|
Şerê taybet û qirêj ê Tirkiyeyê berfirehtir bûye. Tevî êrîşên di qada leşkerî de didomînin, di qada dîplomatîk de jî êrîşên xwe dijwartir dikin. Serdanên Serokomar Abdullah Gul ku pêşî çû DYA’yê, paşê jî çû Misirê di vê wateyê de mînakên berbiçav in. Rayedarên dewletê ji xwe vê rewşê venaşêrin, vekirî dibêjin. Bi rengekî vekirî aşkera dikin ku ew ê di vê pêvajoyê de hemû tiştê xwe li dij têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê bi kar bînin. Tirkiyeyê di meşandina şerê taybet-qirêj de ku dexistiye asta şerê giştî, mîna aktorên sereke rol daye organên çapemenî-weşan a metînger. Organên çapamenî-weşanê jî ev rola xwe qebûl kirine.
Ji ber vê yekê pêwistî pê heye ku organên çapemenî-weşan ên Tirkiyeyê, bi serê xwe bên nirxandin. Çavdêrekî biyanî ragihandiye ku rewşa organên çapemenî-weşanê ya Tirkiyeyê ‘dikare mîna mijara tezê ji zanîngehan re were pêşkêşkirin’. Bêguman sedema ku çavdêrekî biyanî yê li Tirkiyeyê digihije vê encamê, helwest û nêzîkahiya organên çapemenî-weşanê yên ku di jiyana civakî û siyasî de alîgiriya şerê taybet û qirêj dikin e.
Di serî de yên di qada çapemenî û weşanê de dixebitin, li ser organên çapemenî-weşanê yên Tirkiyeyê kesê ku nirxandin û şîrove nekiriye nemaye. Her wiha bûye mijara karîkaturan jî. Nirxandin û şîroveyên tên kirin jî di heman noqteyê de digihijin hev. Ji noqteyên cuda dest pê bike jî, di uslup û gotinê de cudabûn hebe jî di dawiyê de dîmenên di tabloya ku derdikeve têrê dike ku bigihije heman encamê. Ev jî li Tirkiyeyê rewşeke pir xeter diafirîne. Em ne li dijî organên çapemenî-weşanê ne. Em alîgirê weşanên çapemenî-weşan yên alternatîf û azad in. Mixabin, li Tirkiyeyê organên çapemenî-weşanê yên xebatê dimeşînin -ji bilî yên îstîsnayî- di rewşeke ji organên çapemenî-weşanê wêdetir de ne. Bi tevahî xwedî karakterê şervaniya şerê taybet-qirêj in. Organên çapemenî-weşanê ku xwediyê karaktêrê şervaniya şerê taybet-qirêj pêwîst e mîna organên çapemeniyê neyên dîdin û nirxandin. Ji çi re xizmetê dikin li gorî wê bên nirxandin û nêzîkahiyeke wisa divê bê nîşandan. Li welatê me şerê taybet-qirêj tê berfirehkirin. Gelê kurd bi tevkujiyeke nû re rû bi rû hatiye hiştin. Li Tirkiyeyê organên çapemenî-weşanê atmosfera vê tevkujiyê ava dikin, bi avakirina zemîna tevkujiyê ji pêkanîna sûcekî li dijî mirovahiyê re xizmetê dikin. Ên ku organên çapemenî-weşanê yên tirk dişopînin vê rastiyê dikarin bibînin.
Li gorî hiqûq û etîka navneteweyî ya çapemeniyê weşandina bernameyên ku pesnên şer û şîdetê didin wek sûc tên qebûlkirin. Heta ku organên çapemeniyê yên ku weşanên bi vî rengî dikin, girtine û rastî cezayên din tên. Li gorî van pîvanan çapemeniya ku li Tirkiyeyê ser kar e, ji bilî hin îstisnayan divê weşana giştan bê bidawîkirin.
