Kürdistan: Þahidên bûyerê: Komkujiya Qamiþloyê 'Helepçeya duyemîn e' !
Gönderen: Ciyaye_aRaRaT Tarih: 11.03.2010, 15:28:49 (2172 okuma)   YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
QAMIÞLO (DÎHA) - Di ser bûyera li Bajarê Qamiþloyê ya di 12'ê Adara 2004'an de pêk hat û di encamê de 30 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî hatin girtin re, 6 sal derbas bûn. Þahidên bûyerê gotin ku di bin bûyerê de provokasyonên mezin û planên mezin ên li dijî kurdan hebûn. Lê dewleta Sûriyeyê hê jî zextên li dijî kurdan didomîne. Li Qamiþloyê di maçeke futbolê de bûyerek derket û ev bûyer vegeriya þerê kurd û ereban. Ji ber ev bûyer, di dîroka têkiliyên kurd û Sûriyeyê de cara yekem bû, ji ber vê yekê jî gelek hatibû nîqaþkirin. Di ser bûyerê re 6 sal derbas bûn lê piþtperdeya bûyeran hê jî bi temamî nehatiye zelalkirin. Dîsa zext û zordariyên li dijî kurdan bi heman awayî didomin. Ev jî nîþan dide ku kurd bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Ev bûyer wekî 'Komkujiya Qamiþloyê' di dîrokê de cih girt. Li piþtperdeya bûyeran de gelek pêkanînên tevlîhev hebûn. Di 11'ê adara 2004'an de roja înê, di nav tîma futbolê ya kurd a bi navê Cîhad û tîma ereban a bi navê Fîtûve dê lîstikek bilîstana. Ew roj bi sedan kurd ji bajarên wekî Dêrik, Tirbaspî, Serêkanî û Amûdê hatbûn stadyûmê. Li Sûriyeyê roja înê betlaneya fermî heye û ji ber vê jî gelek kes çûbûn lîstîka futbolê. Lê hat hînbûn ku beriya lîstîka futbolê, 5 gogbazên tîma kurd bi guman jiyana xwe ji dest dane. Kurdan jî vê bûyerê wekî 'lîstikeke ji bo tîma kurd bi ser nekeve hatiye lîstin' dinirxand. Li ser kurdan geriyan, nijadperestên ereb bi çekan ketin qadê Kurdên ku dihatin stadê, rastî lêgerîna kîte bi kîte ya polîsên Sûriyeyê dihatin. Hemû kêr û tiþtên bi wî rengî ji wan hatin standin. Heta radoyoyên wan jî ji wan hatin berhevkirin. Lê erebên ji bajarê Derzorê dihatin, bi hemû kêr, kevir û çekên xwe diketin hundir. Kurdan jî li dijî vê cudaxwaziya polîsan nerazîbûn nîþan da. Slogana provokatîf: Em dê Helepçeya duyemîn bi we bidin jiyîn! Gelek erebên ku ji bajarên der û dorê hatin bajarê kurdan Qamiþloyê, diruþmeyên balkêþ berz dikirin. Hin ji van sloganên ev bûn; "Bijî Sedam", "Bila bimirin pêþengên kurd" û "Dê Helepçeya duyemîn bê serê we". Ereb bi vê yekê jî têr nebûn û posterê Seddam vekirin. Ji ber van sloganan, beriya lîstikê di nav ciwanan de hin nîqaþ derketin. Lê dema lîstîka futbolê dest pê kir, ereban êrîþên fizîkî birin ser kurdan. Di serî de polîs di nav kurd û ereban de sekinîbûn. Lê dema êrîþên ereban dest pê kirin, polîs ji nav wan derketin. Li ser vê yekê jî ereb bi kevir, kêr û çekan êrîþê kurdan kirin. Polîs derî girtin Di dema êrîþa ereban de polîsan tu mudaxale nekirin û nehiþtin kes derkeve derve. Dema êrîþ zêdetir bûn, hin kesan xwest derkevin derve. Lê polîsan hemû deriyên stadê girtin û nehiþtin tu kes derkeve derve. Hin kurdên ku di lîstîka futbolê de di nav ereban de bûn wiha gotin: "Ereb di nav xwe de diaxivin. Digotin 'Hûn heta