|
Vê carê dixwazim lîsê peyva xwe li ser zinarekî asê deynim û ji ‘kizirîn’ê behs bikim. Di ferhenga me de kizirîn ji bo şewata nenormal a bi awayekî îndîrekt (yanî nerasterast; bi çep û fetle pêk tê), tê bikaranîn. Bi nimûne, gava agir bi darekê bikeve û wê bisoje ev şewat e, lê gava ku agir pê nekeve lê ew dar ji ber bêaviyê belgên xwe biweşîne û biçilmise ev kizirîn e.
Xuyaye, em kurd gelekî nasê vê peyvê ne. Çawa ku zarokatiya me di halê hazir de ji ber egerên pêzan (hema li jiyana xwe bifikirin hûn ê li van egeran serwext bibin) dikizire, her wisa hemû qonaxên jiyana me wisa bi vê kizirînê re diborin. Malûm e, mirov jî wekî darekê ne, heke neyên avdan û venihêrtin (hûn dikarin vê wekî sexbêrî, hezkirin, şert û şurutên jiyanê yên giştî jî bixwînin) dê umrê mirovî bikizire û karaktera mirovî li gorî vê kizirînê teşe bigire. Yanî kurdê kizirî li welatekî kizirî xwedan xwezî û hêviyên kizirî ye…
Piştî vê kurteagahiyê dixwazim merema xwe bidime derê û bi we re parve bikim. Destikeke pirtûkan bi navê Hewara Ehmedê Xanî ji Weşanên Lîsê derçûn, tê de bijarteyên klasîk ên kurdî hene; hafiza û bîra me ya nêz û dûr, kurdiyeke resen, rewan û zelal mirov tê de dibîne. Karmendên weşanxaneyê bi karekî giran ê pîroz rabûne lê her ji çi be kizirîna ku wekî qajikê kezwanê bi me zeliqî ye, di vir de jî xwe daye derê.
Lîs, weşanxaneyeke bi kurdî ye(Rastî, carna hin kitêbên wan hene tu bi çepkî biçiyê kurdî, bi rastî biçiyê jî bi tirkî ne) û li Diyarbekirê (yanî ew jî li ser destexana giyayê hewşê ne –ji ber wê jî carina nayên dîtin û pûkê pê nadin-) weşana xwe dike. Her wiha li heman bajarî weşanxana Belkî jî heye, ew jî xwerû bi kurdî ye (Rastî, kurdiya wê hinekî zêde bi şede ye û zêde tewiyayî û çiviyayî ye) û ew jî xwedan ber û berhemên tambijêr ên kurdî ye. Şayanî gotinê ye ku her du jî ji bo vejandin û geşandina kurdî xwedan roleke berçav in (rastî, kitêbên kurdî di halê xwe de kizirî ne lê dîsa jî xwînerên wê hene.)
Kurdî xwedan paşxaneyeke dewlemend û têr û tesel a zargotinî ye. We rastî bivê, vê yekê pîrika min jî dizane, heta hayê aşvanê gundan jî pê heye, lê merema me ne ew e ku em hema çi gava bêhna me teng bû, rabin vî qajik û benîştî di devê xwe de bicûn û wekî bizinê bikarên ha bikarên, naxêr, dixwazim bi bîr bixim ku pêdiviya me bi jêrxaneyeke nivîskî heye.
Aha Weşanxaneya Lîsê bi vê kêmasiyê hesiyaye û rabûye zend û bend badane, ji vir ji wir li nav toz û dûkêla kevnepirtûkên kurdî geriyane, ji bo vê jêrxaneya nivîskî ya kurdî hinekî dagirin destikeke pirtûkan bi navê Hewara Ehmedê Xanî (ji ber sêsedsaliya koça Xaniyê nemir ev nav lê kiriye) çap kiriye. Ez dibêjim qey em hemû meraq dikin ku duhî, yên berî me jiyane û bi zimanê me axivîne ka çawa fikirîne û bi çi çavî jiyan helsengrandine… Ji bo em bikaribin xwe bigihînin van bersivan û wana (kalikên xwe) nas bikin, divê em van kitêban bixwînin.
Di vê paragrafa dawîn de jî min dil heye li ser sernavê xwe gotinekê bêjim; Lîsê Hewara Xanî li ku derê dinişe? Li gorî kekê Rênês –Rênas Jiyan- lîsê Hewara Xanî di navbera wêjekarî û hizirmendiyê de tê û diçe; ew şairekî baş ê neteweyî ye lê nabe ku ji bo wî fîlozof bête gotin, her wiha li gorî weşanxaneya Lîsê ew navê Pirtûkxaneyê ye û ew jî peyrevên wî yên dilsoz in, lê heke hûn ji min bipirsin, derdê Xaniyê nemir ji vana hemûyan jî wêdetir bû. Yanî xema wî ne fîlozofî ne jî şaîrî bûye, wekî em ji Aqîdeya Îmanê ku berhemeke wî ya hêja ye, jî dibînin ku Xaniyê nemir bêhtir bi hewes û xweziya alimiyê rabûye û di navbera Eşarî û Muntezîletiyê de (yek aqilparêz ya dîtir jî qederparêz bû, ku herdu jî firqeyên cuda yên îslamê yên fiqhî ne) ji bo kurdan li riyekê geriyaye û xwestiye berê kurdan bide riya aqilî…
Yanî Xaniyê nemir lîsê xwe li ser riya aqilî daniye û riya rizgarî û felata miletê xwe jî di vê de dîtiye.
We got çi?! |