|
Wêneyên Keserê, dengê awaza min e.
Wêneyên Kêserê, dengê birîndarî û derbederî û xeribiya min a salan ya ji paxila dayika min a [Kurdistanê] ye.
Wêneyên Keserê, hewara çend zarokên dayika min a dîle. Erê dayika min a ku dîlê destê çar zirbayên nemirovê xwînxwar....
Birano, xwiþkno, bi rastî min dil nîn e rabim û der heqê romana xwe a yekemîn ya ku du roj berê niha li Weþanxana Pêrî çap bû, bikim. Lewra hem pir westa me û hem jî ez welê bawer dikim ku ya herî baþ ew e ku hûn bi xwe bigrin û bixwînim. Ev yek dê ji behskirina min çêtir be. Lê tenê dikarim bêjim ku nivîsandina romaneke kurdî ji avakirina bajarekî zehmetire. Û digel zehmetiyeke wisa terikî, ewçend jî tehmdare. Tenê min dil heye ji devê lehengên pirtûkê çend hevokan pêþkeþê we Ezîz û Ezîzeyên dayika xwe bikim. Fermo. Ji devê Narîna Keserkur çend hewarên dilsoj.
.....”Erê wî yê bi du çavên heyîrî û þaþmayî bigota keça min......... Na na na na ne keç im ne keç. Ez jin im jin. Hem jî jina hezar mêrî me. Hezar mêrî ez bi perên xwe kirim û bûn mêrên min. Hezar mêrên min hene, hezar mêrrrrrr... Ha... ha.... ha... ha... Na na na ne hezar mêr, hezar rawirên dirinde. Rast mirov ji wan kesên ku bi pêran insan dikirin û lê siwar dibin re çi bibêje baþ e. Insan an jî rawer? Wan rawiran tiþtên nemayî bi serê min de anîn. Bêyî xwesteka min, hezar dest di nav porê min re çûn hatin. Hezar lêv li lêvên min siwar hatin. Hezar ziman li dora serê pêsirên min geriyan. Hezar diran di goþtê cestê min de rûniþtin. Rast ez çima diaxifim. Ma dê kesek van hewarên min bibihîze? Ma dê hozanek xwe li deriyê kêliyekê jiyana min a ku hezar keser tê de veþartîne, bigire. Ma dê romannûsek pênûsa xwe bes ji bo yek deqeyekê jiyana min bi kar bîne. Ma dê kilambêjek xwe li ezmanê çavên min ê ku bi ewrên reþ ve dagirtî bigire û hema tenê ji bo têkçûyina hêviyeke min bikalîne? Ma dê çîrokbêjek xwe li çîroka min a rast biþidîne û çîroka min vebêje? Ma dê wêneçêkerek bi xêzkirina wêneyê keserê rabibe? Nizanim. Ji wan re dihêlim. Ew azad in. Biryara xwestin û nexwestinê ji wan re dihêlim. Lê ez ê a xwe bibêjim. Hem jî ne dirêj, kurt kurt. Heke ez van cilên li ser vî cestî derxim, dê gerdûn ji þerma bibe gogek ji agir û di xwe de biþewite. Gijgij biþewite. Ha ha biþewite. Bêîman û bêsînor biþewite ha ha biþewite..... Dê ev ezmanê çiksayî biqulibe ser reþahiyeke qetranî. Dê ev çem raweste. Dê ev mirovên niha li vir di cihê xwe de bibin sing. Bi bin kevir, dar, xwelî. Erê xwelî....... Dê ji wan daristaneke þermê pêk were. Dê hemû heyiyên xwezayî yên bêhiþ, bêaqil, bêdev, bêziman, bibin xwedî aqil, hiþ, dev, ziman û mîna kilambêjekê bikalînin, mîna hozanekê biawazînin, mîna dayikekê bûbe abîdeya keserê bilorîne........ Bilorînin û biawazînin. Bi keser keser... Biêþ biêþ. Bi helehelkekê ve..... Dê ji xwedayê xwe yanî afiranerên kaînatê pirsa dadî û zagonên wî yên ku bi gor tê gotin, bi tîpên þewqetê ve resayî bikim. Bikin...... Bikinnnnnn......" Wê wiha got û xwe ser piþt li ser erdê dirêj kir. Bêdeng bêdeng wiha ma. Lê bêdengiyeke bi ricif ricifîbû..”
