Ma hûn dizanin ku bi çendîn hezar dilên bi zeryayên eþqê ve dagirtî û bêyî ku bi kewxezalên xwe bigihên û wan bi hemû þewata dilê xwe ve hembêz bikin, çav vekirî û miraz di dilan de mayî, bûn mêvanê goristanên xezebdar??.
Axxx, xezeba wan goristanên têrcemidî û qeþagirtî çiqas jî erjeng e.
Lo Ezîzno! ka hûn dizanin we bi berzkirina wî yezdanê kesytperest û bi wê û wan pergalên civakî yên ku sitûr û bêhnokî ne, pêþî li bezîna melheziyên çend mîlyon kewxezalan girtîye û we wan bi sitûxwarî firandî nivîngeha heta hetayî? Erê ew nivîngeh û wargehên kuçikî... Rast hûn bi hejmara wan situxwaran dizanin??
Axx, xwezî we bi paxiþîya dilê wan kewxezalan bizanibûya.
Divê li xwe mikur hatineke ji nava lêvên we berz be, nexwe hûn ê heta taliya umrê xwe her bi toqa tewambarîyê, bijîn. Û ew toq dê her kêle hewara wan kewxezalên ku hûn bûn sedemê mirina xeyalên wan, li ber çavên we yên ku bi xwîna kûjerîyê ve dagirtîye, bireqisin. Ev reqisîn dê di her kêliyên jiyana we de, derkeve pêþîya we û we bifetisîne.....
***
Ez niha tenê me. Min hemû yezdanên ku bêyî vîyana min di gorziyên dilê min de hatibûn bicîhkirin, ji cestê xwe firand û niha cestê min, hesayîbûneke kêmhemta dijî. Xwezî we bi cest hesayîbûna min bizanîbûya.
Niha bi dehan çirûskên þewqdêr hema mîn a wan serhildêrên cegerpoleyî, di giyana min de diçirisin. Xweþ û xweser diçirisin....
Ez niha bi kewxezaleke cest stêrkî re direqisim. Ew rewnaq û hêma û nîþandeyên peyreviya berev yezdaneke nû, bi min radigihîne. Û ew sedem û çevkanîya jiyana min a herikbar e. Ez wê, bi biriqîna reþikahîya çavên xwe pêþwazî dikim.
Temaþekin, ev hêmayên jiyaneke nû ye. Va ye jiyaneke nû diwelidînim. Lê ev jiyana ku niha diwelidînim, ji hemû kirêtî û dexesiya yezdanên we û yên civakî dûr, bi paxiþî û bi tîpên rehmenîya yezdanê nû ve rêsayî û xemilandîye. Dêhna xwe bidin kena wê ya tavî....
Va ye yezdaneke nû diafirînim ey kevneþopîyên benî.....
Gîyana min ji birçîbûna xwe re rêyekî diafîrîne. Û ev rêya nû, mîn a teyisîna brû û bijangên karxezalekê ku bi kilên sibhanî ve kil kirî, diteyise û ronî dide.
Mîn a hespeke hiþîn boz, pêþreviya melhezî û xeyal û xwenerojkên ku di bin seqema yezdanê we de mayî û qeþagirtîye, dike.
Gelo hûn dengên ku ji hikehik û ji bezîna wî ya bi þêrbazî û rehmanî ya þewqdêr ya ku ji dil û diliniyên dildaran pêkhatî, dibihîzin?
Na, hûn nabihîzin. Lewra hûn nikarin bi hilavêtina dil û dilinîyên dildaran bihesin
Ew kirasê benîtîyê ya ku li ser we, rê li pêþî girtina alavên we yên pêhesînê digire. Alavên we yên pêhesînê niha kerin, korin, lalin, bê ziman û bêlingin...
