|
COLEMÊRG- - Ciwanên Geverê xwe di bin navê “Yekîneyên Parastina Xweser” de rêxistin kirin û bi şevê li kuçe û kolanên Geverê nobetê digrin.
Piştî hewldanên lînckirinê ku nijadperestan yên 28'ê Tîrmehê li navçeya Hatay Dortyolê li hemberî Kurdan pêk anî, ciwanên Geverê ketin nava hewldanê parastina cewherî. Ciwanê Geverê di bin navê “Yekîneyên Parastina Xweser” de bi rêk xistin û şevê nobetê li navçeyê digirin.
Ciwanan, anî ziman ku wan li taxê xweserî îlan kiriye û destûr nadin ku kesên biyanî têkevin taxê. Ciwanan, da zanîn ku ew destûr nadin polîs têkevin taxê. Li aliyê din jî polîsan li gelek nokteyên navçeyê panzer bi cih kirin û tedbîrên ewlehiyê zêde kirin. Ciwanan, li taxê belavok belav kirin û diyar kirin ku wan navê taxê wekî "Taxa Şehît Berîtan" guhertiye.
ANF NEWS AGENCY
|