Li Tirkiyeyê di organên çapemeniyê de her gav û her roj propogandaya şerê taybet û kirêt tê kirin.
Bangên wisa tên kirin ku bombebarankirina welatê me, qetilkirina mirovên me teşwîq dikin, pêsnê wan didin û dixwazin ku gel piştgiriyê bidê û çepikan lêxe. Ew teqez derdikevin derveyî hiqûq û etîka çapemeniyê. Li hemberî vê divê heta niha saziyên çapemeniya navneteweyî biketa nav liv û tevgerê û li hember çapemeniya tirk ku li Tirkiyeyê bûye aktorê rêvebirina şerê taybet û kirêt helwest nîşan bida. Lê mixabin çapemeniya mêtînger ku di qada navneteweyî de bûye amadekara tevkujiyeke nû ku li hemberî gelê me bê lidarxistin helwestek nehatiye diyarkirin.
Şerê taybet û kirêt ê ku li welatê me tê pêşxistin, li dijî gelê me gihiştiye radeyeke wisa ku di nav xwe de pêşketinên xetere dihewîne. Li dijî vê hevgirtin hewcehiyeke lez e. Divê gelê me li hemberî şerê kirêt û taybet xwe biparêze. Riya wê jî ew e ku gel bibe xwedî helwest li dijî pêşamadekariyên şerê kirêt û taybet ku çapemeniya tirk serederiyê pê dike.
Çapemeniya mêtînger weşanên ku tu dibêjî bi gelê me henekan dike pêk tîne. Bi çanda gelê me û nirxên gelê me dilîzin. Kesên ku girêdayî nirxên gel in tu car dilê wan ranake û dilan xwîn dike. Li hemberî vê yekê wê hîn çiqas bêdeng bimînin?
Hestên olî yên gelê me yê misilman bi mantiqeke bazirganî tên bikaranîn. Li ser navê dîn fetwayan belav dikin û kirinên ku dîn ew wekî sûc qebûl dike dipesinînin û teşwîqa wan tê kirin. Dikin ku rewşê wisa derkeve ku rê li ber qirkirina gelê me yê misilman bê vekirin. Ev tişt hemû di ser weşangeriya mêtinger re tên kirin. Teqez misilmanbûn ew e ku mirov li welatê xwe xwedî derkeve, bi gelê xwe ve girêdayî be û neçakiyan qebûl neke.
Rêveberên şerê taybet-qirêj, wekî aktorên sereke, peywir dane van weşangeriyan û ji bo ku karibin peywira xwe bînin cih, hemû kosp û kortikên li ser riya wan dide alî. Gelek derfetên mezin ên wekî derfetên aborî pêşkêşî wan dike. Bi pest û zordestiyên li ser çapemeniya azad-alternatîf, nahêle ku tu alternatîfeke din a çapemeniya taybet-qirêj a şerxwaz bimîne. Wisa dikin ku kiryarên wan ên qirêj û derewên wan bên veşartin.
Gelê me ne bêçare ye. Ne di wê rewşê de ye ku rolê qirêj ê çapemeniya mêtînger a destpêka şerê taybet qirêj-nebîne. Bêşik dê nêzîktêdayîna xwe ya li dijî vê diyar bike. Dê nehêle ku kenê xwe pê bikin, pê bilîzin û heqaretê lê bikin. Gelê me dê nîşanî her kesî bide ku xwedî helwestekê ye. Gelê me ne di wê rewşê de rola çapemeniya şerê qirêj fêm neke û helwestê li dijî wê nîşan nede. Gelê kurd dê li dijî sîxur û ajanên sîstema dagirker bêdeng nemîne û nehêle ku em bikevin Kurdistanê. Dê her kes vê yekê bibîne.
Ev polîtîka yên qirkirinê ne û divê hemû kurd ji bo pûçkirina van polîtîkayan rola xwe bilîzin. Divê kurd ji bo vê yekê dereng nemînin. Çimkî dijminên gelê kurd bênavber planan digerînin. |