Û di dewsa ku hûn guhê xwe bi ser hilavêtina dilê dildaran de pêl bikin, hûn xwe diavêjin wan mizgeft û dêr ên ku hûn ji bêhna wan ji xwe diçin û hûn bi benîtîya xwe ya ji serî tewandina hinan re, dilþad dibin. Û dema hûn ji wan qaþo gerdûnnasên devgenî yên ku cilên spî û rêþ lixwekirine, rêwerza qetilkirin û dizîna melheziyên dildaran dibihîzin, kîn û nifreta dilê we berz dibe û hûn bi teherekî kuçiktî, bi nifreta xwe kamran dibin..
Lê xwezî we bizanîya ew dilþadî ya ku hûn xwe pê haþ dikin, çiqas dilþadîyeke erzan e.
Lê hûn nikarin ji rastiya dilþadî ya xwe ya bêwate hayil bin.
Rawestin, ez ê bêjim we.
Þabûnên ku ji dilþadî ya li ser hîm û binyeta kîndarîyê avabûne, ti çarî nikare we bifirîne wargehên kamranîyê.
Va ye kêlikên giyansar li we dipê. Heke hûn xwe ji mijûlbûn û pêþabûna hîsên hesûdî û rizyayî venekêþin, nexwe hûn ê di dawîya bezîna xwe de, dakevin asta kuçikên parsker.
***
Ezîzno!! gîyana min yezdaneke bi biriqîn pêþkêþê we dike. Li vî yezdanê ku ji herikîna dilê min diwelide, temaþe bikin. Çimkî ew nifta çareserkirina hemû tedayî, biçuk dîtin, zilimkirina li dildar û evîndaran, rê li ber girtina hestên pîrozwer yên ku di dil û hinavan de hildipekin, diyarîyê we dike.
Êdî heyam û kêliyên wetedayîna yezdanê nû hatî.
Va ye didim diyarkirin, yezdanê min we vedixwîne heqî yê.
Vegerin. Bi vî aliyê ve bibezin. Yezdanê evînê dixwaze li rûyê we bikene.
Di veger û hatinê de dudilî nekin. Ji tirsa, xwe nesipêrin tixûbên ku ji sarî û qeþagirtiyên riyekarîya giyanpêkenokan ve pêkhatî.
Xwe nesipêrin sî û sîbera hukimdar, dewlemed û sermîyedarên ku her yek xwe yezdaneke dihesîbînin. Lewra yezdanîbûyîna wan, kêliya ku wan hêz û heyiyên xwe wendakir, vediguheze derîyê lewazîyê û ew di dawiyê de dibin yezdanê berazan.
Bi kûjerê jinên situxwar re, nekenin. Lewra ew bi kûjtina jin û hestên wan ên pîrozwer re, xwe mîn a yezdanê pakirin û ji holê rakirina lewtê dibînin û didin diyarkirin. Û guman jê re nîn e ku kesên wiha yezdanên herî wehþ in.
Tika dikim ji we giyandaran, bi wan kûjeran re nekenin.
Û xwe bêserûber neavêjin ser dest û tiliyên þêniyên þev û rojê. Lewra ew bi hebûna we mezin û watedar e.
Rast gava hûn tunebin, ew ê bi kê re rabe reqsa bihevþabûnê.
Ji ber vê, divê hûn bi hêjayî ya xwe bizanibin, giraniya xwe biparêzin û bifitilin vî alîyê. Erê va ye li vî alîyê çemê kamranîyê diherike. Hûn xuþexûþa þûjîna çemê kamranîyê dibihîzin??
Ji bo hûn karibin êþê xwe yên kesayetî û yên civakî derman bikin û wan ji giyana xwe bifirînin dûjeha keran, divê hûn cestê xwe bi hemû wesleyên xwe ve ji bo kena yezdanê serdema nû ( yezdanê evînê) re, hesayîbikin û xwe bêþik û bêguman berdin ber pêlên çemê kamranîyê ya ku bêlewt diþûj e.
We dît? hûn pêhesîyan? va ye hûn xwe hesayî hîs dikin. Çimkî hûn niha ne li paþ û ne li para û ne jî li ser sifra yezdanê direwin hestîyan digojin, lê hûn li kêleka yezdanê evînê dimeþin. Ew ji we û hûn jî ji wî ceger û hêz digirin.
Evîn yezdane, yezdan jî evîne.
|
|