BEHDÎNAN - Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê diyar kir ku ev demeke dirêje planên êrişan yên li dijî Kurdan ketine dewreyê, divê Amed bi rûmeta xwe ya bûyîna “Paytext” pêşengiyê bike, divê ciwan û jinên Kurd dest ji çeperên xwe yên li kolanan bernedin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bal kişand li ser hewldanên lînçê yên li ser gelê Kurd û daxuyaniyên nijadperest yê rayedarên Tirk, û bang li gel kir da ku derbikevin kolanan û xwe biparêzin. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk nekarî xwe li hemberî çalakiyên gerîllayên me bigire, planek ya êrişkirinê li dijî gel daye destpêkirin.
AKP’Ê ÊRIŞEK GIŞTÎ XISTIYE DEWREYÊ
Di daxuyaniyê de, “Weke raya giştî dişopîne, artêşa Tirk nekare xwe li hemberî çalakiyên gerîllayên me bigirin, dixwaze vê binketina xwe ya li hemberî gerîllayan bi êrişkirina gelê Kurd telafî bike. Piştî çalakiyên gerîllayên me yên li Amanosan pêk hat, êdî her kesê zanî şer ber bi Tirkiyeyê ve diçe û her kesê êdî zanî gerîlla xwedî hêzeke. Vê hêzê jî dewleta Tirk xistiye nava tirs û xofek pir mezin. Ji ber vê jî hikûmeta AKP’ê hewld dide bi planên êrişê yên li ser gelê me, komkujiyan pêk bîne.” Hat gotin.
GERÎLLA JI HER DEMÊ BI HÊZTIRE
HPG’ê bal kişand ser pêvajoya çarem ya gerîllayan dayî destpêkirin û wiha berdewam kir: “Weke me ji beriya niha jî dabû xuyakirin, pênganvên ku me di van demê dawiyê de dayîn destpêkirin nîşana pêvajoya çarem e. Ev pêngava me dayî destpêkirin, ji siyaseta qirêj û xayîn di bin navê “pêşîlêvkirinê” de li hemberî gelê Kurd û hemû nirxên wê dayî destpêkirin, ji van pêkanînan re dibêje “raweste”. Her çendî destpêkê Rêberê me, gelê me û tevgera me bi dehan car ji bo çareseriyek demokratîk destê aşitiyê dirêj kir, lê belê bi komkujî û êrişa bersiva vê xwesteka me ya jiyanek aşitiyane da. Ji ber wê jî em jibo pêşerojek azad di rertarên xwe yên Xweseriya Demokratîk ya Kurdistanê de bi biryarin. Divê ev çalakî û pêngavên me wiha bêne şîrovekirin. Divê wiha bigirin dest. Jibo gihiştina armancan gerîlla ji her demî zêdetir bi biryar e”.
CIVATA LEHENGAN
Di daxuyaniyê wiha hat berdewamkirin: “Divê neyê jibîrkirin ku gerîlla parêzvan û fedaiyê yekgirtina hemû nirxên gelê me Reber Apo ne. Gerîlla parêzvanê pêşketina hemû nirxên demokratîk yên tekoşîna tevgera me ya 30 sala ne. Her wiha gerîlla parêzvanê gel û hêviya wê ye, dikare bê dudilî, giyanê xwe feda bike. Gerîlla civatek ya lehengan, mil dane milê hev, qêrînên dayîkên sembola fedekariyên yên jibo tolhildanê yên jibo gerîllayan, bê ku bikeve nava dudiliyê dikare giyanê xwe feda bike. Di pêvajoyek wiha de ku bi planên qirkirinê êrişê nirxan dikin, jibo vê yekê tişta ku bikeve li ser milê gerîllayan pêk bîne û amadeye li ber wê de canê xwe feda bike û biparêze. Ji xwe tiştên ku diqewimin vê yekê derdibirin”.