dikarin kurdan bikujin. Di dadgehê de em dê bêjin di dema lîstîka futbolê de þer derket. Dê dadgeh ceza nade me'. Di wê demê de radyoyekê di weþana xwe de got ku li qada lîstikê þer derketiye û 3 zarokan jiyana xwe ji dest daye. Radyoyê bang li malbatan kir ku bila biçin li zarokên xwe xwedî derkevin. Li ser vê yekê jî bi sedan kurd ber bi stadê ve çûn û li ber derî civiyan. Kurdên hatin ber stadê dîtin ku derî girtî ne. Li ser vê yekê jî hemû derî þikandin û kurd derxistin derve. Mudaxaleya leþkeran Piþt re leþkerên ku li nêzî qada lîstikê hatibûn bicihkirin, bi armanca 'mudaxaleyê þer bikin' hatin ber stadê. Gelek leþkerên ku di nav wan de parlamenter û fermandarê herêmê jî hebû, bi ser kurdan de gule barandin. Di bûyerê de, cara yekemîn kurdê bi navê Ehmet Xelîl Muhammed ê ku di sala 1980'yan li Qamiþloyê ji dayîk bûbû, jiyana xwe ji dest da. Li gorî þahidên bûyerê, Xelîl Muhammed hewl dida ku zarok û birîndaran ji stadê derbixin derve û li ser vê yekê jî leþkeran ew kuþtin. Kurdên ku li ser banga radyoyê hatin ber stadê, xwestin ku aqûbeta windayên xwe hîn bibin. Dîsa di bûyerê de nehate zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane kî ne. Balkêþ e, ew 3 zarokên ku radyoyê wan wekî kuþtî nîþan da, li holê tune bûn. Ango ewqas zarokên kuþtî nehatin dîtin. Di saetên êvarê de hate hînbûn ku di encama gulebarankirinê de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne. Yên ku birîndar bûn û mirin jî dîsa kurd bûn. Bi tabûrên mezin ereb parastin û ew ji qadê derxistin. Kurd jî bi kuþtiyên xwe rû bi rû hatin hiþtin. Serhildana 12'ê Adarê Roja 12'ê Adarê, ev bûyer di hemû çapemeniya ereban de wekî þereke ji rêzê hate binavkirin. Jixwe qet behsa kuþtiyan jî nehate kirin. Di 12'ê Adarê de gelek kes hem li bakur û hem jî li baþûrê Qamiþloyê civiyan. Girseyê ji du aliyan kuþtiyên xwe girtin û ber bi navenda bajar ve meþiya. Kurdan bi armanca ku vê êrîþê þermezar bikin dest bi meþê kirin û al û poster girtin destên xwe û meþiyan. Ev serhildan bi însiyatîfa gel pêk hat û hemû rêxistinên kurdan jî di serhildanê de civiyan. 8 kesên di êrîþê de hatin qetilkirin, wekî þehîdên Kurdistanê hatin îlankirin. Kurdan þehîdên xwe bi alên kesk, sor û zer pêçan û ew ber bi goristanê ve birin. Girse, ji bakur û baþûrê bajar ketin navenda bajar. Lê hêj ne gihîþtibûn hev, rastî êrîþa leþkeran hatin. Gelek tabûrên taybet, panzêr û bombeyên gazê ji bajarên din hatibûn û ji bo êrîþkirina kurdan hatin bikaranîn. Leþkeran bi panzêran jî avê diavêt ser girseyê. Lê girse belav nebû, bi israr li þehidên xwe xwedî derket. Piþtre li wê jî leþkeran gule barandin ser kurdan. Li wir jî gelek kes birîndarbûn û mirin. Hê jî nayê zanîn ku di dema êrîþê de çend kes hatin birîndarkirin û kuþtin. Dîsa kurdan xwestin ku birîndarên xwe bibin nexweþxaneyê. Lê leþkeran destûr neda wan. Hin kesan xwe gihand nexweþxaneyê. Lê rayedaran ji wan re gotin ku li nexweþxaneyê 'cih tune ye' û ew negirtin nexweþxaneyê. Li ser vê yekê jî xizmên wan serî li dezgehên mafên mirovan