Hat ragihandin di çalakiya li dijî qereqola Harûnan ya di navbeyna Gever û Şemizînan de 9 leşker hatin kuştin, 7 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn. HPG’ê diyar kir ku leşkerên Tirk li qereqola Haruna û bejihayan hevdu dikujin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku nûçeyên nakok yên çapemeniya Tirk, rastiyê nabêjin. Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê ragihand ku 27’ê Tîrmehê, derdorê demjimêr 20.30 gerîlla 20 metre nêzîkê qereqolê bûne û bi roketavêjên B7 û çekên ferdî li leşkerên ku li hev civiyabûn reşandine. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku leşkerên ku ketin panîk, gule bi ser hev de reşandine.
FERMANDAR HEWLDA JI QEREQOLÊ BIREVE
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di çalakiya li dijî qereqola Haruna pêk hatî de 9 leşker hatin kuştin, 7 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn. HPG’ê ragihand ku fermandarê qereqolê çend leşker da gel xwe û hewl da ji qereqolê bireve. Leşkerên di qereqolê de bûn, hay ji van leşkerên direviyan tune bû, bi ser wana de reşand. Hat ragihandin ku di şerê qewimî de kuştî û birîndar hene, lê hîn jimara wan nehatiye zelalkirin.
Piştî çalakiyê, operasyon li herêmê hat destpêkirin. Operasyona artêşa Tirk 29ê Tîrmehê, bê encam xwe ji herêmê vekişand.
YEKÎNEYÊN NIHÊNÎ LI HEV REŞANDIN
Hat xuyakirin ku yekîneyên nihênî yên artêşa Tirk ku li bejahiya navçeya Colemêrg Şemizînan derketibûn operasyonê li hevdu xistine. Leşkerên Tirk yên ku ji ber gerîllayan di nava panîkê de dijîn, netenê kesên sivîl, leşkerên li cem xwe jî li ber çavên wan dibin gerîlla.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê, 27ê Tîrmehê, yekîneyên artêşa Tirk yên ku bi dizîkî ve, jibo danîna kemînan û keşifan li Geliyê Bebo ya li Şemizînan bi cih bûne, ketin nava şer. Piştî yekîneyê nihênî agahiyên keşif û sîxûriyê dan, operasyon li herêmê hatin destpêkirin. Du yekîneyên nihênî yên li du deverên cuda bi cih bibûn, li hev xistin. Hat ragihandin ku di pevçûnê de kuştî û birîndar hene, lê jimara wan tam nayê zanîn. Her wiha hat diyarkirin ku operasyonên 28ê Tîrmehê dest pê kirîn, bê encam xwe ji herêmê vekişandin.
LI BESTA 4 KONTRA HATIN KUŞTIN
Gerîllayan darbeyek din li yekîneyên artêşa Tirk yên li Botanê derketibû operasyonê dan. Hat ragihandin, di çalakiya gerîllayên YJA-STARê 27ê Tîrmehê, demjimêr 18.00, li herêma Şehrîbana Besta pêk anî de 4 kontra hatin kuştin. Hat xuyakirin ku ev çalakî ji hêla Tîma Şehîd Silav ya YJA-STARê ve hatiye lidarxistin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Tirk piştî çalakiyê kuştî û birîdarên xwe bi helîkopterên skorsky rakirine. Artêşa Tirk piştî çalakiyê li herêmê reşand û agirek din bi daristanan ket. Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyon bê encam 29ê Tîrmehê xwe ji herêmê vekişandiye.
ANF NEWS AGENCY
|