ÊRIŞÊN EV DEMEK DIRÊJE HATINE PLANKIRIN
HPG’ê diyar kir ku ev demeke dirêje planek êrişêkirinê li ser Kurdan heye û bûyerên li Dortyolê qewimîn û daxuyaniyên rayedarê dewleta Tirk dest nîşan kir û got: “Tiştên li Dortyola Hatayê qewimîn, binketina polîtîkayê faşîzan yên li hemberî gerîllayan û xwe negirtina li hemberî gerîllayan, nîşan dide. Ev êrişek bi plan û rêxistinkiriye. Berpirsê van bûyerên lînçkirinê û êrişan ne gerîllayên me ne, berovajiyê polîtkaya xayîn û qirêj ya li dijî gelê ya Hikumeta AKP, CHP û MHP’ê ye. Destûra van hewldanên lînçkirinê yên li Dortyola Hatayê pêk hatî, bi serkêşê van polîtîkayan ango wezareta navxweyî û Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan hatiye girtin. Gotina wezîrê Karên Navxweyî ya “Amanosa paqij bikin”, her wiha gelê me jibo faşîzmê weke xeterekê dibîne. Jiber vê jî “fermana lêxin” ji hemû rayedarên dewletê û gelê sivîl yê faşîst re jî hatiye dayîn. Ev yek jî zelale ku bi plane, rêxistinkiriye û projeya AKP’ê ye. Ji xwe daxuyaniyên van rojên dawiyê rayedarên AKP’ê gotî, dibe nîşan dide ku ev êriş bi planan hatine kirin. Gotinên heqaretane yên parlementerê AKP’ê Kurşat Tuzmen yên li dijî Kurdan, dîsa gotina parlementerê AKP’ê Vahit Erdem ku gotibû ‘wê şêniya Kurdan ji ya Tirkan zêdetir bibe’, gotinên ku rê li ber tehrîkan vedike yên Cemîl Çîçek ku gotibû ‘ Me nekarî Tirkî fêrî Amedî û Colemêrgiyan bikin, daxuyaniya Serokwezîr ya dawiyê û daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya “Fermana lêxin”, hemû îsbata vê yekêne. Ango hatiye guftûgokirin û hatiye plankirin. Ev demek gav bi gav dixin dewreyê, li Dortyola Hatayê gihişt qirikê. Divê ev yek ji hêla her kesî ve bê zanîn”.
PARASTINA CEWHERÎ ERKE KE
HPG’ê jibo gel li hemberî planên qirêj yên dewleta Tirk hişyar bin bang li gel kir, diyar kir ku pêwîstî bi parastina cewherî heye û wiha domand: “Divê gelê me li hemberî van planên ku AKP hişyariya wê dike hişyar be. Ev plan bi çavsoriyek wisa tê rêvebirin, dewleta faşîst û terorîst, dikare di bin pêşengiya AKP’ê li her derê her tiştê bike. Di vî warî de tu astengiyan nanase. Bangek din ya me li gelê me divê ev planên helandinê û tirsandinê, divê neyê jibîrkirin ev plan jibo pêşî lê girtina berxwedana gelê me ye. Çawa dibe bila bibe, divê gelê me ji her demî zêdetir berxwedana xwe xurtir bike. Li ser vî bingehî divê gelê me û hêzên parastina cewherî ango ciwanên Kurd û jinê Kurd, parastina xwe ya cewherî bi rêk bixin û li hemberî van êrişan xwe biparêzin. Parastin mafek pîroze. Êdî ev yek jibo gelekî ku nêzîkê serkeftnê bûye, xwedî astek dîrokiye”.
DIVÊ AMED NÎŞAN BIDE KU “PAYTEXT” E
Di daxuyaniyê de, “Divê gelê me jî weke gerîllayan bi giyanekê xwe jibo pêvajoya çarem rêk bixe, xwe rêkûpêk bike û pêk bîne. Divê destpêkê Amed bi rûmeta bûyîna Paytext, li hemberî van êrişan berxwedanek bê hempa nîşan bide û pênşengiyê bike. Divê gelê me yê hemû bajarên Kurdistanê li hemberî van êrişan derbikeve û berxwedan û helwestek bi rûmet nîşan bide”.
DIVÊ ÎNSIYATÎFÊN GEL DERENG NEMÎNIN Û DIVÊ DEST JI ÇEPERAN BERNEDIN
Divê gelê me yê li her derderê bi pêşengiya Amedê li her derê Kurdistanê bê ku dereng bimîne, li hemberî van êrişên li dijî gelê Kurd têne meşandin raweste û mil bide milê gerillayan. Divê kolan bikin kozikên tekoşînê . Gelê me li hemberî ew ên ku dixwazin wan ji xaka wan bike, bi giyanê serhildanan jibo pêvajoya çarem bibin bersiv. Çawa ku gerîllayên me tu carî dest ji kozikên xwe bernadin, divê gelê me jî wekî zarên xwe, ciwan û jinên Kurd, divê dest ji kozikên xwe ango kolanan bernedin”.
Her wiha HPG’ê got: “Divê ev yek tu carî neyê jibîrkirin. Wê gerîlla li hemberî êşek ya tiliya gelê me jî pir hesas be û bêdeng nemîne, di vê mijarê de çi dibe bila bibe, bêdeng namîne û wê xwe feda bike. Gerîlla xwedî seknek wiha ya bi rûmetin. Gotina me ya jibo xwediyê van êrişa ew ku ev gel ne bê xwediye. Ev gel ne ewqas bê şeref û bê rûmet e ku xwe naparêze. Dîrokê vê yekê wiha nîşan daye, ji vir û şûn ve jî wê wiha be. “
ANF NEWS AGENCY
|