora Hewlêrê ye
Muzîkjenê rockê Kerem Gerdenzerî ku beþdarî mîhrîcana Amedê bû, da zanîn ku xeyala wî ya Amedê pêk hatiye û niha jî dora çûyîna Hewlêrê ye. Ji bo baþûrê Kurdistanê surprîzeke Kerem Gerdenzerî jî heye.
Muzîkjenê rockê Kerem Gerdenzerî ku beþdarî mîhrîcana Amedê bû û ji bi hezaran kesî re stran got, peyamên girîng dan PNA’yê. Me pirsî Kerem Gerdenzerî bersiv da.
Hûn hinek dikarin destpêka Koma Wetan bikin?
Me Koma Wetan 1973’an de ava kir. Di wê komê de pênc-þeþ heval hebûn. Berpirsyarê Koma Wetan ez bûm. Min jî bas gîtarê lêdixist û stranan digot. Em li bajarên Gurcistanê beþdarî gelek festîvalan, radyo û televîzyonan dibûn. Di televîzyonên sovyetê de jî me stran digotin. Em li bajarê Tîbrîsê bûn. Ez li Tîbrîsê hatim dinê.
Ev meraqa we ya muzîkê ji ku hat?
Em ciwan bûn, xwîna me zêde dikeliya. Min di zaroktiyê de muzîkên ewropî û amerîkî guhdar dikir. Þêwe û awaza muzîkên ku min guhdar dikirin, tesîreke mezin li ser min kir. Jixwe zêdetir min muzîka rockê guhdar dikir. Ez di 11 saliya xwe de çûm dibistana muzîkê û bas gîtar hîn bûm. Min li gîtarê dixist û ez piyano hîn bûm. Min ew dem ji xwe re stran jî çêdikirin. Di cemaetan de min ji hevalan re stran digotin. Piþtre ez fikirîm min got; gelo çima ez bi kurdî muzîk çênekim?
Dema te dest bi Koma Wetan kir û kaset derxist, gelo gotin û muzîk aîdê te bûn?
Melodî û stran min bi xwe çêdikirin. Piþtre em bi hevalên komê re rûdiniþtin û me li ser stranê nîqaþ dikir. Melodî û awazê xwe me diyar dikir. Piþtre ji bo stranê formuleke baþ didît.
Lê min gelek gotinên stranên xwe ji berhemên Ordîxanê Celîl, Ezîzê Îsko û Mikaîlê Reþîd jî girtine. Di dilê min de hebû me plaq derxista. Ew dem kaset tunebûn. Li sovyetê fîrmayeke pir bi nav û deng a plaqê hebû. Navê wê Fîrmaya Melodiyan bû. Hemû dengbêj û stranbêjên bi nav û deng ên sovyetê di Þîrketa Melodiyan de plaqên xwe derdixistin. Dilê me jî hebû ku em plaqa xwe ji wê þîrketê derbixin. Taybetiyeke vê þîrketê hebû; ji her kesî re plaq çênedikir. Desteya wan a hilbijêr hebû, wan muzîk û stranan guhdar dikir û biryara derxistin an jî nederxistina plaqê didan. Ger Komîsyona Muzîkê ya Gurcistanê biecibanda, îcar behrem ji Komîsyona Muzîkê ya Moskovayê re bi rê dikir. Ger wan jî biecibanda ew dem plaq derdiket. A me hate ecibandin û me di sala 1990’î de çêkir.
Bawerim we heqê telîfa plaqê ji bo malbatên qurbaniyên Helepçeyê þandibû…
Wan birek pere da me. Ew dem komkujiya Helepçeyê di rojevê de bû. Di televîzyonê de nîþan didan. Cesed, term, hejarî, êþ û elema Helepçeyê dilê me diperpitand. Em gelek diêþiyan. Ji ber vê yekê dema þîrketê heqê telîfê (pereyê behremê) da me, me got em pere naxwazin. Me got pereyên ku hûn didin me, ji malbatên qurbaniyên Helepçeyê re biþînin. Wan jî ev daxwaza me qebûl kir û vî pereyî þandin Helepçeyê. Li ser plaqê jî nivîsandin ku Koma Wetan pereyê vê plaqê ji qurbaniyên Helepçeyê re þandiye. Ji ber ku yekemîn koma rockê ya kurdî Koma Wetan bû, li ser plaqê behsa vê yekê jî kiribûn. Di muzîka kurdî de weke nûjeneyê hatibû binavkirin û behsa vê nûjeniya me dikirin. Lê mixabin dema ku di sala 1991-92’an de rejîma sovyetê hilweþiya, Koma Wetan jî belav bû. Min jin û zarokên xwe birin Moskowê û ez li wir bi cih bûm. Hêj jî malbata me li wir e.
