|
Wekî ku tê zanîn, ji vir û du hefte berê; li Amedê di merasîma gerilayên HPG de, hêzen ewlekariyên dewleta Kemalîst êriş biribûn ser gel. Piştê êrişa hêzên dewletê, gelê Kurd li seran serê Kurdistanê rabûn ser piyan û berxwedanek wê di rupêlê pirtukên dîrokê de cîhê xwe bıgre dan. ji van berxwedanan jî yek, li qeza Qoserê (kiziltepê) pêk hatibû. Wekî li amed û sêrtê, li Qoserê jî bi destê hêzên ewlekariyên dewleta kemalist du ciwanê kurd hatin şehît kirin û bi dehan kes ji hatin birîndarkirin. Tevê ku kuştî û birîndaran hêzen dewleta kemalist li qezayê terorek bê sînor meşandin. Avêtin ser malan û li jînan dan. Zarokên hîne bi temenê xwe 12. 14 ne girtin bin çava û tevê ku êskenceyên giran bi wan marşa netewa tirk danê xwendin û wd.
Piştê bûyeren sê rojan li Qoserê dewam kirin û ji ber zilma hovane ya dewletê dikandaran dikanê xwe girtin, li ser vê yekê rojnamavanen li heremê, peşiye serî li fikra serokê şaredariya bajêr Cihan Sincar girtin.
Cihan Sincar ra, ku ji mêj ve bi helwesta xwe ya kurdistanî û di axaftina kurmancîda bi israr û xwedî pivan tê naskirin, li ber avahiya şaredariya Qoserê civînekê çapemeniyê li dar dixe.
Di civînê de, behsa zilma dewletê ya li ser gel dikê. Her wiha ji bo çareseriya pirskirêka kurd li bakurê kurdistanê jî, bang li hûkumet û derudorên bi meselê re eleqadarin dike û divêje; " Ji bo rêyên aşîtiyane neyên qitimandin, divê di seri de hûkumet û derudorên din bi xûnsarî nêzê meselê bibin û ji bo alozî û pevçûn hîn zêde nebin û kurd neyên kuştin, hêzen ewlekariyê devê di çerçeva huqûqê de nêze çalekvanan bibe"
Bê guman Cihan Xanimê axaftina xwe bi Kurmancî kiriye. Ji ber vê yekê rojnamevan jê tika dikin, ku ew çend tiştan jî bi zimanê tirkî bike.
Cihan Xanim bersivek dilê me kurmancîhezan xweş dikê u ji rojnemavana ra;.
"Ji xwe sedema bûyeran ew ê ku bi israr tê xwestin ku xelkê qezê bi tirkî bi peyive.."
Tu her bijît Cîhan Xanim. Em baş dizanin û ji te bawerin ku di heman demê de, erk û helwesta ji te hatî xwestin, te bê tirs û bê guman pêkaniye. Te di wê civînê de, ne tenê erka xwe bi cîh aniye. Her wiha bi tevê ku erka xwe, te cûdabûna xwe ji raxistiye ber çavan.
Em kurmancîhezên her roj dimrin, ji ber ku; sersariya nûner, şaredar, qadro û siyasetmedarên Kurd bi zimanê xwe naxifin. Lê belê em sipasiya te dikin. Û hevîdarin ku ew kesana te ji xwe re wek nimûne bigrin û hewlbidin xwe û mîna te bi zimanê şêrin, biaxifin û sîyaseta xwe bikin.
Tu her bijît Cîhan Xanim. Spas hezar car spas
07. 04. 2006 Firat_Mirqasimlo |