Komara Îslamîya Îranê û Cinayeteke din… Ji Şehîd „Hesen Hikmet Demîr“ re
Bi sedan sale ku karê wan hertim xapandin û derew bûne. Bi navê zagûn û ola îslamê henekên xwe bi qedera gel û mirovan kirine. Ji bo mayîna xwe mîna rovîyan sedhezar carî bi rûyê mirovan kenîne lê piştre jî ji piştve xencera xwe ya jehrîn daweşandine. „Qûrana pîroz“ ji mezinên mere îmzakirin û şandin, bextê xwe dan wan û sond xwarin ku:“ Bi vê Qûranê em we li ser rû erdê nakujin, werin ka hûn Kurd çi dixwazin!“ lê dema çûn ber bextê wan, ew kuştin û bi Qûranê re „zindî bi gor“ kirin. Ji bona wê jî bav û kalên me hertim şîretek wiha kirine:“ Ger Ecem rastî te hatin: an ji ber wan bireve, an lêde bikuje an jî yê te bikujin“. Belê eve felsefeya rayedarên Ecem yên efyûnî û esrarkêş. Ew ji bo mayîn û parastina desthilatdariya xwe ter û hişka bi hevre dişewitînin. Pêr: Emîrxanê Lebzêrîn, Simkoyê Şikak, Pêşewa Qazî, duh: Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî û Ifet Qazî û îro jî: Hesen Hikmet Demîr û bi sedan azadîxwazên din tên teror û îdamkirin. Navê wî „Egîd“ bû û birastî jî mêrxas bû. Di girtîgehên Îranê de wî cesaret û mêraniya xwe ji berpirsên „komara wehşetê“ re dabû eşkerekirin. Ji ber wê jî şikenceyên li ser laş û riha wî ya bilind pir dijwar bûn. Ew bi birîndarî ketibû destê pasdarên Îranî û li gor zagûnên hiqûqî „dîlê şer“ dihat hesibandin. Ew çendîn cara xebitî ku ji girtîgeha reş û tejî zulma Urmiyê rizgar bibe, carekê jî biser ket, lê dîsa jî hat girtin. Ew birin girtîgeha bajarê Xoyê. Vê carê şikence ji berê pir girantir bûn: Hucreyên tarî û sar, girêdana girtiyên azadiyê ji serê êvarê heya berê sibê di hewşên sar û betonî de, şikenceyên rûhî ku bandoreke nigatîv li ser rewan û mejiyê mirovan çêdike, lêdana bi dar û sondeyên stor, xwarinên kevin û kêmhêz di jiyana wan ya rojane de berdewamin. Egîd ji bakurê Kurdistanê bû, lê sinorên destçêkirî jêre bêwate bûn. Çû nava rêza gerîlayên PJAKê û bû şervanê doza Kurdistana mezin. Di jiyana xwe ya şoreşgeriyê de xurtekî bi liv û lebat bû. Dema çû nava jiyana gelê Kurd li rojhelatê Kurdistanê: hem derdê netewa xwe pir baş naskir û hem jî baş bi kûrahiya siyaseta komara neîslamî hesiya ka çawa dane ser rêya mîratgir û padişahên xwe yên stemkar. Wî zanî ku wan nehiştine Kurd di hemû warên civakî, aborî û siyasî de pêş bikevin. Cinayetên rayedarên Ecem li dijî doza Kurd û şervanên azadiya Kurdistanê ji çaxê Sefewî û Qacarîyan bigire heya serdema Pehlewî û rayedarên komara neîslamî ya Îranê! ne yek û sedhezarin. Ew her sê: Îran, Sûriye û Tirkiye li dijî doz û şoreşgerên Kurd bûne yek. Li kîderê Kurdekî azadîxwaz bikeve destê wan, ew dikarin bi hevre li ser tunekirina wan biryarê biden. Egîd di fêrmiyetê de himwilatiyê Tirkiyê bû, lê li Îranê hat îdamkirin!!!. Ev ji me Kurdan re mesajeke gelek watedar e. Heval Egîd çend sal bû ku jiyana xwe di girtîgehên „komara wehşetê“ de derbas kiribû. Rayedarên komara neîslamî, her çend mehan carekê ew dişandin girtîgehekê. Li her derê di girtîgehê de jî mala wî ya herî xweş hucreyên tarî bûn!!. Bêhurmetî û sivakatî ne li dijî xwe û ne jî li dijî netewa xwe nepejirand. Serê xwe ji wan re netewand û di nava girtîyan de dest bi çalakiyên siyasî kir. Wî ji girtiyan re digot ku:“ Hevalno mirovên bi îrade bin, xwe nefiroşin û li dijî netewa xwe nebine kewên Gozel. Ji dîroka bav û kalan ibretê bistînin.“

Kes bi qasî heval Egîd bi siyaseta çewta dewleta Îranê nehesiyabû, lê dema çû girtîgehê bû bisporekî şehreza di şirovekirina cewherê sîstema komara îslamî li Îranê. Sîstema totalîter ku bi navê îslamê hemû cûre cinayetan dikin. Wan di temenê xwe yê desthilatdariyê de rastiyek ji raya giştî re îspat kirin:“ Mafê mirovan li ba wan tiştê herî bêqîmet e.“ Îdamkirina heval Egîd cinayeteke ne ji bîrkiriye. Kiryareke li dijî mafê hemû mirovan. Îdama azadîxwazan yanî kuştina hemû mirovan û birîndarkirina riha hemû kesên ku ji bo demokrasiyê dixebitin. Li herdera cîhanê herkesê ku xwe insan bihesibîne, divê nehêle ku xwînmêj berdewam bin di rijandina xwîna azadîxwazan de. Em Kurd jî divê qet ji bîra xwe neben ku em tev deyndarên keda şehîdên doza Kurdistanê ne. Li bakur, başûr, rojhelat û rojava pêwîstiya me bi hevgirtinê heye. Êdî bese, çimkî dagirker bûne yek, lê gelo çima em nabin yek!? Bira heval Egîd: şehadeta te jî pîroz be. Tu jî bû serbazekî bênav û nîşan ku em hê jî nizanin tirba te li kûye!!. Lê rojek yê bê ku keç û xurtên azadîxwaz yê kom bi kom berê xwe bidene bajarê Xoyê û tirba te ya pîroz ziyaret biken. Neheqiya li dijî mafê te qet nayê ji bîrkirin.
Foto: Ji arshîva Dêrsim Oremar |