Dema ku we muzîka rock çêkir, ew dem dengbêjî zêdetir li pêþ bû. Bi taybetî jî li sovyetê wisa bû. Çima ne dengbêjî çima muzîka rockê?
Li ba me gelek dengbêj hebûn. Lê me muzîkên gurcikî, ingilizî û rûsî guhdar dikir. Li welatên ewropî û amerîkî rock populer bû. Ciwanan ji vê muzîkê pir hez dikir. Erê derdora me zêdetir dengbêj bûn lê ciwanan muzîka rockê guhdar dikir. Mirov zêdetir kîjan muzîkê guhdar bike, ew muzîk li ser mirov tesîr dike û mirov piþtî demekê wê muzîkê çêdike.
Di giyana muzîka rockê de protest heye. Weke raperînê tê binavkirin. Di navbera ciwaniya te û ciwanên kurdên din ên Gurcistanê de ew dem çi cudahî hebû?
Gelek kes vê pirsê ji min dikin. Rojekê di bernameya Barzan a di Roj TV’yê de, wî jî heman pirs ji min kir. Got; ciwanên ku li muzîka te guhdar dikin dibêjin qey porê te heta nava piþta te dirêj e, tu guhar dixî guhên xwe û cil û bergên cuda lixwe dikî. Lê em li te dinêrin ku lixwekirina te pir sade ye. Min jî got dema ez ciwan bûm wisa bûm, lê niha por tuneye ku ez porê xwe dirêj bikim û guhar bixim guhên xwe. Ez êdî kal bûme. Ger porê min hebûya min ê wisa kiriba. Lê giyana rockê bi min re heye û wê tim hebe…
We heta niha 3 kaset derxistine ne wisa?
Di sala 1992’an de li Moskowê êdî ez bi tenê xebitîm. Min ew dem CD çêkir. Mîr Muzîkê di sala 1998’an de CD’ya min weþand. Piþtre Mîr Muzîkê kaseteke din jî derxist. Navê yekî Azadî û navê yekî jî Hawar bû. Min CD’yek jî di þîrketa Fransayê de derxist. Lê ev CD ‘Stranên Bijarte’ bûn. Di gelek marketên muzîkê yên Fransayê de têne belavkirin.
Em hinek behsa Amedê bikin. We Amed çawa dît?
Ez li Amedê gelek geriyam. Ev der gelek xweþ e. Ji her derê bêhn û tama dîrokê dibare. Min ji Amedê pir hez kir. Beþdarbûna mîhrîcaneke wiha ji bom in rûmet e. Ya rast hatina min a Amedê ji bo min xewn û xeyalek bû. Hatina li vir ji bo min hesreteke mezin bû. Lê ez gihiþtim miradê xwe, xeyala min bi cih hat. Niha Amed pêk hat îcar dora Hewlêrê ye. Çûyîna Hewlêrê jî ji bo min xewnek e.
Niha di turîkê we de projeyeke çawa heye? Hinekê em behsa amadekariyên we yên pêþerojê bikin…
Niha amadekariya albûmeke nû dikim. Min dil heye vê albûmê li baþûrê Kurdistanê çap bikim. Min li ser nemir Mele Mustafa Barzanî jî stranek amade kiriye. Min xwest bi vê stranê fedekarî, bedel û têkoþîna ku Barzaniyê nemir daye bi riya muzîkê bi bîra hemû kesî bixim. Di vê albûmê de li ser evînê û pîrozkirinê jî gelek stran hene.
Hûn dikarin çarikek ji vê stranê bibêjin?
Niha hemû nayê hiþê min lê ez hin gotinên wê dikarim bibêjim. Navê wê Nemir Barzanî ye.
Bavê me kurdayî nemir Barzanî / Te jiyana xwe daye ji bo azadî / Te þer dikir pêþiya dujmin mîna þêran / Tu ji me re bûyî guman pêþmergeyê kurdan / Menzelê te ji me re bûye ziyaret
Hatina ser ji Milet re hesret / Navê te nayê jibîrkirinê nemir Barzanî…
Çavkanî: PNA |