Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de yek ji kilîdên bingehîn jî, rewþa penaberên Mexmûrê ye. Lewra her dema ku hebûna PKK’ê dikeve rojeva cihanê, penaberên Mexmûrê jî di rêza yekemîn yên hevdîtina ne. Ev yek çi hevdîtin di navbêra DYE û Tirkiyê bin, çi jî di navbêra Tirkiyê û dewleta Ýraqê be. Di vê demê de jî, ev pirsgirêk weke girêkekê derketiyê pêþiya hevdîtina û ev hedîditin bê encam mane. Herî dawî di dawiya sala borî de, di avakairina kordinasyoneke sê alî de yê di navbêra Tirkiyê, Emerîka û Hikumeta Ýraqê de, wargeha Mexmûre mora xwe li van hevdîtinan da. Di encama van hevdîtinan de, qaþo kordînesyona PKK’ê Josif Raston hate wargehê û bi çavê serê xwe dît ku yên li vir dijîn ne militanê PKK’ê ne, miletekî sivîl, xizan û welatpareziyek sade ne. Bi kurtasî her çendê rola diplomasiyê di çaraserkirina Pirsgirêken de hebe jî, bi qasî vê yekê jî rewþa penaberên Mexmûrê li ser çareserkirinê jî xwedî bandore.
Dewletên dagirker, ku nikarin bi riya diplomatîk iradeya gelê penaber li warhega Etruþ û niha li Mexmûr biþkêni,. rêbaza hesin bi hesinê biþkine bi kar tîne. Di vê warî de, hêzên baþûrê Kurdistanê û bi taybet partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bi kartîne. Ji ber vê yekê her dema ku aloziya baþûrê Kurdistanê rû dide, zextên li ser penaberên bakurê Kurdistanê jî zêde dibe. Weke mînak di sala 1995’an de dema hêzên PDK’ê li gel dewleta Tirk itîfaq li dijî Tevgera Azadiyê PKK’ê imze kir, hedefa yekemîn piþtî hêzên HPG’ê wargeha Etruþê bû. Li wargeha penaberan ya Ertuþ di wê demê de ji bo bikaribin wargehê ji çiyan qût bikin û nehêlin piþtgirî bidin gerîlayan re, hêzên PDK’ê 3 mehan serhev wargehê xistin bin ebluqaya aborî. Ev ne bes bû, PDK êrîþ bir ser wargehê, gelê wargehê li ber vê berxwedanî nîþan da. Di encama êrîþa PDK’ê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van jî Þehîd Jiyan bû.
Di encama êrîþê de PDK’ê 3 meh ser hev ambargoya aborî danî ser penaberên wargehê. Gelê wargehê 3 meh xwe bi xwarina giya û berûyan jiyan kirin. Lê dema PDK’ê dît ku nikare vîna penaberên Etruþê bi dest bixe, rêbazek nû li hember wan bi kar anî. Bi ambargoyê re zextên ên wekî kuþtina þivan û sewalên dora wargehê zêdekir. PDK wan neçar hiþt ku wargehê berdin û dîsa bi qedera xwe yê koçberiyê re rû bi rû bimînin. Penaberan ku ji ber zilma Tirkiyê koçberkiribûn, stara xwe di nav kurdên xwe yên baþûrê Kurdîstanê nedîtin, neçar man ku dîsa berê xwe bidin cihê koçberiya destpêkê ji wir koçberkiribûn. Ev car gelê penaber li ser axa Kurdîstanê di bin desthilatdariya rejîma Baasê de cih dibin. Helbet penaberan cihekî wiha bi armancek siyasî hebû, kurdan wan qebûl nekiribûn û derketina ji Etruþê bû.
Penaberên ku ji Etruþ derketin û li Wargeha Maxmûr bicih bûn, xwe bi xwe derfetan afirandin û bi hêviyek jiyanek bi rûmet û bê mînetiya Tirkiye û durûtiya hêzên baþûrê Kurdîstan. Lê jiyana ku bi zor û zahmetî hate afirandin, dîsa çavên dagirkerên kurd û PDK’ê bar neda û dîsan astengî û zordariyê li penaberan hatin zêdikir. Mînaka herî dawî, asayîþa ku ji pêþmergeyan pêk dihat, mudaxeleyê pîrozbahiya 29’êmîn salvegera damezrandina PKK’ê kirin û binçavkirin pêk hat.
Bi vê ve girêdayî, ablokayê daniye ser, nahêlin ne karker herin cihê karê xwe yê navçeya Maxmur û Hewlêrê û ne jî xwendekar herin dibistanê yê li Hewlêrê dixwînin. Yê herî girîng û jênager jî ew e ku nahêlin dê û bavê Îsmaîl Hamîd ê 5 salî ku niha di nav lepê bijîþkan a li Nexweþxaneya Hewlêrê ye û ya din jî ava Maxmûrê ku ev çend sale bi tangêran diçe wargehê, ev 3 roje tê astengkirin. Armanca van hemû astengiyan ew e ku gelê Maxmûrê bêîradekirin bihêlin. Bi van pêkanînan dixwazin bibêjin ku an hûnê li gor me tevbigerin an jî em dê jiyanê li we bikin dojeh. Lê bila baþ zanibin wek e Rêber APO gotiye “ Hûn nikarin gel bi birçîbûnê terbiye bikin’. Her wiha wek ê ku me di serê nivîsê de jî got: dewleta tirk ku tiþtê tanî serê gelê Maxmûrê niha jî, PDK dixwaze heman þêwazî bîne serê penaberên Maxmûrê.
Di encamê de, mebestên siyasî çi dibin bila bibin, mafê tu kesî nîne jiyana gel a xwezayî asteng bikin. Mafê tu kesî nîne, zarokê nexweþ bê dê û bav di nexweþxaneyan bihêlin. Mafê tu kesî nîne, ava vexwarin û xwarinê li ser mirovan bibirin. Ji ber vê yekî helwestek siyasî zêdetir, pêwîste herkesê ku ji xwe re dibêje em mafê mirovan diparêzin, li dijî neheqiyê me û demokratim, divê li dijî pêkanînên li ser penaberên Wargeha Maxmûrê pêk tînin, rawestin û nehêlin carekê din bikevin ser riya koçberiyê.
Penaberên li Maxmûrê, pêþî ku li Etrûþ bûn, bi rêzê li wargehên Bihêr, Bêrsiv, Nînova û Nehdara geriyan û yê herî dawî li Wargeha Maxmûrê bicih bûne.
Di sala 1998’an de li nêzî navçeya Maxmûr ku 80 kîlometre ji bajarê Hewlêrê dûre, hatin bicih kirin. Ev penaber ku ji ber þerê qirêj a di sala 1990’î de tirkan li dijî kurdan didomand, koçberê herêma Kurdîstana Federal kirin. Penaberan, her çiqas ji ber zilm û zordariya dewleta tirk neçar man hatin li Maxmûrê bicih bûn, li vir jî li heman qedera zilm û zordarî re rû bi rû dimîn in.
|
|