Ji Bo Yekîtiya Netewî û Kurdistaneke Serbixwe: ÊDÎ BES E
Êdî Bes e: Bila partî û rêxistinên Kurda di navbera xwe de istratêjiyeke hevpar û yekgirtî pêkbînin.
Êdî Bese: Xweşbawerî, dûrnebînî, hesûdî, bêtifaqî, çavnebarî, ji hev heznekirin û bi tena serê xwe mayîn.
Êdî Bese: Hevgirtinekê di navbera xwe de çêbiken. Çimkî em hê jî di hemû dinê de mezintirîn netewa bêdewletin.
Êdî Bese: Ma ne şerm û rûreşiyeke dîrokiye ku di sedsala 21an de 45 milyon mirov li rû erdê hê jî bênasname bin.
Êdî Bese: Di sedsala derbasbûyî de bav û kalên me nebûn yek, em bêdewlet û bindest man. Bila nifşên paşerojê jî tif û nifira li me nebarînin.
Êdî Bese: Bila rojekê neviyên we rayedarên Tirk şermê ji xwe neken û nebêjin:“ Bav û kalên me hov û har bûn, bi Kurdan re rêya aşitîyê nepejirandin û ketin ser rêya Çengîzxan, Neron, Hîtler û Mosuliny “yan.
Êdî Bese: Bila di nava me Kurdan de êdî xiyanet wek mîrasekî dîrokî neyê binav kirin.
Êdî Bese: Zimanê dagîrkeran bikar neînin, evîna zimanê xwe yê zikmakî şirîntir bikin, bi Kurdî bifikrin, bixwînin û binivîsin.
Êdî Bese: Siyaset û berjewendiyên netewî-dîrokî nekene qûrbanê ticareta xwe ya şexsî.
Êdî Bese: Ji nirxên xwe yên netewî heze bikin, zindîkujên mirîperset nebin.
Êdî Bese: Xwe ji gelên serdest siviktir û bêşexsiyettir nehesibînin. Çimkî ger em bi hemû taybetmendiyên xwe yên netewî ji wan zêdetir nebin, kêmtir jî nînin.
Êdî Bese: Jiyan û ramanên nirxên xwe yên netewî bixwînin, daku şiûra we ya millî ji xewa sedsalan şiyar be.
Êdî Bese: Felsefeya hezretê Ehmedê Xanî bixwînin daku: sedemên bindestî û rêya serfiraziyê têde bibînin.
Êdî Bese: Heya em nebin yek, dermanê bindestiyê jî qet peyda nabe.
Êdî Bese: Yên ku di çardîwarên mala xwe de bi xewin û xeyalan dijîn, bila hinek objektîvtir bin.
Êdî Bese: Kirina karekî bi feydetire ji hezar gotinan. Çimkî bav û kalan gotiye:” Gotin bist û çarin, lê du-du bikarin.”
Êdî Bese:“ Çavê li deriya, xûlî li seriya”.
Êdî Bese: Bawerî û pişta me bila tenê bi me germ be, di hemû tengaviyên dîrokî de tenê çiyayên me dostên me bûne.
Êdî Bese: Ji sembol, şervan, Gerîla û parêzvanên doza xwe ya bi şan û şeref hez bikin.
|
|