Di 1’emîn Komcivîna Baweriyên li Mezopotamyayê ku KCD mazûvaniya wê dike di nav de nûnerên saziyên elewî, misilman, suryanî, êzidî, ermenî, xrîstiyan jî heyî dest pê kir. Di civînê de hate destnîþankirin ku ev civîn ji bo hevfêmkirinê gelekî girîng e
Komîsyona Baweriyan a di bin banê KCD’ê de hate sazikirin, 1’emîn Komcivîna Baweriyan a Mezopotamya li dar xist. Komcivînê, bi beþdariya nûnerên elewî, êzidî, suryanî, ermenî, sunî, xrîstiyanan, akademîsyen, ronakbîr, nivîskar û nûnerên saziyên sivîl dest pê kir. Komcivîna baweriyan dê îro jî dom bike. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), 1’emîn Komcivîna Baweriyên li Malên Edoba ya Merdînê da destpêkirin. Di komcivîna ku dê du rojan bidome de navên beþdaran wiha ne: Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaþ, Parlamenterê BDP’ê yê Dêrsimê Þerafettîn Halîs, Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û endamên MYK’ê, Hevseroka KCD’ê Yuksel Genç, ji Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê Seydî Firat, ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Omer Guneþ, Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, ÎHD, KADÎP, EMARJÎ, Komeleya Mehelmî, li ser navê rêxistinên elewiyan AKD Haci Bektaþ, Weqfa Çanda Anatolyayê ya, Pîr Sultan, ABF, Hubyar, nûnerên rêxistinên elewiyan Kazim Genç û Kemal Bulbul, neviyê Þêx Saîd, Þêx Seydullah Denîz, yextiyarên elewî, ji aliyên ola sunî Nubîhar, Zehra, Med Zehra, Mizgîn-Der, MAZLUMDER, DÎVES, Þarkiyat-Der, Koma Aþtiya Dîcle-Firat, Dîay-Der, alimên sunî yên oldar Þêx Seyrî, Þeyh Þafî, Þeyh Celal, Celal Yogler, Kerem Soylu, Yusuf Hoca. Li ser navên rêxistinên êzidiyan ên Þengal û Laleþê, Feleknas Uca, Mîr Tahsîn, Bro Gormez. Li ser navê baweriya xrîstiyanan Dêra Protestan, Dêra Suryanî, Dêra Ermeniyan, Patrîka Fener Rum, Yusuf Sag, Deyrul Zaferan, Deyrul Umur, Fîlozof Îskender, Rojnameya Agos, nivîskar- akademîsyen Niyazî Oktem, Faîk Bulut, Kadrî Yildirim, Ubeydullah Hoca, Reþît Irgat, Fadil Bedîrhanoglu, Þerefhan Cîzîrî, Yakup Gabrîel, Kezban Hatemî, Nacî Kutlay, Ayhan Bîlgen, Ahmet Înan, Altan Tan, Dervîþ Keskîn, Prof. Dr. Bîlal Sambur, Kemal Bulbul, Hamza Aksut, Erdogan Aydin, Akîf Hoca, Muhammed Nur Denek, Reþît Irgat û Ewroa u Hayat Nasturî.” Hate zanîn ku nûnerên êzidiyan ku dê ji Laleþê bên, ji ber pirsgirêka pasaportê dê sibê beþdar bibin.
‘PEVÇÛNAN NAXWAZIN’ Ji bangvanên Komcivîna baweriyan Nurettîn Sonmez ku axaftina vekirinê kir, bal kiþand ser beþdariya komcivînê û ji ber beþdariya beþdaran spasiyên xwe kir. Sonmez, pêvçûnên heyî û rewþa þerê heyî ya li cîhanê bi bîr xist û da zanîn ku tenê di sala 2009’an de trilyonek, 800 mîlyar dolar ji bo çekan hatiye veqetandin û balkiþand ser ku bi van pereyan mirov tên kuþtin. Sonmez, destnîþan kir ku di bihara 2010’an de xaka Mezopotamyayê dîsa dê bibe dika gelekî pevçûn û êþan û destnîþan kir ku þer naxwazin. Sumez, anî ziman ku tevahî xwediyên baweriyan dixwazin li cem hev bijîn û wiha got: “Endamên baweriyên elewî, êzidî, suryanî, ermenî, sunî, xirîstiyananan di dîrokê de timî rastî pêkutî û êrîþên desthilatdar û serdestan hatine. Ev civîn ji bo hevfamkirinê gelek girîng e.” Piþtî axaftina vekirinê, mijara, “Baweriyên li Mezopotamya û Anatolyayê dijîn, paþeroja çandên wan û bandora wan a li ser roja me ya îroyîn” dest pê kir. Li ser vê mijarê ku Sekreterê Giþtî yê Navenda Çanada Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul moderoteriya wê kir, Nivîskar Nacî Kutlay û Nivîskar Hamza Aksuk teblîxên xwe pêþkêþkirin.”
