G ulnaz Karataþ (Bêrîtan) Bi eslê xwe ji Dêrsimê bû, lê di sala 1971’î de li Çewlikê hate dinê û li wir mezin bû. Di sala 1989`an de li zanîngeha Stenbolê fakulteya Zanistî û Bazirganî beþa îngilizî dest bi xwendinê kiribû. Di newroza heman salê de fêr bibû ku ew jî keçeke kurd e. Di tevahiya jiyana xwe de miroveke serkeftî bû. Di jiyanê de çalak û bêhempa bû. Ji biçûkatiya xwe heta ku beþdarî nav refên PKK’ê bibe jî ew wisa berdewam dike. Di sala 1990’î de bi destgirtiyê xwe re beþdarî refên gerîla bibû û di cotmeha sala 1992’yan de jî beþdarî þerê Baþûr bû.
Bû sembola jina azad Bêrîtan di sala 1992’ê de wek fermandara taximê derbasî Þemzînanê bû. Pir bi heyecan bû û yekem car li vir birîndar bû. Birîn li rûyê wê bibû. Bi vê birîna xwe ya biçûk pir serbilind bû. Ji lew re bi serberzî nîþanê hevalên derdora xwe dida û ji wan re wiha gotibû; binêrin ez çawa xweþik û bedew bûme. Bêrîtan tevî ku birîndar bû jî, guh neda kesî û bi israr tevli þerê Baþûr ê di 24’ê cotmeha sala 1992’yan bû. Þer bi dijwarî dewam dikir. Ew û hevalên xwe ketibûn çembereke þer û ev çember her ku diçû tengtir dibû. Bêrîtanê wê fîþekên xwe yên dawî ji bo xilaskirina hevalên xwe bi kar bianiya. Diviya her tiþt hêjayî gerîlatiyê bûya. Dema fîþekên wê qediyan bersiva wê ya ji bo bangawaziya teslîmbûnê jî cuda bû. Bêrîtanê di 25’ê cotmeha sala 1992’yan de xwe ji tat û zinarên bilind ên Lolanê avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî û di xeta Rêber Apo de bû sembola jina azad. Li dijî hemû xirabiyan, qetlîam û zora li ser Dêrsim û hemû Kurdistanê, nimûneyeke îsyanê bû.
Keseke bi îdia bû Çalakiya Bêrîtanê ne tenê bi aliyê þer, xeta berxwedaniyê di têkoþîna me de felsefeya jiyanê û rêgeza wê ye. Çalakiya Bêrîtanê, îdia, bawerî, sekinandina wê ya jiyanê û biryara wê ya azadiyê destnîþan dike. Bi taybetî jî xeta Bêrîtanê peywîra fermandariya jinê ya ku divê di jiyanê de pê ve rabe, bi rengekî aþkera bilêv dike. Bêrîtan di fermandariya jin û zilam de nêzîkatiyên þaþ ên ku heye li dijî wan heta dawî têkoþîn daye. Di xeta parastina rewa de biryardarî û hêza jinê ya cewherî ye. QENDÎL
Ew teslîm nebû
Ev helwest û çalakiya Bêrîtanê tesîreke mezin him li ser gelê kurd him jî li ser hêzên kevneperest kir. Serokê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Bêrîtan wekî mînak nîþan da û got: “Ev Jeanne d’Arc a me ye.” Ocalan, bi bîr xist ku di sala 1992’yan de PDK, YNK û Tirkiyeyê bi hev re li hemberî hêzên PKK’ê li herêma Kurdistana Federal operasyonek li dar xistine. Ocalan, got ku Gulnaz Karataþ a (Bêrîtan) a ji bo bi saxî nekeve destê hêzên YNK’ê xwe ji zinarê avêtibû û wiha got: “Þehîdek me bînim bîra we. Þehîd Bêrîtan. YNK’yî li kêleka zinarekî Bêrîtanê dorpêç dikin. Dora wê digirin. Jê re dibêjin ‘teslîm bibe’, lê dema dibêjin, bi niyeta ‘em ê te teslîmî Tirkiyeyê bikin’ nabêjin, jê re dibêjin ‘were, em bira ne, em ê li te îþkence nekin, were, tenê di nav me de bimîne’. Lê Bêrîtan dizane ku ev ne rast e. Bêrîtan azadiya xwe dixwaze û vê bangewaziyê bi rûmeta xwe naxe. Û xwe ji zinaran de davêje xwarê. Bêrîtan, xwedî azadiya bêdawî û xeta Serokatiyê bû. Tiþtê ku ji bo min girîng e, þerê xeta Bêrîtan e. Ez nikarim bibim leþkerê tu kesî. Têkoþîna min, têkoþîna azadiyê ye.”
Fîlmê Bêrîtan
Derhêner, rojnameger, kameraman û gerîla Halîl Uysal di nav sînemaya kurdan de xwedî cihekî girîng bû û li cîhanê hindik mînak hene ku gerîla fîlmekî wiha serketî bikiþîne. Uysal bi navê ‘Bêrîtan’ fîlmeke metrajdirêj kiþand. Sala 2004’an senaryo hat nivîsandin, di sala 2005’an de dest bi kiþandina fîlmê hate kirin û fîlm di 2006’an de hat nîþandan. Di fîlmê de jiyana gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataþ (Bêrîtan) cih girtibû. Fîlm di nava raya giþtî de dengekî bilind veda û hate ecibandin. Halîl Uysal ji bo xeyal û jiyana gerîla vebêje kete ser rê û li pey xeyalên xwe tevli refên þehîdan bû.
|