Û Mîrzayê dilþuþe:
“Ez ê li her westegeheke evînekî nemir bibînim Ji awirekê, ji rawestanekê Ji lezbûna bangewaziyeke bêdawî de Ez ê evîndareke nejibîr jî bihêlim Li piþt xwe tê heye ku bête jîyan Ez ê terka serûvena xwe ya herî dirêj bikim Hê li westegeha serî de Gelo dê kî bizanibe? Piþtre, dê kî bizanibe piþtre? Ez ê xef û xef xatir bixwazim Dê nebîne ev dilê min ê þikestî Ez ê li ser singa xwe, tîrekî bi xwîna lawha evînê xêz bikim Û tîpên navê wê li berzên lewhê bineqiþînim Axx dîsa…
Dîsa ew ê jî mîna yên din bijî û biçe û nizanibe ku ez bi mirinayî jê hez dikim Axxx dîsa…” baþ diyar dibû ku hay û bala ew kesa ku Mîrza ji bo wê di çemê azar û keseran de li ber tixûbê mirinê bû, tunebû. Belkî jî dizane. Belkî haya wê bi baweþînên ku di dilê Mîrza de bagera keserê digerîne heye. Belkî ev hemû bobelat ji bo wê hatin serê Mîrza. Erê, ev ihtîmaleke pir mezin e. Heta ihtîmaleke……..
Le xwendevanên min ên hêja, ev mijar, mijareke wisa sergirtî û bi striyên terikî ve hatiye pêçandin-nixumandin ku ne Mîrza bi xwe û ne jî keserbêjine wî, hevkêþeyên hêviyên wî yên binpêkirî, erê ew hêviyên wî yên ku niha di bin lingên çend zarokên birînê de ne û ew ha ha bi kujerî wan hêviyan dipelçiqînin, dikare xwe li vegotina wan biþîdine û ev mijara ku ji wan hêviyên binpêkirî pêk hatî, bigire dest û bi dem û bûyer û tedayiyên ku di zik û qorziyên cestê mijarê de veþartiye, raxe ber çavan. Mixabin ku derfeta ji bo vegotina vê mijarê niha ne pêkan e. Çimkî çavên hin ji zarokên birînê, bi deh gezên tehtîtkar li ser Mîrza û keserbêjên wî ne.
Hey gidî Mîrza hey…. Hey lawikê dilþûþe hey…. Hey dunyayê tu bixwî serê xwe hey”
Û Cemþîd:
......"Ew çi ye kuro, tu mîna kîrê kerekê li ser serê min radiweste? De wê de here lo Mîro, xwe ji ser min bide alî û ji min bihewe. Bera ew bêhna guna te ya neþuþtî tevlî gotinên min nebîn û ji gotinên min re nebin sî û sîber" got û bi dengekî þewat domand.
Hooo Mîro...Lo lo Mîrzayo...Min dil heye ku ez niha pêþî li gotinên xwe yên birîndarên ku xwîn jê diþûjin berdim, bera ew tevlî dilopên baranê bibin, da ku karibin cestê xwe ji xwînê biþon. Jixwe min maf nîn e ku ez gunehê firindeyên zerya dilê xwe, bikim sitûyê xwe. Min dil heye ku ez niha, vê gavê, vê lezê, kilit û zincirên sitûr yên ku bêyî xwesteka min li deriyê dilê min hatine xistinê vekim û firindeyên zerya dilê xwe yên ku ji hesret û kedaran per û bask lê þikestîne, purt lê nemane, azad bihêlim, berê ew ber bi welatê malbata çivikan bifirin, li nik hevcinsê xwe xwe þad bibînin û li zeryayên boþ yên herikbar bibin mêvan.
Ha ho Mîroooo!!!! Ez ê îþev çavê xwe bigirim û bibim mêvanê firîþtekan. Ez ê bibim mêvana wê nazdara keça welatê jibîrbûyan. Zanî Mîro! Min pir dixwest ku ez tîpên navê wê li rûyê ezmên binivîsim. Lê nebû. Siûdê ji min re li hev neanî. Ev xwesteka min jî, mîna bi hezaran xwestekên min ên din di dilê min de hîþt û di dilê min de birîneke ne jibîr vekola. Belê, ez rind pê zanim ku ez ê bi vî dilê xwe yê ji ber kul û keseran veguheziyê qesra êþ ê nema karibim ji bo xwe hêviya deynim. Ma di qesrekê êþ tijî de, melhezî û xeyalên xweþ dibin? Na, ez dizanim nabe û ji ber ku ez rind dizanim di qesrekê êþ tijî de, cihê hêvî, xewn û xewnjînan tune, min pêdiviyekê bi te heye. Niha guhê xwe rind bide gotin û kiyasa min. Tika min ji te ew ê ku tu min li vî welatê biyanî veneþêre. Bera axa sar ji ber bêkesbûna min, bi min nekene. Bera gihayên li ser axa min þîhtên, nebe mîna wan evîndarên ku evîna wan di dilê wan de diçilmise û nagihêjin mirazên xwe. Bera qebra min, nebe wargeha mar û rawirên dirinde ên vî welatî.
Îþev þeva hewarên min e...
