Heyeta BDP'ê ku duh hatibû Herema Federal a Kurdistanê, hevdîtinên xwe yên bi Serokê Herema Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokê hikumeta Herêma Kurdistan Berhem Salih re temam kir û vegeriya Tirkiyeyê.
Heyeta BDP'ê ku ji Hevseroka KCD'ê Yuksel Genç, Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk, Parlamentara DTP'a hatiye girtin Aysel Tugluk, Parlamenterê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz, Endamê PM'ê Fethî Gumuştaş pêk dihat, pişti hevdîtinên bi Serokê Herema Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokê hukumeta Herêma Kurdisatanê Behrem Salîh re temam kir, îro vegeriya Tirkiyeyê.
Hate zanîn di hevdîtinan de Konferansa Neteweyî ya Kurd, vekirina nûnertiya BDP'ê ya Hewlêrê û mijarên siyasî yên din hatine nîqaşkirin. Hate ragihandin ku heyet wê piştî 3 rojan cardin vegere Herêma Federal ya Kurdistanê.
ANF NEWS AGENCY
|