|
Saleke din çû, sala nû hat. Herkes di rojên dawiya salê de pirsên zêde li pêşberî xwe dibîne ka: Gelo min di sala derbasbûyî de çikir û çi nekir? Pilanên ku di mejîyê min de bûn, çiqas biserketin? Aya ez mirovekî/e serkevtî bûm an ne? Çima min wa kir û wa nekir?... Û bi dehan pirsên din. Gelek kes ji karnameya jiyana xwe razîne. Hingî ne poşmanin ku saleke din li ser temenê wan zêde bûye, lê hinek jî bi „ax û pof“ in û pite-pita wane ka:“çima ez di jiyana xwe de kesekî/e serkeftî nebûm?”. Hinek xwe bextewer û hinek jî xwe bextreş dihesibînin. Mirov giyandarekî şiûrdare û bi wê sedemê jî weke „eşrefê mexlûqat“ hatiye binav kirin. Ji bona wê jî mirov hertim li pey jiyaneke nû û xweziyên mezinin. Elbete jiyana mirovan jî yanî berhem û pêkanîna projên baştir, çi biçûk an jî mezin, ferq nake. Lê ya girîng ewe ku di jiyanê de pêngavek ber bi pêşve hatibe avêtin. Ger wisa nebe, jiyan nikare jiyaneke bi berhem be. Ferqa me û giyandarên din yên li rû erdê jî tenê di vir deye. Kesên ku di destpêk û dawiya salê de pirsên wiha ji xwe dipirsin, pîvanên wan yên ji bo jiyanê hene. Kesên wiha 100% rojekê yê di peyakirina pilan û projên xwe de biser bikevin. Ew dikarin xwe di nava koma mirovên bextewer de bibînin.
Li aliyek din jî gelek kes hene ku haya wan ji çerxa felek tune, roj û sal, dem û dewran ji wan re bêwatene. Çawa diçe, bila biçe û wek bav û kal dibêjin:“ Ne xema wane, ne dema wane, qirçe-qirça benîştê wan e“. Ew di dirêjahiya hemû rojên salekê de li bendê ne ka çawa roja wan bidawî bibe û „wextkujî“ ji wan re karê serekîye. Mixabin mirovên bêarmanc jî xwedî felsefeyeke wihane. Ez wan ji koma bextreşan dihesibînim. Kesên ku nizanin çima hatine, kûde diçin û çima diçin, giyandarên bêşiûrin. Xweziya bi wan kesên ku dixwazin hemû rojên wan yên jiyanê, rojên pirbar û bi sûd bin bin. Poşman nebin ku saleke din li ser temenê wan zêde bûye.
Ger em wek netewek çend milyonî ji xwe bipirsin ka di sala derbasbûyî de me çikiriye û çi encam ji bo doza xwe standine, nizanim bersiv dikare çi be!!. Lê li gor min: Di sala derbasbûyî de Kurd di qada siyasetê de zêde serketî nebûne. Li bakurê Kurdistanê şerê Kurda ji bo demokrasîkirina Kurdistan û Tirkiyê bêrawestan berdewam bûye. Ger encamên mezin jî bidest neketibin, ew vedigere ser bêhelwestiya rayedarên komara Tirkiyê ku hê jî bi mejiyê xwe mîna 85 sal berî niha difikirin. Lê bizava rizgarîxwaziya bakurê Kurdistanê karî ala aştîxwazî û demokrasiyê hem li serê çiya û hem jî li bajar û gundên Kurdistan û Tirkiyê bilind bike. Di qada siyasetê de ev serkeftinke mezin bû. Li başûrê welat rewşa Kerkûkê hê jî mîna berêye. Di sala nû(2008)an de ka ev girêya kor û venebûyî yê vebe an ne, carê kes nizane. Di dawiya sala 2007an de faşîstên Tirk dîsa jî dilreqiya xwe ya li dijî doza Kurda baştir dan eşkere kirin. Amrîka careke din xiyaneta sala 1975an ya li dijî bizava Kurdên başûr bi bîra anî bîra!! Gelo Amrîkî dîsa jî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî yê Kurda bifidoşe? Bombarana gundên jêriya çiyayê Qendîl bi heceta ji holêrakirina şervanên PKKeyî, careke din tirsa Tirkan ya ji çêbûna dewleteke Kurd, da xuyanîkirin. Wan bi karekî wiha xwestin şepirzeyîyê bêxin nava jiyana Kurdên başûr, lê nezanîn ku bi kiryareke wiha hovane Kurd jî li jêr û jor dibin yek. Xweziya rojek bê ku dagirkerên axa me ya zêrîn bi zimanê me bizanin û fam biken ka Kurd çi dixwazin.
Ger partî û rêxistinên Kurda yek bin, hingî li herêmê dibine hêzeke mezin. Bi vê re Amrîka û welatên cîran jî nikarin hema wiha bi hêsanî ticaretê bi qeder û destkeftên Kurda biken. Hîvîdarim di sala nû de herkes bi pilan û projên mezin ber bi pêşve biçe. Ger di jiyanê de kar û proje bi awayekî sîstematîk û rêk û pêk bên darijandin, herkes dikare biser bikeve. Hîvîdarim em tev di jiyana xwe de mirovên dûrbîn û serkeftî bin.
|