Baydemîr: Ermeniyan bi xwe re aþtî û bereket jî bir
Hevseroka KCD’ê Yuksel Genç di 1’emîn Komcivîna Bawermendên Mezopotamyayê de axivî û diyar kir ku pevçûnên di civakê de pêk hatî sedama wan ya herî girîng cudahiya oldariyan niþan dane. Þaredarê Bajarê Mezîn ê Amedê Osman Baydemîr jî, ji hemû kesên nasnameyên nijadê yên ser vê erdniyarê jiyane lêborîn xwest û anî ziman ku ermenên hatine koçberkirin bi xwe re aþtî û bereket jî biriye. Hevseroka KCD’ê Yuksel Genç di Komcivîna Bawermendên Mezopotamyayê ya li Malên Edobayê ya Mêrdînê didome de di beþa “Bandora îro ya ol û çandên li Mezopotamyayê û Anadoluyê jiyane” de axivî û bal kiþan ser girîngiya diyaloga di navbera olan. Genç, destniþan kir ku hewceye ku êdî ol û çand gefên li hemberî hev neyên dîtin. Genç, bi lêv kir ku çareseriya hemû pirsgirêkan bi riya diyaloyê pêk tê û wiha got: “Ev yek cevhera ol, aþtî, yekîtî, heskirin û ronahiyê ye. Divê hemû ol û çand bi rengê xwe, xwe bidin jiyandin. Em bawer dikin ku hemû ol di nava yekîtiyê de biser kevin. Divê cuhî xirîstiyanan, xýristiyan muslumanan, musluman jî êdîzîyan biparêzin û hev pêþ bixin. Genç, bi lêv kir ku Hevserokê wan Hatîp Dîcle, li ber di girtîgehê deye beþdarî komcivînê nebûye û da zanîn ku Dîcle, derbarê komcivînê de peyamek þandiye.
BINGEHA PÊKVEJIYANÊ Metropolîta Mêrdîn û Amedê Salîba Ozmen, bi lêv kir ku B.Z. meþgalên suryaniyan ku ji bo xirîstiyaniyê hatin qebûlkirin û her dem li ser bawerî û çandê zedê bûne û got ku divê cûdahiya dêrê û mizgeftê bêdîtin. Ozmen, li herêmê suryanî, erep, kurd, çerkez û bi gelên din re dijîn. Ozmen, anî ziman ku heta cîhan hebe dê þer jî hebin, a girîng ew e ji þerê li herêmê hatine jiyîn ders bên derxistin û wiha dom kir: “Em di dema piranî, pir zimanî dene. Ji bo çand li cem hev bijîn çi ji destên me bên em dê bikin.” BEREKET BI XWE BIRIN Þaredarê Bajarê Mezin ê Amadê Osman Baydemîr jî diyar kir ku hatina cem hev ya li Mêrdînê gelek girîng û bi wate ye û wiha got: “Niqaþên Qudûs ji Mêrdîn bandor girtiye an Mêrdîn ji Qudûsê bandor girtiye li aliyekî, ger ku îro em hemû çand û ol li vir gihiþtibin hev wê demê Mêrdîn bandor li Qudûsê kiriye. Divê em hemû dewlemendiyên xwe qebûl bikin. Ev peyvira dewletê ya bingehîn e. Divê lihemberî her kesî nêzîkatiyek wekhev bê nîþandan. Divê di navbera olan de jî edaletek hebe. Divê ji bo jiyandina olên cuda em bêtir dereng nemînin. Gelek mirov neçar man ji vê axê koçber bibin. Îro li Amedê hêjmara ermeniyan ji sedî 1 e. Di demê berê de ji sedî 40 bûn. Her koçberiyek windahiyek e. Ji yên koçber dikin bêtir yên li þûna wara dimînin winda dikin. Ermeniyan winda nekir. Me winda kir, ermeniyan hemû dewlemendiyên xwe bi xwere birin. Divê em bi pêþerojê xwe re bên rûqalî hev. MÊRDÎN- DÎHA |