KCK: Li dijî êrîþan yekitî pêwîst e
Gönderen: Ciyaye_aRaRaT Tarih: 06.02.2010, 21:43:12 (237 okuma)   YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)

Cîgirên Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Bozan Tekîn destnîþan kirin ku hikûmeta AKP’ê bi armanca tunekirina siyaseta kurd tevdigere û ji ber hindê jî saleke dijwar li pêþ heye. Her wiha hate daxuyandin ku ji bo pûçkirina êrîþan divê kurd di nava xwe de yekitiyê ava bikin



Nîhat KAYA - Rojhat LASER – QENDÎL/ANF

Cîgirên Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik û Bozan Tekîn, nêrînên xwe bi ANF’ê re parve kirin û bi zimanekî hevbeþ destnîþan kirin ku Tirkiye dixwaze îsal encamê bistîne û dê hewl bide ku kurdên li derî PKK’ê nêzîkî xwe bike û bixe xizmeta dewletê.
Cîgirê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku eger desthilatdariya AKP’ê, PKK’ê tesfiye neke dê têk biçe û got: “Ji bo ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin, pêwîst e AKP ji Kurdistanê bê tunekirin. AKP, di tafsiyekirina Tevgera Kurd de israr dike. Lewre îsal dê saleke zor be.”

‘AKP WINDA DIKE’
Bayik da zanîn ku AKP, propagandayeke mezin pêk anî ku ew ê îsal pirsgirêka kurd çareser bikin, sala 2009’an jî bi vê propagandayê qedand û got: “Wekî sala 2009’an dê îsal jî zext û zor û dijwariya siyasî, psikolojîk û fîzîkî bidome. Her çiqas hêviyên ku derxistin pêþ tev têk çûbin jî, bi riya çapemeniyê propagandaya xwe didomînin. Lê di encama anketan de derkete holê ku 6 puan winda kirine.”
Bayik got ku, desthilatdariya AKP’ê, kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin jî girtin û qedexe kirin û got: “Bi hezaran pêþengên siyasî girtin, siyaseta lîncê kire rojevê û kujerên kontra parastin. Yanî rewþa salên 90’î kire pratîkê. Lewra em vê salê bi tehloke bi nav dikin. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê di kiryarên faþîzane de bi sirar e. Rewþa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya girtîgehê giran kir, zext û zora li ser zêde kir. Bi hewldan û tevgera dîplomatîk Tevgera Kurd terorîze kir û bi armanca krîmînalîzekirinê, derfetên dewletê tev seferber kirin. DTP jî girt.”

‘LÎNCÊ PRATÎZE DIKIN’
Bayik got ku, li hemberî siyaseta kurd hewldanên lîncê hatin pratîzekirin û wiha dewam kir: “Tikriye ber bi kaosekê ve diçe. Vê jî gelek derdor dilsotî kirin. Rewþenbîr, çepgir, lîberal û hinek kesên di nava AKP’ê de jî kirin nava tirsê. Wezîrê Karên Hundir Beþîr Atalay jî aþkera got ku ew ê îsal ‘terorê’ bi dawî bînin. Ev jî dide xuyakirin ku îsal dê ji salên derbasbûyî cudatir be. Ev cudatî jî tê wateya dijwarbûnê.”

‘EM Ê BERSIVÊ BIDIN’
Her wiha Cîgirê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bozan Tekîn jî, destnîþan kir ku gerîla û gel jî dê li dijî hemû cure operasyonên hêzên dewleta Tirkiyeyê têkoþînê bi dijwarî bidomîne û got: “Sala 2010’an dê dijwar derbas bibe. Bêguman mafê me jî dê hebe ku hêzên me li dijî êrîþan çalakiyan li dar bixin. Heya ku operasyonên Artêþa Tirk û konseptên jiholêrakirin û tunekirinê hebin, dê gerila jî, gelê me jî parastina xwe û parastina nirx û pîroziyên xwe bike.”

‘GEL NAYÊ XAPANDIN’
Bozan Tekîn destnîþan kir ku, daxwazeke sereke ya ji bo çareseriyê; ewlekariya mafên gelê kurd û kêmaran e û got: “Di destpêka sala 2010’an de guhertina Makeqanûnê hate axaftin. Lê derkete holê ku ev gotin, ji bo hilbijartinan e. Dixwazin ku gelê kurd û civakê bikin nava hêviyan û dengan bistînin. Lê gelê kurd êdî bi dek û dolabên wan hesiyaye û nayê xapandin.”

KONFERANSA NETEWEYÎ
Tekîn, giringî û pêdiviya Konferansa Neteweyî anî ziman û got: “Pêwîst e Konferansa Neteweyî ku enî û hêzên kurd tev tê de cih bigirin, rojekê berî rojekê bê lidarxistin. Ji ber ku dijmin dixwaze siyasetên birakujiyê bixe rojevê. Ji bo ku planên dijminê dagirker bên xerakirin pêwîst e kurd jî gavên hevbeþ biavêjin. Her kesî ji rojên derbasbûyî ders girtiye.”

HELWESTA BARZANÎ
Bozan Tekîn wiha dewam kir: Hêzên baþûrê Kurdistanê jî, ne yên berê ne. Gelek tecrûbeyên wan jî çêbûne. Em bawer dikin ku tu hêzên kurd êdî xizmeta dijmin nakin. Gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li navçeya Selahedîn kir û got, ‘me þerên hundirîn bi zêdeyî kirin, dema þerê hundirîn bi dawî hatiye’ sedema dilxweþiyê ye û em jî van gotinan parve dikin.”
Bozan Tekîn herî dawî got ku, li dijî siyasetên komkujî, tafsiyekirin û tunekirinê, dê têkoþîn û berxwedana gelê kurd bi pêþ bikeve û got: “Ev têkoþîn dikare di rewþa pêkhatina întîfadayê de be. Tevgera me û gelê me li hemberî lîncên ku li Edirne û Manîsayê pêk hatin bêdeng namîne.”

YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)


En çok okunan haberler
· Elazýð depreminde ölü sayýsý 57’e yükseldi (Video Ilk Göruntuler)
· HPG saflarýna 35 yeni savaþçý katýldý
· Türkiye talep etti Belçika uyguladý
· Kartal ve Aydar hakim karþýsýna çýktý
· 42 aydýndan Roj Tv'ye destek açýklamasý
· Fransa'da gözaltýna alýnanlarýn sayýsý 4'e yükseldi
· KNK: Yeni bir konsept uygulamaya konuldu
· CDK Kürtleri eyleme çaðýrdý
· Kürt öðrenciler okuldan zorla uzaklaþtýrýldý
· Kýþanak: Erdoðan kadýnlarýn arasýna girmesin

KCK
· KCK: Cinsler arasý çeliþki çözülecek
· Karayýlan: Açýkça savaþý dayatýyorlar
· KCK'den Kürtlere eylem çaðrýsý
· Karayýlan: Sürece seyirci kalmayýz, çözümü dayatacaðýz
· KCK: Fransa ve Ýtalya savaþ yanlýlarýna mesaj veriyor
· Karayýlan: Irak seçimlerinde tarafsýzýz
· Avesta: Kadýn birliðini saðlamak 100. yýla cevaptýr
· Duran Kalkan: Dengeler deðiþiyor
· Karayýlan’dan Gülen cemaatine çaðrý
· Karayýlan: Oyun oynanmamalý!

© Rojaciwan.com