Kürdistan: Kujerê Kopê Tûran Bîlen serbest hate berdan
Gönderen: BahoZagros Tarih: 29.07.2010, 14:27:53 (1994 okuma)   YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)

 Bersucên doza Kopê Turan Bîlen û Metîn Bîlenê yên di 15 kanûna 2009'an de dema çalakiya şeremazarkirina girtina DTP'ê de gule barandibûn ser girseyê û 2 kes kuştibûn û 8 kes jî birîndar kiribûn sersert hatin berdan.

Li Navçeya Kopê ya Mûşê di 15 kanûna 2009'an de biboneya şeremazarkirina girtina DTP'ê çalakiyek hatibû lidarxistin û kesên bi navê Turan Bîlen û Metîn Bîlen gule barandibûn ser girseyê. Di encama gulebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 8 kes jî birîndar bûbûn. 3'emîn danişîna doza Kopê ku bi hinceta ewlehiyê biribûn Samsunê û ji wir birin Enqereyê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Di danişînê de li gel bersûcan Tûran Bîlen û Metîn bîlen, parlenterên BDP'ê Nurî Yaman, BDP Hamît Geylanî, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mûşê Nimet Sezgîn, rêveberên BDP'ê yên Kopê û Şaredarê Kopê Zîya Akkaya û malbata kuştî Necmî Oral amade bûn.

Di danişinê de piştî rapora kesê zana ya der barê şahidê nepen de hate xwendin, Parêzerê Mexdûr Kadîr Karaçelîk, mafê parastinê girt û diyar kir ku rapor ji serî heta binî şaş hatiye amadekirin. Karaçelîk, destnîşan kir ku delîl tên veşartin û bi vî rengî kujer tên parastin.

'Piştî Turan Bîlen mirov kuştin bûyeran dest pê kir'

Parêzerê Mexdûran Abdul Bakî Çelebî, jî diyar kir ku girtekên der barê şahidên nepen de skandala hiqûqê ye û li dervê fermiyetê pêk hatiye. Çelebî bal kişand ser rapora qeydê telefonê ya Turk-Telekomê û wiha got: "Dema mirov li hevdîtnên raporê dinere kuştina Necmî Oral di saet 11.20'an de derbas dibe. Lê li gorî raporên telekomê jî kujer Turan Bîlen saet di 11.30'an de li Midûriyeta Polîsan digere."

'Ger biryara taliyê derkeve dê esnafên Dortyolê jî parastina rewa bikin'
Parêzer Çelebî destnîşan kir ku ger kujer serbest bên berdan dê pirsgirêk mezintir bibin û wiha dom kir: "Ger îro li vir biryara taliyeyê derkeve dê sibê esnafên Dortyolê jî parastina rewa bikin û komkujiyê bikin. Wê demê dê rewş xerabtir bibe."

Serokê Dadgehê xwe ji parêzer hêrs kir

Piştî parêzerên sucdaran parastin kir û daxwaza taliyeya bersûcan xwest, heyeta dadgehê bêyî li daxwazên parêzerên mexdûran guhdar bike, bi boneya biryarê bide navber da danişîne. Li ser vê yekê niqaş derket. Piştî parêzerên mexdûran xwest parastina mexdûran bikin di navbera parêzer û heyetê de niqaş mezin bûn û Serokê Heyeta Dadgehe bi parêzerên mexdûran re xwe hêrs kir. Pişt re heyeta Dadgehê daxwaza parêzeran a lêkolîna delîlên wêne, dîmen, qeydên telefonê li ber çavan bên girtin red kir. Heyetê der barê bersûcên girtî Turan Bîlen û Metîn Bîlen de bi hinceta li gorî rapora zana dibe suc bê guhertin biryara serbestberdanê da.

Kesên tev li çalakiyan bûn 11 sal, kesên komkujî kirin taliye bûn

Piştî danişînê Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Nurî Yaman, diyar kir ku hiqûq ji bo her kesî pêwist e û wiha got: "Me bêhiqûqî li vir bi awayekî pir zelal dît. Endamên JİTEM'ê û cerdevanên dildar, bi salan e bêhiqûyê dikin. Bi serbestberdana kujeran bêhiqûyîya Tirkiyeyê zelal dibe. Em edalet dixwest, mixabin me edalet nedît. Mixabin kesên beşdarî çalakiyan dibin rastî 11 sal ceza tên û kesên mirovan dikujin û komkujiyê dikin jî serbest tên berdan. Ev komkujiya hiqûqî ye. Mirovên kujer bi destê dewletê tên parastin."

Parêzer Şahabettîn Goçmen jî destnîşan kir ku danişîn li gorî parastina kujeran pêk hat. Parêzer Kadîr Karaçelîk jî anî ziman ku 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê darbeyek mezin li hiqûqê xist û hemû daxwazên wan ên rêzber hatin redkirin. Karaçelîk, anî ziman ku mafê wan ê parastinê jî ji destê wan hate girtin û hiqûq xetimandin. Karaçelîk, anî ziman ku ew dê biryarê itîraz bikin û serî li riyên hiqûqî bidin.

DÎHA




YAZDIR Yazdir     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)


En çok okunan haberler
· Öcalan tecridi anlatıyor
· Mehmet Metiner'in sitesi hacklendi
· Kürdistan'da güldüren duvar yazıları
· Apocu Gençlik Amed ve Batman'da vurdu
· Apocu Gençlik:Yaktığımız her araç dağlardaki karları eritiyor
· Apocu Gençlik Batman'da sivil polis aracına eylem düzenledi 4 polis yaralandı
· PKK: Hiç bir Kürt genci kendini yakmamalı
· 'Kominler'in 'Öcalan'a özgürlük' yürüşüşü sürüyor
· Demirtaş : her kışın bir baharı var
· İran: Türkiye Suriye'ye karşı Katar'dan milyar dolarlarca para aldı

Kürdistan
· Zap'a hava saldırısı
· Korucubaşı Atak: Konuşursam yer yerinden oynar
· Kürtçe ‘dost’ bile yasak!
· Washington Post: ‘İsrail İran’ı baharda vuracak’
· Diyarbakır'da öğretmen cinneti, 4 ölü
· Özerklik Şartı'ndaki çekincilerin kaldırılması için 18 bin imza
· Gever Kültür’e ‘faili meçhul’ saldırı!
· Cizre'de onbinler Öcalan'a özgürlük diye haykırıyor
· AKP Van'daki rezilliğinin faturasını il ve ilçe yönetimlerine kesti
· AKP döneminin toplu mezarları

© Rojaciwan.com