|
Nîvek gelekî girîng e; bo minûne, terazûyek bi nîveka xwe serast û durist dibe, nîveka însanekî organê ganî (cinsî) ye, nîveka umrekî dema bextewarî û bilindkirina kariyerê ye, lê belê nîveka peyvekê girêk û alozî ye, bend û kendeke bed û hulû ye.
Heke tu bixwazî mirovekê/î di mij û morana xem û gumanan de bifetisînî, tu yê tenê nîveka gotinê jê re bêjî. Hingê dê mejiyê wî/wê aloz bibe, dê hiş û aqilê wî/wê li hev bişiliqe û dê gêj û hêr bibe. Dê di nav toz û dûkêla meraqeke şêlû û bêaso de serberdayî bibe. Dê li dora xwe here û were, gêj û şêt bibe, xwe winda bike, hay û hişê wî/wê dê ji serê wî/wê biçe...
Bifikirin, destpêka gotinê ne diyar e, dawiyê jixwe nizane, tenê ji nîveka gotinê qedekê tenê dizane... Ser û binên gotinê, yanî cest di destê we de ye, hingê hûn dikarin fikr û hizrên xwe bi dilê xwe li wî/wê kesî/ê bisepînin, çimkî, ew hêj jî li 'ser' û 'binê' gotinê digere, lê nizane ku hûn ê çu carê nîşanî wî/wê nedin, çimkî heke we ev yek kir êdî va ye însiyatîf -hevsar- ji destê we derket.
Niha jî, piçekî li jiyana xwe bifikirin, gelo em gotina kî dera jiyana xwe hîn bûne? Hevsarê me di destê kê de ye; li pey çi û ber bi kîjan asoyên mij û moran ve gêr dibin, gelo em li ser kîjan kendalên jiyanê ne?
An jî em vê pirsê wisa ji hev veçirînin; gelo, der barê çend tiştên jiyana xwe de em xwedanê agahî û zanîneke bi ser û ber in? Xwedan zanîneke nepaçekirî û yekqed in; gewde, pirtî, ta, çiq, qurm û ji reh heta guliyan em çend agahî û zanînê wekî kevaleke tam dizanin û pê haydar in?
An neku tenê qeda nîvekê ya gotinê nîşanî me dane, ku em wê wekî hemû cestê wê dizanin û wisa wê dinasin? Qey ji ber vê ye, hema çi bê pêşberî me, bêyî ku em lê bifikirin û bizanibin hema yekser xwe davêjin navê û bi 'qeda gotina ku fêrî me kirine' wê pênase dikin û xwe zana û têgihîştî dibînin? Qey ev e, gava mirovek bi pêjna ilm û zanistê dihese dihesibîne ku wî/wê tevahiya ewî ilmî hel kiriye û pê haydar e, lê gava ku pê de diçe dibîne ku ew hêj gelekî dûrî wê ye?
Qey ji vê ye, paradoks û dubendiya herî mezin, gava mirovek bi bêhna razekê dihese dibêje min her tişt zanî, lê gava zanîn zanî îcar jî dibêje, xwelî li serê min ez tiştekî nizanim, qey zanîn gava ku tenê bi qeda nîvekê bête tarîf û pênasekirin wisa mirovî gêj û sewdaser dike?
Bifikirin, xeyalên we yên avakirina dinyayekê hene, ji bo vê jî, hewcehiya we bi mirovan heye; bi kesan, lê divê ev kes di bin nîrê we de bin da ku hûn bikaribin xeyal û îdealên xwe pê bidin kirin... Wê demê, hûn ê, ji qedên zanînê kod û şîfreyên herî balkêş bineqînin, ser û binê wan veşêrin, qedeke zirav ji nîveka gotinê hilbijêrin û wê li wan kesan bisepînin...
Baş bifikirin, gelo em her roj bi çend qed û peyvên nîvekê diaxivin û bi gotinên bê 'ser û ber' di kendalên jiyanê gêr dibin?
Biceribînin, gava we ser û binên gotinê giş bi hev ve girêdan hûn ê bibînin ku heke berahiya nîvekê û dawiya wê tunebe çu wateya wê nîn e, ka bibêjin, ma çima hûn dê li pey qedên gotinên bêwate umrekî wekî şitila reyhanê bimezêxin!... |