|
"Zarokên baş" ên Yaşar Buyukanit serbest hatin berdan. Êrîş li hemberî Qadên Parastina Medyayê û başûrê Kurdistanê pêk hatin. Serokê DTP'ê Nurettin Demirtaş hate girtin. Ev hemû kareyên ku ji wêneyê Tirkiyeyê hatiye kişandin cihê xwe di nav jiyana siyasî û dîrokî de girtine. AKP jî weke partiyekê çiqasî bi rejîma şerê taybet re bûye yek weke rastiyekê derketiye holê.
Kesên ku bixwazin rastiya Tirkiyeyê bibînin û bixwazin fêm bikin ku ev pêşketin ber bi ku ve diçin, dema li van dîmenan binihêre dê her tiştî fêm bikin.
Rejîma Şerê Taybet li Tirkiyeyê li ser înkara kurdan konsepta îmhayê xistiye dewreyê. Serbestberdana "zarokên baş" ên Yaşar Buyukanit, bombebarankirina bi ser Qadên Parastinê yên Medya û başûrê Kurdistanê; girtina Serokê DTP'ê Nurettin Demirtaş tev delîl in. Piştî hilbijartinên 22'yê tîrmehê AKP ji bo ku cihê xwe yê li ser qoltixa desthilatdariyê saxlem bike berpirsyariya siyasî ya konsepta îmhakirina kurdan jî girt ser milê xwe. Ji ber vê jî di van êrîşên ku ji her eniyê ve bi ser kurdan tê kirin de rista AKP'ê diyarker e.
Rejîma Şerê Taybet ji partiyên berê yên ku bûbûn hikûmet zedetir weke partî mîsyonek daye AKP'ê. AKP jî ji bo ku cihê xwe yê li desthilatdariyê saxlem bike vê helwesta rejîma Şerê Taybet li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne.
Li gorî vê rastiyê rûyê AKP'ê yê rasteqîn hatiye teşhîrkirin. Li ser vê yekê jî ji hikûmeta AKP'ê re hikûmeta Şerê taybet hate gotin. Piştî hilbijartinên 22'yê tîrmehê bi pêvajoya avakirina hikûmeta re bi her awayî şerekî qirêj ê taybet hatiye meşandin û gurkirin. Ev şerê qirêj-taybet, bi beşdariya hin derdorên hevkar û xayinên kurd weke tê zanîn bi aktorên nû tê meşandin.
Piştî hilbijartinan geşedanên ku di dema hikûmeta şerê taybet AKP’ê de hatine jiyandin, bal hate kişandin ku berjewendiyên rejîma şerê taybet û AKP’ê gihîştine hev. Ev herdû jî li ser dijîtiya li hemberî kurdan gihîştine hev û noqteya ku AKP û rejîme şerê taybet li hev kirine ev e. Di vê pêvajoyê de derketiya holê ku AKP ne tenê di hikûmetê de her wiha di desthilatdariya dewletê de jî bandorker be. Piştî hilbijartinên 22’yê tîrmehê lingên dewletê yên bingehîn ku weke daraz, qanûndanîn, birêvebirin ku însiyatîfa wan ketine destê AKP'e vê yekê rast derdixe. Serokomar AKP'î ye. Serokê Meclîsê AKP'î ye. Taybetiyên tarîqetparêziya Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn tê zanîn. Her wiha saziyên YOK û TRT ku weke saziyên bingehîn ên dewletê tê zanîn jî ji aliyê AKP'ê ve hatiye dagirtin. Ev tev bi îcazeta rejîma şerê taybet, bi hevdîtina R. Tayip Erdogan û Yaşar Buyukanit ku li koşka Dolmabahçeyê bi awayekî taybet hatine cem hev û bi encama mutabaqateke hevbeş pêk hatine.
Bi îcazeta rejîma şerê taybet ku AKP’ê di qoltixa desthilatdariya dewletê de cihê xwe saxlem kiriye, li gorî berjewendiyên şerê taybet e jî. Rejîma Şerê Taybet li ser berjewendiyên hevpar bi AKP'e re li hev kirine. Heta mirov dikare bêje ku lihevkirineke wêdetir AKP’ê kiriye weke dûvikê xwe yê siyasî.
