|
Roj: Sêşeme, 22’ê çileya paşîn, sal 1946.
Demjimêr: 11.00 berî nîvro
Cih: Qada Çiwarçira, bajarê Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê.
Wê rojê kes nebû ku gotineke wiha nebihîse: “Gelo xewne an jî rastî !??”
Mêr, jin, mezin, biçûk, keç û xortên ciwan, siwar û peya, esker, pêşmerge û serleşker tev li meydana Çiwarçira kom bûbûn. Xweziya zimanê der û dîwarên malên derdora qada Çiwarçira hebûya ka çawa li ser wê roja herî xweş di jiyana kurdan da diaxivîn!.
Heya wê rojê esmanê Kurdistanê nebibû şahidê ewqas qêrînên tejî şahî û xweşî. Ken ji dil, rûxweşiya herkesî jî pir sirûştî dihat ber çavan.
Zarokên keç û kur bi rêz sekinîbûn û bi kincên xwe ala Kurdistanê çêkiribûn. Wan bi hevkariya mamostayên xwe marşa “Xudaya weten awake” bi dengekî bilind digotin. Munîr Qazî ku bixwe jî endameke koroyê bû li ser wê rojê wiha dibêje: Xanim Wecîhe Şûcayî hingî mamostaya me bû.Sibê zû hat mala me û ez û xwîşka min Ifest bi xwe re birin qada Çiwarçira. Wê bi çavên tejî hêsir tevî zarokan wiha dikire qêrîn:
Nîştimanim rengîne,
Beheştî ser zemîne
Xakim wekû alakem
Reng sor û spî û şîne
Rengî sorî gulalan
Bonî sosine w helalan
Kewye befrî nuwalan
Serçawey awî jîne…
...
Di wê roja ku bibû destpêka jiyaneke nû: Kurdên her çar parên Kurdistanê (dilê ku berevajî îrade û heza kurdan kiribûn çar perçe), li Mehabadê amade bûn. Pêşewa Qazî Mihemed, Mistefa Barzanî, Qedirî Cemîl Paşayê Diyarbekirî, Tahirxanê kurê Simkoyê Şikakî, Reşîdbegê Herkî, Seyîd Ebdulah Geylanî (Şemzînî), Hacî Babe Şêx, Mihemed Husên Seyfê Qazî û çendîn kesayetiyên din bi dilekî tejî hîvî di nava gel de bûn.
Heta niha jî şahidên wê roja nejbîrkirî li ser wefdarî û mêvanperweriya rûniştvanên Mehabadê diaxivin. Heta hingî bajarê Mehabadê di temenê xwe de ewqas mêvan di nava xwe da nedîtibûn. Wê rojê gir û çiyayên Mehabadê jî di çileya zivistanê da mija xwe berdabûn û tava rojê bi tîrêjên xwe zivisatana kurdan kiribû bihar.
Belê kurd bûbûn xwedî komar, wezaretên wan hebûn û bi zimanê xwe yê zikmakî dixwendin. Rojname, kovar û pirtûk bi zimanê kurdî dihatin weşandin. Jiyanê ji wê rojê û pêde rengekî din bixwe ve girtibû. Qazî Mihemed bi dengekî bilind wiha got: “Çûne ser text, çûne ser darîşî be duway da dêt, min qewiltan pêdedem her weko le roje xoşekan da le geltandam, le nexoşî w roje reşekanîş da le rextan demênmewe…”
2’yê Rêbendanê (çile) an jî roja ragihandina Komara Kurdistanê, ji me kurdan re destpêka dîrokek nû ye. Komara Kurdistanê di wateya xwe ya hikumdariyê de modêlekî nû bû. Bi taybetî jî di qiyasa bi dewletên derdora xwe re demokratîktir bû. Mesela li Mehabadê kêmneteweyên olî û millî xwedî hemû mafên xwe bûn, lê komara Tirkiyeyê heta roja îro jî li ser siyaseta xwe ya înkarkirina 25 mîlyon kurdan berdewam e.
Mîna Qazî xanima Pêşewa Qazî Mihemed carekê ji min re wiha got: “Ez wê rojê bi sed salan naguherim”, lê ez jî dibêjim: “Li ba min ew roj ji hezar salên bindestiyê biqîmettir e. Çimkî wê salê kurdan hem ji dijiminên azadiya gelan û hem jî ji azadixwaz û demokratan rastiyek dan selmandin ku ‘ew jî dikarin xwedî dewletek serbixwe bin û di piratîkê de jî ev dan xuyanîkirin.” |