Abdullah Öcalan: Pêþniyara ji bo Ocalan formula 'Suu Kyi'
Gönderen: Ciyaye_aRaRaT Tarih: 08.02.2010, 15:55:22 (295 okuma)   YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
dybaungsansuukyi.jpgAMED (DÎHA) - Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknas Uca, diyar kir ku Deklerasyona Aþtî û Çareseriyê ya KCK'ê þanseke mezin e û ji bo xala di deklerasyonê ya têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî, mînaka parêzvana demokrastiyê Pêþenga Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî ya Myanmar Aung Ssan Suu Kyi, pêþniyar kir.

Parlamenteray berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknas Ûca, Deklerasyona Aþtî û Çareseriyê ya KCK'ê nirxand û destnîþan kir ku tevgera kurd ji bo çareseriyê gaveke mezin avêtiye û wiha got: "Lê ev xal ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên qebûlkirin. Dewletê bi êrîþên mezin ên li ser siyasetmedar, þaredar û zarokan bersiv da pêngava çareseriyê. Li Tirkiyeyê, siyasetmedar, þaredar û bi hezaran zarok girtî ne, partî hêj tên girtin. Ev jî asta demokrastiya Tirkiyeyê nîþan dide. Kurd bi salan e van 4 xalên deklerasyonê pêþniyar dikin, lê Tirkiye van xalan qebûl nake."

Pêþniyara 'Suu Kyi'

Feleknas Uca, bal kiþand ser xala deklerasyonê ya der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: " Pêþenga Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî ya Myanmar Aung Ssan Suu Kyi jî di girtîgeha malê de ma. Bi salan e jî wiha ye. Wî xelata Sakharov wergirt. Ev modelek e. Ewropayê jî piþtgirî daye vê yekê. Nûnerên Ewropayê pê re hevdîtin çêkirin. Çareseriyeke wekî Mandela ji bo Ocalan dibe. Mirov dikare vê yekê ji Ewropayê bixwaze. Ev yek pêkan e."

'Ger ku Tirkiye bersiva 4 xalên çareseriyê nede çareserî dijwar e'

Uca, bal kiþand ser wextê dayina deklarasoyona KCK'ê û daxuyand ku KCK'ê di dema pêvçûnên gelek gîrîng li Tirkiyeyê tên jiyandin û Konferansa Kurd ya li Ewropayê tê kirin de hate dayîn. Uca wiha got: "Kesên dixwazin li Tirkiyeyê demokratsiyek pêþbêxin, ancax bi têkoþîna gelê kurd re vê yekê bikin. Bêyî kurdan çareserî ne pêkan e. Ancax bi partiyên kurdan ên siyasî, siyasetmedarên kurd, rewþenbîr û nivîskarên kurd re çareserî çêbîbe. Gîrtîna partiyên siyasî, girtîna siyasetmedarên kurd, kuþtina sivîlan û domandina operasyonên siyasî û leþkerî dê zirarekî mezin bide Tirkiyeyê. Ev yek pêþketina Tirkiyeyê asteng dike. Tirkiye an dê bersiva 4 xalên KCK'ê bide an jî çareserî ne pêkan e. Divê daxwazên deklerasyonê bên qebûl kirin û pêkanîn."

Aung San Suu Kyi kiye?

Aung San Suu Kyii, wekî siyasetmedarek û aktivîsteke aþtîxwaz ya li hemberî darbeya leþkerî ya Myanmarê sekînî tê nasîn. Kyî, di sala 24'ê îlona 1988'an de partiya National League for Democracy avakir û yekemîn bo Sekreterê giþtî yê NLD'ê. Kyî, li hemberî þîdetê, vîna sivîl û siyaseta sivîl diparast. Di heman demê de Suu Kyî dayîka xwe winda kir û di merasima cenaze de diyar kir ku heya dawiya emrê xwe dê ji bo azadbûna welatê xwe têbikoþe. Piþt re di her derê welat geriya û axivî. NLD'ê di bin siya çekan de amadekariyên hilbijartinê kirin û civîn pêk anîn. Di wê demê Suu Kyî bi biryarekî bêhuquqî rastî cezayê hepsa malê hat. Suu Kyî ji bo ku xwendekarên di mal wê de hatine girtin bên berdan an jî wê jî birgin dest bi greva biçîbûnê kir. Piþtî hikumetê daxuyand ku dê xwendar bên berdan greva birçîbûnê bi dawî bû. NLD'ê di bin hemû zext û zordariyan de di sal 1990'ê de di hilbijartênê de sedan 82 deng girtin û serkefitin. Hikumta leþkerî encama hilbijartênê qebul nekir. Piþtî vê dîrokê cihanê çavê xwe li vê jin zivirand.

Bi Leyla Zana layîqî xelata Sakharovê hate dîtin

Kada Suu Kyi, di sal 1990'ê de rastî xelata Mafên Mirovan a Rafto, di sala 1991'ê de jî ratî Xelata Aþtiyê ya Nobel hate dîtin. Suu Kyi, hêj li Burmayê anî jî bi navê nû Myanmarê di girtîgehê daye. Suu Kyî ji bo mafên xwe yên siyasî hêj têkoþîna xwe didomîne. Suu kyî di daxuyaniya xwe ya dawî de anî ziman ku "Aþti, edalet û pêþveçûn perçeyên hev in." Suu Kyî di sala 1991'an de Xelata Aþtiyê ya Nobel'ê girtîbû û di sala 1990'ê dê de jî Xelata Parlementera DEP'ê Leyla Zanê jî girtî Sakharov gîrt. Suu Kyi, pereyê wekî Xelatê Aþtiyê ya Noel'ê gîrtî ji Saziyên tendûrîstiyê yên li Burma belavkir.
YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)


En çok okunan haberler
· Elazýð depreminde ölü sayýsý 57’e yükseldi (Video Ilk Göruntuler)
· HPG saflarýna 35 yeni savaþçý katýldý
· Türkiye talep etti Belçika uyguladý
· Kartal ve Aydar hakim karþýsýna çýktý
· 42 aydýndan Roj Tv'ye destek açýklamasý
· Fransa'da gözaltýna alýnanlarýn sayýsý 4'e yükseldi
· KNK: Yeni bir konsept uygulamaya konuldu
· CDK Kürtleri eyleme çaðýrdý
· Kürt öðrenciler okuldan zorla uzaklaþtýrýldý
· Kýþanak: Erdoðan kadýnlarýn arasýna girmesin

Abdullah Öcalan
· Avukatlar Öcalan’la görüþmeye Cuma günü gidecek
· Öcalan: AKP çözüm önünde en büyük engeldir
· Öcalan'ýn avukatlarý Ýmralý Adasý'na hareket etti
· Öcalan: Balyoz operasyonunun arkasýnda ABD var
· Öcalan: Dýþarýda olsaydým radikal demokratlarla parti kurardým
· Öcalan: Çatýþmalý bir sürecin olmamasý için çabalýyoruz
· Öcalan'ýn avukatlarý Ýmralý'ya hareket etti
· Öcalan: Roma sürecimde bir Gladio birimi rol aldý
· Öcalan: Komplo boþa çýkarýlmýþtýr
· Öcalan’ýn avukatlarý Ýmralý’ya hareket etti

© Rojaciwan.com