dan. Dîsa nayê zanîn ku ji wan birîndaran çend kesan jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer li gel Taxa ermeniyan pêk hat. Di vê bûyerê de, ermeniyan kurd girtin mala xwe û rê li ber komkujiyeke mezintir girtin. Çapemenî hate astengkirin Heta saet 14.00'an, kurdan paþ de gav neavêtin û bi sloganên "Þehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" miriyên xwe defin kirin. Li her derê bajar kurd hatin birîndarkirin lê tu nexweþxaneyê ew qebûl nekirin. Li ser vê yekê jî, bijîþkên kurd bi derfetên xwe yên biçûk birîndaran derman kirin. Gelek ajokarên ku xwestin birîndaran bibin nexweþxaneyê jî ji aliyê leþkeran ve hatin girtin. Gelek sazî û dezgehên mafên mirovan xwestin ku rewþa birîndaran hîn bibin. Lê kamerayên wan hatin þikandin, dîmen û wêneyên wan hatin desteserkirin. Ji bo bûyer ji aliyê cîhanê ve neyê zanîn jî hemû çapemenî hat astengkirin. Dîsa hemû dîmen û wêneyên wan jî hatin desteserkirin. Pêla girtinan Pevçûnan heta saetên êvarê dewam kir û piþtre jî cenaze hatin definkirin. Ciwanên kurd serî hildan û hemû saziyên dewletê ji bo xwe kirin hedef. Di heman rojê de, polîsan bi ser gelek malan de girtin û girtinan dest pê kir. Þahidên bûyerê gotin ku hin saziyên dewletê ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine hilweþandin û þewitandin. Li ser vê yekê jî dewlet, ji bo êrîþî kurdan bike ev yek kir hincet. Gelek kes ji ber zirara dane saziyên dewletê, hatin girtin. Bûyer li bajarên kurdan belav bûn Piþtî serhilana Qamiþloyê li gelek bajarên ku kurd û ereb bi hev re dijîn, gotinên wekî 'dê kurd êrîþê ereban bikin' hatin belavkirin. Kurdan êrîþ pêk neanîn lê dîsa jî ereb di bin bandora van propagandayê de man û ji bajarên lê kurd hene koç kirin. Li bajarên din ên wekî Amûdê, Serêkanî, Tirbaspî, Dêrik û Dirbesiyê jî kurd 13'ê adarê rabûn ser piyan. Li Dêrik û Amûdê jî þer derketin. Gelek kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Serhildana 12'ê Adarê de dest pê kir, 19 rojan dom kir. Serhildan, ji Qamiþloyê heta Efrînê belav bû. Dikanên kurdan hatin talankirin Li gelek bajaran dikanên kurdan hatin talankirin, li dijî malên wan êrîþ pêk hatin. Roja 15'ê adarê, komeke ku ji 1000 nijadperestên ereb pêk tê, bi ser malên kurdan de gule barandin û hin malan jî þewitandin. Di dema êrîþan de, Nûrî Mehmûd Paþa yê 46 salî ku mêvanê pismamê xwe bû, xwest ku xwe û malbata xwe biparêze. Lê ew jî ji aliyê êrîþkaran ve hat birîndarkirin. Lê dîsa jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Wî dibin nexweþxaneyê. Lê êrîþkar bi ser nexweþxaneyê de jî digirin û wî li nexþwexaneyê gulebaran dikin. Polîsan êrîþkar negirtin bin çavan. Li Hasekî û Qamiþloyê gelek dikanên kurdan hatin talankirin. Girtîgeh û kuþtin Leþkeran gelek kurdan di girtîgehê de kom kirin û xwestin ku wan bi îþkenceyê teslîm bigirin. Gelek kes jî di encama îþkenceyê de hatin kuþtin lê nasname û aqûbeta wan nayê zanîn. Hin kesên ku bûne þahidên bûyerê, anîn ziman ku kesên li girtîgehan hatin kuþtin, ji yên li kuçeyan hatine kuþtin