Di dawiya sedsala 20'an de bi hilweşîna sosyalîzma reel re di nava hevsengiya cîhanê ya guhartî de, hêzên sermayedar yên global heta wê rojê lingekî ku weke nakokiyeke dijber didîtin winda kirin. Ev yek jî hişt ku sermayedarên global bikevin nava geriyana dijminên nû û hewcedarî argumanên nû bû. Li ser vê yekê îslama radîkal ji bo xwe wekî neyarê herî mezin îlan kir. Ji ber vê jî ketin nava hewldanan ku ji xwe re li hêzên hevkar-sîxur ku di nava tevgera radîkal a islamî de hêzên bi rengê Hespê Trûvayê ku bikaribin tevbigerin. Avakirina partiyên wek AKP'ê encama vê yekê ye. AKP ku xwediyê karaktereke wiha ye, tu astengî li pêşiya wê tune ne ku bibe dûvika sivîl a şerê taybet. Ev rastî, bingeha têkiliya Rejima Şerê taybet ku ji bo AKP'ê daniye holê û naveroka mîsyona wê nîşan dide.
Rejîma Şerê Taybet çavên xwe ji rejîma AKP’ê re ku cihê xwe yê qoltixa desthilatdariya dewletê saxlem dike re digire û bi vî rengî AKP ya Îslama Siyasî bi kar tîne û derfeta ku muxalefeta nava civakê notralîze dike, bi dest dixe. Bi vî awayî li hember înkar û îmhakirina klasîk a dewletê ku civak ji rêgeha dewletê ya îdeolojîk û siyasî dûr ketiye ji nû ve dîsa li dora şere rejîma taybet ve dicivîne.
Heke ne ji hikûmeta AKP’ê bûya rejîma şerê taybet nikarîbû vê wêrekiyê nîşan bidana û ew qas êrîş nedikirin. Rejima şerê taybet li hundir çawa AKP'e bi kar tîne li derve jî li hemberî dewletên herêmê bi kar tîne. Bi dewletên re têkiliyên germ datîne û bi hev re li hemberî PKK'e êrîşan li dar dixin. Di heman demê de têkiliya AKP'ê ya bi sermayedarên navneteweyî re jî bi kar tîne. Ev hemû li gorî berejewendiyên rejîma şerê taybet pêk tê.
AKP ku li ser dijberiya kurdan bi rejîma şerê taybet re li hev kiriye, di nava raya giştî de hêvî û bendewariyên ku hatine afirandin ji aliyê rejîma şerê taybet ve tê bikaranîn. Îro, hin derdorên ku divê di nava eniya li hemberî AKP’ê têdikoşin de cihê xwe bigirin, lê helwestekê nîşan nadin di rastiya xwe de ev tişt heye.
AKP bi rewşa xwe ya dijberiya kurdan gihîştiye asteke xeternak e. Bi navê îslamê, gelê me yê misilman ku girêdayî ola xwe ye di bin bandora xwe de dihêle. Dîsa di heman demê de AKP dixwaze xwe bispêre hinek xayin û hevkaran. Vê yekê jî bi navê îslamê dixwaze pêk bîne.
Bi vî awayî çawa di dema darbeya leşkerî-faşîst a 12'ê Îlonê û di salên 1990'î de rejîma şerê taybet weke çekekê îslama sexte bi kar anî, îro jî dixwaze bi kar bîne. Di dema 12’ê Îlonê ya cunta de bi devê generalan ku xwe dispêre serokatiya karê diyanetê û di salên 1990’î de bi destê Hizbî-Kontra kirine. Niha jî xwe dispêre AKP’ê û li gorî şertên hatine guhartin pêk bîne.
AKP û rejima şerê taybet bûne yek. Dema ku mirov li rastiya AKP'ê binêre dê bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin fêm bike. Heke ev rastî neyê dîtin, fêmkirina şerê qirêj ku di dema AKP'ê de çima ew qas hatiye zêdekirin ne mimkûn e. Mixabin hê jî kesên ku vê rastiyê nabînin û fêm nakin hene. Bêdengiha wan a li hemberî serbest berdana "zarokên baş" ên Yaşar Buyukanit, êrîşên li hemberî Qadên Parastinê yên Medyayê û başûrê Kurdistanê re girtina Nurettin Demirtaş re, ji vê rastiyê tê. |