|
Berî bombarankirina başûrê Kurdistanê (ji aliyê dewleta Tirkiyê ve), dihat texmîn kirin ku di çavê Amerîkayiyan de du cure Kurd hene: Kurdên baş û çavreş(başûr) û Kurdên çavsor û terorîst(bakur). Di 09ê nîsana 2003an de hikûmeta Baas li Îraqê têkçû. Tirka nehiştin ku Amerîkî û hêzên hevpeyman axa wan ji bo şandina hêzên leşkerî û îmkanên lojîstîk bikar bnînin. Lê li başûrê Kurdistanê rêxistinên Kurda yên sereke bi hemû şêweyan hevkariya wan kirin. Kurda gulên sor pêşkêşî eskerên Amerîkî kirin, bi tilîlî û germî pêşwazîya lê kirin û di herifandina dîwarê Baasîzmê de li kêleka wan bûn. Lê di dawiya dawî de li hemberî hemû fîdakarî û hevkariyên Kurdên başûr, tercîha Emerîkayîyan dîsa jî hevkariya bi hikûmeta Tirkiyê re bû!!. Belê… birastî jî pir ecayêbe!!. Dewleteke înkarger û şovenîst ku di hemû temenê xwe da kuştin û teror karê wê yê sereke bûye, dibe hevalbendê Amerîka!!. Dewleta ku dixwaze di Rojhelata Navîn de sîstemên totalîter hilweşîne û demokrasiyê cîgir bike, li kêleka T.Cye. Tirkên ku şovenîsma xwe derbasî dervey sinorên xwe yên fermî jî kirine. Dema Amerîka xiyaneteke wiha eşkera li Kurdên dost û hevalên roja tengaviyê kir, êca hingî me Kurda teva zanî ku dîsa jî wan xiyaneta sala 1975an li me dubare kir. Xiyaneta ku dawî bi xebateke 14 salî anî. Hingî jî serokê şoreşê nemir Mistefa Barzanî çendîn û çendîn cara li rûyê rayedarên Amerîkî nêrîbû û bi dilekî tejî êş û elem ji wan pirsîbû ka:“ çima, çi bû, we çima wiha em erzan firotin…?!“ lê heyf ku em hê jî ji dîroka xwe ibretê nastînin!.
Baş tê bîra min di germe-germa şerê Tirka yê ragehandinê li dijî PKK û hikûmeta başûrê Kurdistanê, serokê hikûmetê bi hemû awayan xemgîniya xwe ya ji ber kuştina eskerên Tirk dabû xuyanîkirin!! Behsa zirar û ziyana PKKê û feydên dostaniya Tirkan kiribû. Belkî nîşandana helwestek wiha dîplomasî bû û ev jî ne karekî xerabe. Lê tevî hemû cure hevkariyên wan, Amerîka dîsa jî Kurd kirin fîdayê berjewendiyên xwe. An jî bi kurtî: Weke sala 1975an bi erzanî Kurd firotin. Zirar û ziyana ku tenê vê carê di encama hevkariya T.C û U.S.A da di her du hêlên siyasî û aborî da gehişt hemû Kurdan, bi ti zererên din re nayê qiyaskirin. Kerameta wan sinorên fêrmî şikandin ku piştî têkçûyîna Baasiyan digotin emê bi hemû awayan biparêzin. Ez bawerim ger sibe Îran jî xwestekên Amerîka bipejirîne, yê ji wan re jî rihet Kurda bifiroşe û navê PJAK, KDP û KOMELE jî yê ji bo xatra berjewendiyên xwe yên siyasî-aborî bêxe lîsteya terorê.
Di vê navê de gelo me Kurda çi kiriye û pêwîst bû çi bê kirin ku Amerîka ticareteke wiha mezin û erzan bi qedera me neke? Çima rêxistinên Kurda heya niha di navbera xwe de stratêjiyek hevpar pêk neanîn? Ger bi awayekî şekilî jî karekî wiha pêk bihata, gelo dîsa jî Amerîka û dewletên dagîrker yê wiha bi hêsanî bêhurmetîyên xwe li hemberî xweziyên Kurda yên dîrokî berdewam bikirana? Çima serokkomarê Tirkiyê Gul di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Amerîkî re li ser Kerkûkê û paşeroja wê diaxive, lê Kurd nikarin di navbera hev de behsa Sine, Amed, Qamîşlo, Xaneqîn û Kerkûkê bikin!!? Dema şovenîzima Tirk, Ereb û Farsan li hemberî doza Kurda eniyeke hevgirtî ava diken, çima rêberên me jî hinekî dûrtir nafikirin ku di danûstandinên siyasî de wek hêzeke mezin hisabek bihagirantir ji wan re jî bê kirin?
Dagîrkerên Kurdistanê şev û rojan bêrawestan dixebitin ku çirayê doza Kurda bi yekcarî vemirînin. Amerîka û dostên rojên xweş jî herdema ku dilê wan xwest: xiyanetê li me dikin û bi sed rengan jî hemû mafên insanî dikene qûrbana berjewendiyên xwe. Gelo çima em nebine yek? Ji navçûyîna rêxistineke siyasî di Kurdistana mezin de zirarê dide hemû rêxistinên din jî. Çimkî Tirk bi aşkerahî dijî çêbûna hêlîneke Kurdî ne. Êca ew hêlîn li Kurditanê be an jî li Afrîqa, ji wan re ferq nake. Rayedarên sîstema wan dijiminên me yê sondxwarî ne. Gelê Kurd bi giştî divê li hemberî vê rewşê bêdeng nebin. Îro bêdengî û kêmxemiyên me yê sibe tev bibin poşmanî û hesret.
Kakşar Oremar
kakshar_oremar@yahoo.de
|