zêdetir in. Yek ji vana jî jina bi navê Nazliyê Keçel a li Dêrikê dijî ye. Nazliyê Keçel, bi hinceta serhildana 12'ê Adarê tê girtin û di encama îþkenceyên mezin de jiyana xwe ji dest dide. Ciheke din ê ku êrîþên li dijî kurdan zêdetir dibin jî Artêþa Sûriyeyê ye. Piþtî bûyeran gelek kurdên li leþkeriyê ne, bi hinceta 'ew jî dê serî hildin' ji artêþê hatin avêtin û gelek ji wan jî hatin kuþtin. Ji bo kesên hatin kuþtin jî yan gotin 'xwe kuþtiye', yan jî gotin 'di dema þer de jiyana xwe ji dest daye.' Lê di laþê gelek leþkeran de, þûnên îþkenceyê hatin dîtin. Dayîka kurd bi kurê re hate kuþtin Gelek kurd, di 16'ê Adarê de bi armanca komkujiya Helepçeyê þermezar bikin, li Bajarê Halepê li ser cadeyê civiyan. Ji bo kesên hatine qetilkirin, rêz girtin. Di vê êrîþê de jî, dayîkekê û kurê xwe bi awayekî trajîk hatin kuþtin. Di êrîþê de, pêþiyê Arî Fewzî yê 15 salî bi guleya li serî wî ket jiyana xwe ji dest da û piþtre jî dayîka wî Ferîde Ehmet da 41 salî, bi guleya li dilê wê ket jiyana xwe ji dest da. Gelek kesên ku tevlî rêzgirtinê bûn jî hatin girtin. Dîsa xwendekarên ku Komkujiya Helepçeyê þermezar kirin jî hatin girtin. Dîsa li gelek bajarên wekî Þam, Lazke û Himisê xwedenkarên kurd bi heman sedemê ji zanîngehan hatin avêtin. 'Serhildan bi giyana neteweyî pêk hat' Bûyerên ku di 11'ê adarê de dest pê kirin û heta 21'ê adarê dom kirin, ji bin kontrola dewleta Sûriyeyê derketin li çapemeniya cîhanê hatin vegotin. Li ser vê jî rejîma Sûriyeyê, li gorî xwe hin tedbîr girtin û xwest ku berxwedana kurdan biþkêne. Ferzende Qamiþlo yê ku bûye þahidê bûyeran wiha got: "Di paþerojê de jî dewleta Sûriyeyê gelek êrîþên bi vî rengî pêk anî lê bûyer veþartin. Lê di vê komkujiyê de bi ser neket. Serhildan li hemû bajarên kurdan belav bûn. Hemû kurd bûn yek û ev jî bû sedema têkçûna polîtîkayên dewletê. Serhildan, bi slogana 'Qamiþlo Helepçe ye' pêk hatin. Dîsa ev serhildan bi giyana neteweyî pêk hat."
YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)


En çok okunan haberler
· Öcalan tecridi anlatýyor
· Mehmet Metiner'in sitesi hacklendi
· Kürdistan'da güldüren duvar yazýlarý
· Apocu Gençlik Amed ve Batman'da vurdu
· Apocu Gençlik:Yaktýðýmýz her araç daðlardaki karlarý eritiyor
· Apocu Gençlik Batman'da sivil polis aracýna eylem düzenledi 4 polis yaralandý
· PKK: Hiç bir Kürt genci kendini yakmamalý
· 'Kominler'in 'Öcalan'a özgürlük' yürüþüþü sürüyor
· Demirtaþ : her kýþýn bir baharý var
· Ýran: Türkiye Suriye'ye karþý Katar'dan milyar dolarlarca para aldý

Kürdistan
· Zap'a hava saldýrýsý
· Korucubaþý Atak: Konuþursam yer yerinden oynar
· ‘PKK'nin katýlmadýðý bir konferans, ulusal olmaz’
· Kürtçe ‘dost’ bile yasak!
· Washington Post: ‘Ýsrail Ýran’ý baharda vuracak’
· Diyarbakýr'da öðretmen cinneti, 4 ölü
· Özerklik Þartý'ndaki çekincilerin kaldýrýlmasý için 18 bin imza
· Gever Kültür’e ‘faili meçhul’ saldýrý!
· Cizre'de onbinler Öcalan'a özgürlük diye haykýrýyor
· AKP Van'daki rezilliðinin faturasýný il ve ilçe yönetimlerine kesti

© Rojaciwan.com