|
Garaneke pirsan di mejiyê min de dikin qelebalixê; malûm e, ev pêleke zehmet e, her çend hestên min carina şûmiyan bikin û bagerê bi ser min de bînin xwarê jî, careke dîtir xwe digirim û di ber xwe de dibêjim, ‘Hela bise lo ya tîr hêj di binî de ye’ û xwe davêjim ser daw û dehmenên bêdengiyê. Li bal me kurdan jî bûye edet kengî yekê ji me -camêr û canikan- bêhnteng bibe hema tavilê xwe davêje ‘ser û berên’ derekê an jî kesekê/î…
Xweavêtin vê heyamê di nav me de gelekî mode ye.
Îcar, ev girê xweavêtinê vê pêlê li min jî peyda bûye; malûm e, du keran li nik hev girêbidin fêrî tir û fisên hev dibin. Ya min kula nivîsê ye; gir û rika nivîsê naşibe çu tiştî, ji bo wê jî, bi mebesta ku merema xwe bidime derê, ji du hevokên qed qedî yên bêxwê hewl didim ku di beroşa zemên de du peyvên wek kutilkên goştê hûrkirî yê catir û pûng bi ser de kirî, têk vebidim û bi vê jî dixwazim hinekî bayê hundirê xwe (tira xwe) ji hinavên xwe bidime derê…
Nivîs jî, wekî her reftar û bizava mirovî hewl û pêrabûna derbirînê ye. Bi vê reftarê merem û daxwazên xwe em (tir û fisên li ser mîdê me rûniştine û dibine sebeba zikêşiya me) ji hundirê xwe davêjin û xwe pê rehet dikin û wê rik û kula hinavên xwe vedireşînin derê.
Ev yek me rehet dike, em pê bi hebûn û nebûna xwe, bejn û bala hizr û fikrên xwe dihesin û rûsî û cestê xwe yê rastîn nas dikin û giraniya xwe ya heqîqî (hûn dikarin wek asoyên serwextî û têgihiştinê, kemilîna exlaqî û helwesta li gel jiyanê têbigihêjin) serwext dibin…
Nivîs jî wekî gelek reftarên însanî cureyeke xweavêtinê ya bi ser bext û torê strî û dasiyên nebîna yên jiyanê ye. Heçî dil pê heye xwe bavêje ser vê teraşê divê bizanibe ku sincên tûj li bendê ne. Wekî her xweavêtinê nivîs jî xwedan rîsk û giraniyeke dijwar û berçav e; çawa ku melevanek heta bi melevaniyan şareza nebe divê xwe di behrê wer neke, nivîskar jî berî dest bi avjeniya di nav vê behsa hizrî, hestyarî û reftara (tira xwerehetkirinê) xweavêtinê bibe, divê şareza û hilgirê/a wî barî be… Nexwe ji navtengê jêr de hemû gelî û bostan e ji me re çi!…
Wate, kurdî (bi taybetî kurmancî) wek zimanekî nivîsê xwedan kirasekî çiriyayî, bejneke kin, dîdar û dîmeneke şêlo ya peregende ye. Ev rewşa diltezîn ku ji navtengê jêr de bûye riya heyhatê, gelekî tî û birçiyê ilmekî kamil, hizreke durist û pêşverû, ya li ser reh û rîş, kok û demarên xwe yên resen e. Bêyî ku tevn û tevînên kurmanciyê bi nikilên darkokeyê nezanî, xeşîmî û heyhatiya me (em yên ku hêj kurdî nizanin bi karê nivîsa kurdî radibin, -xwedanê qebahetê xwe dizane) kul bibe û bibe çala hestiyên zimanekî divê em kirasekî temendî bejna peyva xwe ji nivîsa xwe re bidûrin û paşê xwe bavêjinê…
Ne min bi kurmancî got ha!
Têbinî: Nivîsa nivîskarê me duh ji ber kêmasiyekê derneket. Em nivîsê îro diweşînin… |