Ji aliyê KCK’ê ve, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û ji bo ku aştî pêk were, deklerasyoneke nû hate weşandin. Di wê deklerasyonê de, pîvanên mafan ên demokratîk ên ku di qada navneteweyî de jî hatine pejirandin û bikaranîn hatine ziman. Beriya ku deklerasyona ji aliyê KCK’ê ve hatiye amadekirin pêşkêşî raya giştî bê kirin jî, di kongreya DTP’ê de di heman çarçoveyê de têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyar hatibûn kirin. Gelek beriya wê jî, Rêber Apo nêrînên xwe yên di vê mijarê de, pêşkêşî raya giştî kiribûn.
Di naveroka deklerasyona KCK’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hat weşandin de, ramana Kurdistana Xweser a Demokratîk heye. Bi qebûlkirina Kurdistana Xweser a Demokratîk re jî, wê aştiya mayînde pêk bê. Ev nêrîn hate ziman. Ev nûçeya ku di malpera Serfermandariya Giştî yaTirk de hat weşandin, bersivek e ku ji bo deklerasyona ji aliyê KCK’ê ve hatiye weşandin. Heta ku bersiveke cuda pêk neyê, wê ev yek wiha were qebûlkirin. Divê mirov helwesta Serfermandariya Giştî ya Tirk, wiha binirxîne. KCK’ê bi deklerasyona xwe, aşkera kiriye ku aliyê kurd dixwaze pirsgirêkê bi metodên aştiyane û di çarçoveyeke demokratîk de çareser bike. Lê aliyê tirk, ji vê nûçeya ku di malpera înternetê ya Serfermandariya Giştî ya Tirk de hatiye weşandin jî tê fêmkirin ku wek berê, dîsa li hemberî bangewaziyên ku hatine kirin, şerê taybet û qirêj zêde kiriye û bersiv daye vê bangewaziyê. Mixabin raya giştî nikare vê rastiyê rast fêm bike. Hê jî tê dîtin ku kes û nêzikahiyên ku helwesta aştiyane ya aliyê kurd a ji bo çareseriya pirsgirêkê piştguh dikin hene.
Ev demek e derdorên ji hev cudatir, bangewaziyên ‘agirbestê’ li PKK’ê dikirin. Heta hin ji wan ji PKK’ê re gotibûn ‘çekan dayne’. Van derdoran bi bangewaziyên dikirin ve, hewayeke wisa diafirandin ku mirov digot PKK êrîş dike, TC jî mexdûr dibe.
Van derdorên ku banga agirbestê li PKK’ê dikirin, li hemberî deklerasyona ji aliyê KCK’ê ve hatiye weşandin bêdeng dimînin. Ev tabloya ku derketiye holê, jidilbûna yên ku banga agirbestê li PKK’ê kirine, dike mijara nîqaşê. Ev bêdengiya ku ev derdor dijîn, bêhelwestiya li hemberî agirbesta di 1’ê cotmeha 2006’an de ji aliyê kurd ve hat îlankirin tîne bîra mirov. Niha divê mirov bipirse.
