HATAY (DÎHA) - Konvoya Heyeta BDP'ê ya ku Hevserokên BDP'ê Selehattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak jî di navde ye ji bo êrîşên li hemberî kurdan a li Navçeya Dortyolê lêkolîn bike, li ser rêya Navçeya Erzîn a Hatayê ji aliyê leşker û polîsên, hatin rawestandin. Hemû rêyên Hatayê ku ji trafîqê re hatine girtin. Ji ber destûr nehat dayîn, heyet bêyî ku biçe Dortyolê bi şûnde vegeriya.
Konvoya BDP'ê ye ya ji 50 wesayitan pêk tê û Hevserokên BDP'ê Selehattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak jî di nav deye, saet di 06.00'an de ji Amedê derket rê û li Riha û Dîlokê hatin pêşwazîzirin. Piştî li Riha û dîlokê jî 25 wesayît beşdarî konvoyê bûn ber bi Hatayê ve ketin rê. Konvoya ji 50 wesayîtî pêk tê, li tunela Nurdagi û mevkiya Duzîçiyê hate rawestandin. Konyoya ji aliyê leşker û polîsan ve hate rawestandin, piştî kontrola nasnameyan dîsa ket rê.
Destûr nehate dayîn
Konvoya di navbera rêya Edene-Hatayê de ji aliyê leşker û polîsan ve dîsa hate rawestandin. Konvoy ji vir ketin riya Erzînê ya Hatayê û ber bi Dortyolê ve ketin rê. Konvoy 5 kîlometre nêzî navçeyê, ji aliyê leşker, polîsên û tîmên taybet ve dîsa hate rawestandin. Polîs û leşkerên li ser rê barîqat danîn, bi hinceta Waliyê Hatayê ketina Dortyolê qedexekiriye, destûr nedan. Li ser vê yekê Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî bi rayedaran re hevdîtin çêkir. Rayedarên leşkerî yên biryara walî nîşanî Bînîcî dan gotin ku ji bo provokasyona dernekevin dê destûrê nedin. Bînîcî jî, diyar kir ku azadiya wan a gerê heye, ji bo bûyerên di rojên dawî de li navçeyê derketine lêkolîn bikin û bi mexdûran re hevdîtinê bikin, ji bo çûna navçeyê bi biryar in û wiha got: "Ev biryar biryara partiyek di Meclîsê deye" Cîgira Seroka Komê ya BDP'ê Ayla Akat Ata jî, balkişand ser bûyeran û da zanîn ku dixwazin bi welatiyên li navçeyê ne hevdîtinan bikin û di vê mijarê de jî bi bîryar in. Cîriya Hevserok Prz. Meral Daniş Beştar jî, diyar kir ku biryara astengkirinê, biryarek îdarî ye û dê vê yekê di nava xwe de binîrxînin û biryarekê bidin.
Hemû rêyên diçin Hatayê girtin
Rayedarên midûriyetê jî, angaştin ku di bûyerên li navçeyê derketine tu tişt bi kesî nehatiye. Li aliyê din jî hemû rêyên diçin Hatay û Dortyolê ji aliyê polîs û leşkeran ve li trafîqê hatine girtin, bi sedan leşker, polîs û tîmên taybet jî li ser rêyan hatine bicîhkirin.
BDP'î di çûndinê de bi biryar in
Rayedarên BDP'ê yên piştî hevdîtina bi leşker û midûriyeta polîsan re kirin, di nava xwe de rewş nirxandin, diyar kirin ku di warê çûndinê de bi biryar in. BDP'yiyan biryara heta destûra çûndina Dortyolê bê dayîn a bendewariyê girtin.
Piştî destûr nehat dayîn heyeta BDP'ê bi paşve vegeriya
Piştî rayedarên dewletê destûr neda ku heyet têkeve Navçeya Dortyolê heyetê daxuyanî da û bi payve vegeriyan. Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, diyar kir ku 4 rojin dewlet li hemberî bûyeran bê deng dimîne. Demîrtaş, anî ziman ku li gel daxwazên wan ên aştiyê û hewldana wan a aştiyê dîsa destûr naye dayîn. Demîrtaş, destnîşan kir ku wan bi Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay re hevdîtin çêkiriye, lê ligel vê yekê dîsa destûr nayê dayîn. Gultan Kişanak jî destnîşan kir ku ev helwesta AKP'ê ya li dijî aştiyê ye. Kişanak, serbestberdana endamên JÎTEM'ê û kujerên 2 kesên Navçeya Kopê Tûran û Metîn Bîlen jî rexne kir û destnîşan kir ku ev dê rê li pêşiya pevçûn û sorbûna gelan veke. Kişanak, xwest her kes li hemberî vê yekê dest bide hev û destûr nede pevçûn û aloziyan.
Piştî daxuyaniyê heyet bi payve vegeriya.
|