Gönderen: Ciyaye_aRaRaT Tarih: 07.02.2010, 13:31:52 (272 okuma) Yazdir Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
AMED (DÎHA) - Weşanxaneya Lîsê di çarçoveya "Tevlîkirina li kurdî ya 100 berhemên giranbuha" 13 klasîkên cîhanê bi kurdî çap kir. Xebatkarê Weşanxaneyê, Wergêr û Nivîskar Lal Laleş, diyar kir ku dê wergerandina klasîkên cîhanê ya kurdî dê bidome. Laleş, anî ziman ku ew dixwazin bi vê projeyê kurd bi zimanê xwe klasîkên cîhanê bixwînin.
Weşana Lîs, bi piştgiriya Balyozxaneya Stenbolê ya Swêdê di çarçoveya; "Qezenckirina 100 berhemên mezin ji bo zimanê kurdî" 13 berhemên klasîkên cîhanê bi kurdî çap kirin. Xebatkarê Weşanê Nivîskar Lal Laleş, diyar kir ku wan 13 berhem werger kirine û niha 14 berhemên nivîskarên wekî John Wolfgang von Goethe, George Orwell, Oscar Wilde, Vedat Turkalî, William Shakespeare û hwd. werger dikin. Laleş, da zanîn ku ew dixwazin êdî kurd bi zimanê xwe berhemên cîhanê bixwînin.
Laleş, ani ziman ku ew weşangeriya kurdî têr û bes nabînin û dixwazin ku weşana kurdî zêdetir pêş bixin. Laleş, anî ziman ku ew bi armanca vê tengasî û pirsgireka weşana kurdî ji holê rakin dest bi xebateke bi vî rengî kirine û wiha got: "Em dixwazin wêjeya kurdî ya nûjen biafirînin. Divê êdî nivîskar û rewşenbirên kurd dîsa dest bi nivîsan bikin û berhemên xwe yên ku berê weşandibin nû bikin. Ji bo kesek karibe beşdarî qada wêjeya nûjen bibe divê bi wêjeya cîhanê re bikeve nava têkilî û nasînekê. Me bi piştgiriya Balyozxaneya Swêdê ya Stenbolê û Weqfa Kamerê, çîrokên jinan ên bi 'Rêza Mohrên Mor" yên Leyla Erbil, Oya Baydar, Muge Îplîkçî û Jaklîn Çelîk wergerî kurdî kirin." Laleş, anî ziman ev yek ji bo rê li pêşiya nivîskarên jin ên kurd veke, girîng e.
Di çarçoveya projeyê de pirtûkên wergerî kurdî bûne wiha ne: "Pirtûka Yaşar Kaya 'Tîtirwask' (Yağmurcuk Kuşu), a William Shakespeare a 'Xewna Şeveke Havînê', a William Faulkner 'Li Ber Sikratê', a J. M. Coetzee 'Hetîketî' (Disgrace), a John Steinbeck 'Mişk û Mirov', a Hasan Alî Toptaş 'Yên Bêsî', a Ernest Hewingway 'Kurteçîrokên Bijartî', a Sherwood Anderson 'Kurteçîrokên Bijartî' (The Selected Stories), a O. Henry 'Kurteçîrokên Bijartî' (The Selected Stories), a Charles Lamb 'Awirên Ulyssee' (Ulyssee's Gaze), a Alan Paton 'Bigirî' û ya Welatê Delal, Oscar Wilde 'Mîrzayê Bextewar û Çîrvanokên Dîn' û ya Heinrich Boll'ün 'Şerefa Winda Bûyî ya Katherine Blumê'" |
|
|
|
|