Yên ku daxwaza agirbestê ji PKK’ê dikirin, li ku ne? Yan ew jî bûn şirîkên dekûdolabên bêsiûd ku tê xwestin li ser kurdan pêk bên? Eger ku wisa nebe, divê bikaribin derkevin meydanê û li sozên xwe xwedî derkevin. Divê bê zanîn ku eger nekevin nav nêzikahiyeke wiha, dîrok dê wan efû neke û destê gelê me jî her tim li pêsîra wan be. Kurd, di nav wan gelan de ne ku herî pîr û pak in ku dîrokê dîtiye û şahedî kiriye. Dezgeheke siyasî ya ku wek dewletê xwe bi kirêtiyê pêkaniye, di nav xwe de nejiyane. Dewletê her tim wek kolonyalîstî û bûyerên ku ji derve li wan hatiye ferzkirin nas kirine. Dîsa, nebûne xwedî karakterekî neteweperest ê şoven û di navbera wan û gelên cuda de qirkirina hev du çênebûye. Ji ber vê sedemê ku kurdan tiştên li derveyî van kifş kirine. Dibe ku hin kes vê taybetmendiya kurdan wek safîtî bibînin. Heta dikarin wek taybetmendiyeke civaka kolonyalîst jî fêm bikin. Lê divê em li vir diyar bikin ku nêzikahiyên bi vî rengî, aîdî derdorên xwedî desthilatiyên kolonyalîst in. Divê pîrûpakbûna kurdan neyê wê wateyê ku wê bihêsanî werin xapandin. Divê neyê jibîrkirin ku kurd, yek ji şaristaniyên herî kevn ên Rojhilata Navîn temsîl dikin û heta îro jî hebûna xwe ya wek miletekî parastine. Yên ku bi cihê Rojhilata Navîn êdi siyaseta cîhanê de bizanibin, divê bizanibin ku miletekî heta niha karibûye hebûna xwe biparêze jî, nikare bê xapandin. Loma divê yên ku banga agirbestê li PKK’ê kirine, bibînin ku bêdengiya wan wê çawa bê nirxandin? Wê nikaribin kurdan bixapînin. Yan wê çarçoveyeke aştiyane ya wek di deklerasyona ji aliyê kurd ve weşandiye de pêk bînin û ji bo pirsgirêka kurd di çarçoveya pîvanên demokratîk de çareseriyekê bibînin, an jî wê dijberiya heta niha berdewam bûye û pevçûna ku ev yek bûye sedem, bigihîje asteke ku nayê xwestin. Tiştên ku di deklerasyona ji aliyê kurd ve hat weşandin û naveroka wê fikra Kurdistana Xweser a Demokratîk e de hatine ziman, daxwazên herî maqûl in. Daxwazên gelan ên demokratîk in. Ew maf in ku bi peymanên navneteweyî jî hatine qebûlkirin. Peymanên navneteweyî dibêjin ku astengiyên li pêşiya bikaranîna van mafan hatine kifşkirin, sûcê mirovahiyê ne.
Kurd di deklerasyona ku weşandin de, dixwazin ku zimanê xwe yê zikmakî bi kar bînin, bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehî bibînin û bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî bi pêş bixin, her wiha vana bi awayekî zagonî misoger bikin. Kurd dixwazin ku mafên di hêla bikaranîn û misogerkirina ziman de ji bo gelên din hatine dayîn, ji bo kurdan jî bên dayîn. Kurd dixwazin ku însiyatîfa rêveberiyên herêmî zêde bibe. Kurd naxwazin ku her tişt ji aliyê dewletê ve bêne kifşkirin.
Dixwazin ku mijarên civakî yên bingehîn ên wekî ziman, çand û tenduristî, bikevin bin însiyatîfa rêveberiyên herêmî. Kurd dixwazin ku bedêla zirarên ku ji ber şer çêbûne, were dayîn. Kurd daxwazên ku çarçoveya wan bi vî şiklî hatiye kifşkirin dikin. Naveroka deklerasyona ji hêla aliyê kurd ve hatiye weşandin, ev in.
Bêdengiya li hemberî van daxwazan û hêviya agirbestê ku hê jî ji PKK’ê dikin, nêziktahiyeke ku di nav de hevgirtin tune ye. Mercên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, hene. Îradeyeke kurdan ku wan temsîl bike, heye. Hebûna kurdan, di encama têkoşîna azadiyê ya ji aliyê kurdan ve hatiye dayîn de, bi awayê fiîlî ji aliyê hemû kesan ve tê qebûlkirin. Di vê astê de tu kes û derdor nikarin hebûna kurdan înkar bikin. Di vê noqteyê de pirsgirêk, rakirina astengiyên li pêşiya misogerkirina zagonî ya rastiyek ku bi awayê fiîlî hatiye qebûlkirin û bidawîkirina rewşa pevçûnî ye. Kurdan tiştê ku dikevin ser milê wan, bi cih anîn.Deklarasyona ku weşandine û projeya Kurdistana Xweser a Demokratîk ku wek çareserî nîşan dane, gaveke berbiçav a ji bo vê yekê hatiye avêtin. Ger ku bi rastî dixwazin li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde pêk bê û pirsgirêk di çarçoveyeke demokratîk de çareser bibin, hewce ye gavên ku ji hêla aliyê kurd ve hatine avêtin bên dîtin û nêziktahiyeke li gorî wê pêk were.
|
|