Kürdistan: Li zanîngehên Seleheddîn qedexeya kurdî
Gönderen: Ciyaye_aRaRaT Tarih: 08.02.2010, 16:01:38 (347 okuma)   YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
080210kuhwrogrencilerku.jpgHEWLÊR (DÎHA) - Li Zanîngeha Seleheddin a Herêma Fedaral a Kurdîstanê nivîsandina kurdî ya latînê tê qedexekirin. Xwendekarên ji Qampa Penaberan a Maxmurê û hinek xwendekarên ku Tirkiyeyê ji ber ku di azmûnê de bersiva pirsan bi nivîsa kurdî ya latînî dane ji aliyê mamoste ve sifir girtine. Xwendevanên Qampa Penaber a Mexmurê ku bi ji ber zilm û zordariya Dewletê koçber bûn, niha jî rastî zordariya Herêma Fedaral a Kurdistanê tên.

Li Zanîngeha Seleheddin a Herêma Federal a Kurdistan, bi sedema xwendekaran di azmûnê de bi kurdiya latînî nivîsandin di asmûnê de sifir stendin. Nêzî 300 xwendevan yên Mexmûrê û 150 xwendevan ku ji Tirkiyeyê hatîn li Zanîngeha Seleheddîn dixwinin bi heman pirsgirêkê re ru bi rû dimînîn. Xwendekaran helwesta mamosteyan şermezarkirin û xwestin dawî li vê pêkanînê bê. Ji xwendekaran Abit Kar, bertek nişani ve yekê da û wiha got: "Ev helwest tenê li hemberî zimanê kurdî tenê heye. Li ji bo zimanên din yên wekî, Ingilîzî, Erebî û Farisî tu kijan nivîsê binivîsî tên qebul kirin. Lê dema ku nivîsa kurdî em bi latînî dinivîsin tê qedexe kirin û azmûnê de sifirê didin me." Kar, anî ziman ku sedema vê yekê panaberi ye û wiha domand: "Sedema vê yekê yekemîn penabertiya. Em ji ber zilm û zordariya dewleta tirk koçberî vir bûn. Niha em li Zanîngeha Seleheddin a Kurdistana Herêma Federal dixwînin. Ne li Tirkiyeyê ne jî li vir nahêlin em bi zimanê xwe biaxivin û bi nivîsin. Em nêzî 300 xwendakarên ji Maxmurê tên û 150 xwendera jî yên Başûrê Kurdistanê li vîr dixwînin." Xwendekara bi navê Zozan Benek ya ji Qampa Penabar a Maxmurê, nerazîbûna xwe nîşanî vê yekê da û wiha got: "Me 12 salan bi zimanê kurdî latînî xwendîye. Cara yekeme mamosta sifir didin me. Lê belê hertim ji mere digotin hûn bi zimanê kurdi latînî binivisin em dê sifir bidin, em nabêjin hemû mamosta wisa dikin. Lê belê cara yekem e ku ji ber me bi zimanê latînî pirsên xwe bersivdana sifir (0) dane me."

'Dibêjin Kurdistana azad, lê belê em nikarin bi kurdî binivîsîn'

Leyla Tarhan jî yek ji wan xwendevanan ku sifir standiye. Tarhan jî ev helwesta li dijî zimanê kurdî şermezar kîr û wiha got: Jî vê derê re dîbêjîn Kurdistana Azad, lê mixabin em nikarin li Kurdistana Azad bi zimanê Kurdî binivîsin. Xwendevanê binavê Şîyar Kara jî li sinifa 3 emin ê beşê Ragihandin dixwine, Kara, diyar kir ku ev helwest wan dide fikirandin û wiha got: "Ev nêzîkatiya ku em lêrast hatin, me gelekî dide fikirandin. Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin." Xwendevan bi boneya nerazîban xwe ya li heberî vê yekê bînin ziman dê serî lî Serokatîya Beşê Edebyatê bidin
YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)


En çok okunan haberler
· Elazığ depreminde ölü sayısı 57’e yükseldi (Video Ilk Göruntuler)
· HPG saflarına 35 yeni savaşçı katıldı
· Türkiye talep etti Belçika uyguladı
· Kartal ve Aydar hakim karşısına çıktı
· 42 aydından Roj Tv'ye destek açıklaması
· Fransa'da gözaltına alınanların sayısı 4'e yükseldi
· KNK: Yeni bir konsept uygulamaya konuldu
· CDK Kürtleri eyleme çağırdı
· Kürt öğrenciler okuldan zorla uzaklaştırıldı
· Kışanak: Erdoğan kadınların arasına girmesin

Kürdistan
· 'Sanal saldırı' iddiasıyla 23 kişi gözaltına alındı
· Baydemir'e 1500 lira para cezası
· Kürt öğrenciler okuldan zorla uzaklaştırıldı
· Elazığ depreminde ölü sayısı 57’e yükseldi (Video Ilk Göruntuler)
· Hewler’de fırtına öncesi sessizlik
· Yüksekova’da kepenk kapatma eylemi
· Güney Kürdistan’da halk sandık başında
· Federe Kürdistan seçimlerinde hile endişesi
· Yüksekova'daki olaylarda bir kişi kurşunla yaralandı
· Hakkari'de Roj Tv protestosu sonrası olaylar çıktı

© Rojaciwan.com