Yên ku 27’ê Mijdara 1978’an de ji dayik bûn niha li çiyayên Kurdistanê gerîla ne. Di 30’emîn salvegera damezirandina PKK’ê de gerîlayên çiyayê Kurdistanê dibêjin ku ew ê têkoþîna xwe bidomînin. PKK’ya ku di salên 1970’an de li hemberî polîtîkayên tunekirina kurdan wekî têkoþîna azadiyê derket holê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêl bi pêl mezin bû. Yên ku wê rojê ji dayik bûn niha li serê çiyayên Kurdistanê wekî gerîla þer dikin. Yên ku wê rojê ji dayik bûne û niha gerîla ne hestên xwe vegotin…
Bû destpêka dîrokeke nû Gerîlayê bi navê Aram ku ev 12 sal in li çiyayên Kurdistanê gerîla ye dibêje ku bi damezirandina PKK’ê re li Kurdistnê dîrokeke hemdem dest pê kir. Aram xwe pir bextewar hîs dike ku roja di damezirandina PKK’ê de ji dayik bûye. Aram got ku Tirkiye û hêzên îmhaker dixwazin kurdan tune bikin. Lê PKK rê nade daxwazên van hêzan. Aram wiha axivî: “PKK beriya 30 salan di rewþa ku hebûna kurdan dihat nîqaþkirin de dest bi têkoþînê kiriye. Bi têkoþîna ku ji 35 salan zêdetir e didome kurdan jî di nava malbata mirovahiyê de cihekî bi rûmet girtiye. Lê dewletên ku li ser îmhakirina kurdan hatine avakirin vê yekê hê jî qebûl nakin û dixwazin kurdan bêdeng bikin û serê wan bitewînin. Lê kurd êdî ne kurdên berê ne. Xwedî serokatiyeke hemdem, tevgereke siyasî û civakî û hêzeke rewa ya ku wan di her rewþê de biparêzin in. Ev yek dihêle ku yên ku hesabên xwe li ser dijminatiya kurdan dikin careke din bifikirin. Gerîla û çiya hêz û baweriyê dide mirovan.”
Piþtî komployê berê xwe dan çiyan Þahîn Amed ê ku ev 15 sal in li çiyayên Kurdistanê ye jî dibêje ku di nava 30 salan de gelê kurd di warê siyasî, îdeolojîk, rêxistinî û leþkerî de ji her demê bi hêztir e. Hêviyên wan dê di çarçoveya projeya serokatiya wan de pêþ bikeve. Hamza Gabar jî dibêje ku piþtî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî hate dîlgirtin tevlibûna gerîla pir zêde bû. Gabar hestên xwe wiha anî ziman: “Ez li metropolên tirkan dixebîtim. Tiþtên ku îro li kurdan dikin beriya 10 salan jî dihat kirin. Ji ber þîdet û pêkutiyan ez jî di meha mijdarê de tevli refên gerîla bûm. Bi saya destkeftiyên PKK’ê kurdan pêþerojeke azad qezenc kir. Divê hemû kurd vê yekê bibînin û wisa xwedî li pêþeroja xwe derkevin.”
Jina kurd bû xwedî nasname Gerîlaya bi navê Aryen Guneþ jî ev 8 sal in li çiyayê Kurdistanê ye. Ew jî dema 2’yemîn kongreya PKK’ê de ji dayik bûye. Aryen Guneþ jî dibêje ku PKK wekî ku gelê kurd kiriye xwedî nasname jina kurd jî kiriye xwedî nasname û rûmetekê. Ji ber ku îro tevgera jinan ku di pêþengiya PKK’ê de hatiye asta ku ji tevgera jinan a cîhanê re jî pêþengiyê bike. Guneþê jî hestên xwe wiha anîn ziman: “Li Kurdistanê jinan rewþa koletiyê bi têkoþîna PKK’ê re derbas kir û îro dikarin ji civakê re pêþengiyê bikin. Beriya PKK’ê hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Kurdistanê navê jinan jî tunebû. PKK’ê ji damezirandina xwe û vir de di warê siyasî û îdeolojîk de hêzeke mezin da jinan. Îro tevgera jinan bûye tevgereke hemdem û li cîhanê dikare hemû nirxên jinan biparêze. Ev yek bi saya ked û têkoþîna Serokatiyê ya 30 salan derketiye holê. Divê nifþên nû vê yekê baþ bibînin û li gorî vê yekê biryara xwe ya tevlibûnê bidin. Nirxên ku di nava 30 salan de hatine bidestxistin qasî gelê me ji bo tevgera jinan jî dîrokeke bi rûmet e û em bi vê yekê serbilind in.”
Divê hesabên xwe baþ bikin Gerîlayê bi navê Çekdar Amed jî hestên xwe bi vî rengî anîn ziman: “Ciwanên kurd di nava 30 salan de ji bo daxwazên xwe yên azadiyê kom bi kom têne serê çiyan. Min dixwend. Lê pêþerojeke nediyar li benda me bû. Her roj me bi çavên xwe zilm û zora dewleta tirk didît. Bi pêkanînên faþîst û nijadperest diçûn ser gelê kurd. Em dibûn þahidên van pêkanînan. Li hemberî van pêkanînan wekî min ciwanên kurd dibêjin êdî bes e û berê xwe didin çiyan. Beriya 30 salan jî dewleta tirk digot em ê wan tune bikin niha jî heman tiþtî dibêjin. Tu hêz êdî nikarin ji gelê kurd gavên paþ bidin avêtin. Mirov nikare hatina ciwanên kurd ji bilî vê yekê þîrove bike. Divê her kes li gorî vê yekê hesabên xwe bikin. Em ji her demê bêtir bi biryar in. Daxwaza Hakî û Kemalan dê di têkoþîna me de mezin bibe.” |