Tu cestê min di sînga xaka wetanê min de, li kêleka wê kubara welatê jibîrbûyî veþêre û li ser axa gora min, darên fêkî û meywa daîne. Bila zarokên welatê min ên ku bi birçîbûna hatinin terbiyekirin, jê fêydê bistînin..Bera gihayên li ser gora min þîndibe, ji sewalan re bibe alif û piþt re ji þîrê wan girikên zarokê nijada min werin germkirin.. Bila gul û gulîkên li ser gora min dibiþkivin, ji destê dildaran bigihêje destê hezkirin xwe. Bila darên li ser gora min þihtên, ji bo xîzanên welatê min, bibe ardû." got û bû tîqetîqa wî. Wer bi dengekî berz û bêrawestan keniya. Kena wî kuta nedibû. Dijê vê, kena wî her ku diçû zêde dibû. Ev rewþ, ken û qisedanên wî yên bi vî rengî, ez noqî nav fikir û gumanan dikirim û ez li ser rewþa wî di xwe de ramiyam.”
Û gotinên Asyayê yên dawî.
“......Lê nedibû. Xatûn,bi zaro bû. Rojên welidandîna wê bû. Ha îro, ha sibê, ha hefteke din dê ew biwelidiya. Ji ber vê yekê bû ku heke min vîza hatinê jê re biþanda jî, hatina wê ne pêkan bû. Nikaribû bihata. Rêgeyên hewayî jinên bi zaro, nedihanîn. Diviya bû ku Xatûn biwelidiya. Jixwe piþtî welidînê, hatina wê pir hêsan bû. Me wisa li hev kiribû. "Piþtî welidînê" digot Xatûnê. "Piþtî welidînê ez û Axîn mêvanê têne. Rastî ew e ku tu tiþtî ji te naxwazim. Ne mal û ne jî milk. Ne palgehên rûçermikên nû û ne jî xaniyekî mezin. Ne xwarinên bi goþt û ne jî ava meyweyan. Ne cil, ne zêr, ne gerdanî û ne jî gewherên yaqutî. Fistinê buha jî naxwazim. Bersingê hevriþimî jî naxwazim. Kurtikên hevriþimî û pêþekên qedîfeyî jî naxwazim. Solê çermikî jî naxwazim. Goreyên erotîk jî naxwazim. Derpikên rengesor jî naxwazim. Çûyina þevên kêfê, þevên tango û reqsê jî naxwazim. Pere jî naxwazim. Tenê te dixwazim. Erê kuro, tenê reþika çavên te dixwazim. Tenê germahiya singê te dixwazim. Tenê dixwazim ku careke din, li qeraxê zerya dilê te binivim. Li gulbaxçeya qesra hêviyên dilê te, bibim kevokek û li seranserê gerdûna te ya taybet ya ku bi dendik û tovên evîna min veguheziye bihuþtê, bifirim û her bifirim. Tenê dixwazim, ku li ser lêvên te yên têrgoþt bibim kenek. Kenek ter, kenek têr, nerm û germ.... Tenê dixwazim, ku bibim balindeyek û di bin þewqa sitêrikên çavên te de, xwe germ bikim" digot û bihîstoka telefonê dida ber maçan.
Du roj berê welidîna wê, ez pê re axifîbûm. Wê digot ku êþên min pêhtir zêde bûne. Rast bû. Xatûnê rast digot. Gotina wê ya ku " êþên min pêhtir zêde bûnê" ras bi rast êþa nava dil û hinavên wê, bi min dida diyarkirin. Tesîra êþê di axaftina wê de, diyar dibû. Bi awayekî zelal diyar dibû. Dengê wê ketibû. Dengekî þikestî û bi êþ bû. Bi nalîn û bi axîn diaxifî. Yek caran gotin di gewriya wê de, diçikiya û dima. Piþtre hewl dida xwe û bi zora xwe diaxifî. Di axaftina wê de, hêmayên çûyînekê dixuyan. Di dengê wê de, hêmayên barkirineke bêdeng hebû. Ber bi cih û wargehekî tarî ve... Ji tona dengê wê têkçûyîn û ji nala nalên wê hêmayê xatirxwestinê dihat xwendin. Ya rastî her çend min ji deng û axaftina wê ev encam deranîbû jî, lê hema dîsa jî min nedixwest ku ez li ser dibetiyên wiha nebaþ bifikirim. Min hinek di ber dilê wê da û ji bo careke din, me xatir ji hevûdu xwest.
Û lehengên din yên pitûkê.
Moyad. Mîr Martin. Medenî. Duzgin. Tietjan. Sara. Cristîna. Cristos. Niko. Eliyaz. Katerîna. Mîr Druno. Mîr Thomas. Eva. Nîkola. Heci Osman. Zînê Keserkur. Mîr Andreas û deng û rêgên yên din.
Slav û hezkirin.
|