| |
| Eklenme Tarihi: 28.01.2008 Saat: 14:14 |
|
|
Konsepta nû ya qirkirine her diçe pêş de dibin. Li çiyayên bakurê Kurdistanê di mercên zivistanê de dewam dikin; ji hewa û ji erdê bombarandina bi ser Herêmên Parastinê yên Medya; li bajarên metropol yên Tirkiyeyê zext û girtin; paşketina siyasî ya demokratîk; qedexe û bêdengkirina li ser pêşverû û demokratan vê yekê nîşan dide.
Bi vê tenê namînin ‘herêmên ewlehiyê yên taybet’ têne îlankirin. Heremên qedexekirî hatine dorpêçkirin û ji çavdêriya qada navneteweyî re hatine girtin. Tiştên ku têne jiyîn wekî qetlîmên ku di sedsala borî de hatine serê kurdan tîne bîra mirov. Di wê demê de ji aliyekî ve qetlîam dihate kirin ji aliyê din ve dihatin vejartin.
Di sedsala 21’emîn de her çi qas bê gotin “dinya bûye gundekî biçûk” jî derfetên ku kurdan qir bikin hene. Ev tiştên ku me li jor gotin vê yekê nîşan didin. Ji ber vê divê ku xwexapandina ‘di sedsala 21’mîn de qetlîam çênabin’ çênebin. Îro yên ku şerê taybet dimeşînin di nava Tirkiyeyê de mercên qetlîamê amade dikin; di derveyê welat de jî ji serokkomarê wan bigire heta serokwezîr; ji serfermandarê wan bigire heta serleşker û wezîr û parlamenteran hemû hêzên xwe xistine tevgerê, da ku mercên qirkirina kurdan biafirînin. Dixwazin vê bikin. Dewleta kedxwar ya tirk ji bo vê amadehiyan dike. Serfermandar li Îngilistanê, Serfermandarê Duyemîn Ergun Saygun li Amerîkayê hevdîtinan li ser vê armancê pêk tînin. Li ser van amadekariyan dixwazin bikevin nava hewldanan. Ez tiştek zelal û vekirî ye.
Dewleta kedxwar ya Tirk vê yekê wekî çareya dawîn dibîne û ji bo ku qirkirinek wisa bîne serê kurdan cesaretê di xwe de dibîne. Yên ku vê cesaretê didinê DYA, Îngilistan û YE ne. Ku ji wan piştgiriyek bi vî rengî negire nikare tiştek wisa bike. Ku ji vana nebe ne cesaret û ne jî derfetên wê hene, da ku tiştek wisa bike.
Hêzên sermayedar yên dinyayê û kedxwariya Tirk li ser dijberiya kurdan gihiştine hev. Menfîeta wan li ser vê bûye yek. Sermayedariya dinyayê ji aliyeki ve li Rojhilata Navîn bi projeya PRONAM (Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin)’ê, ji aliyekî din ve jî kurdan bi kar tîne. Ji bo kurdan zêdeyê vê tiştek nafikire. Her çi qas weki ku piştgirî bide hêzên başûr yên Kurdistanî tev bigere jî zêdetirî bikaranîna wan tiştek din tune ye. Tiştê ku dike PRONAM’ê bi hêzên herêmî yên ku piştgirê wan in pêk bîne. Di projeyekê wisa de cihê Kurdistanek Azad û Demokratîk tune ye. Rejima şerê Taybet a Tirk li hemberî rastiya kurdan xwe ranagire, tahamûl nake. Qirkirina li ser bakurê Kurdistanê encama vê rastiyê ye.
Dive ku kurd li ser vê rastiyê tevbigerin. Li hemberî vê konsepta qirkirine divê Kurd xwedî helwest û hewldanekê bin û divê ku bi lezgînî dest bi amadekariyan bikin. Hinekên ku ji vê zanîn û rastiyê dûr in bi xafletê vê konseptê ji nedîtî ve tênê, rastiyan li nava hev dixin hene. Ev bi awayekî hevparên vê qirkirinê ne. Evan derdoran gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdan ji hev vediqetînin, êrişên hêza kedxwar jî bi vê re digirin dest. Her wekî sedemê van êrişan Tevgera Azadiyê ye galegal û gotinan dibêjin. Bi vî awayî êrîşan rewa nîşan didin û mafdar dibînin. Ev kes li hemberî gelê kurd di nava tewanbariyekê mezin de ne. Sûcê vana bi van tiştan tenê naqede. Ev kes riya çareseriya Doza Kurdî di hikûmeta AKP’ê de û DYA û Îngilistanê û YE’yê de dibinin. Bi vî awayî riya xirab û nerast nîşan didin. Bi vî awayî sûcê xwe zêdetir dikin. Eger ku îro li ser serê kurdan konsepta qirkirinê hatibe danîn pêşkêşê vê yek jê AKP ye. Eger ku li Kurdistanê zorî û zext û êrîşên têne kirin her diçe zêde dibin piştgirên vê DYA, Îngilistan û YE ne. Ji ber vê jî ne AKP, ne DYA, Îngilistan û YE çareseriyê naynin. Encax çareseriya qirkirina kurdan dimeşînin. Wan li ser qirkirina kurdan li hev kirine. Mirov nikare hêviya çareseriyê ji vana bike. Ku mirov hêvî bike mirov ji qirkirina wan re li çepikan dixe û dibe piştgirê wan.
Encax û encax kurd bi xwe konsepta qirkirin û îmhayê betal bikin. Gava ku vê rastiya “DYA, Îngilistan û hêzên din çareseriyê nayînin” bê dîtin ew ê mercên çareseriyê jî çê bibin. DYA, Îngilistan, YE li hemberî kurdan bûne yek. Projeyek wan la ji bo başiya kurdan tune ye. Berê tune bû. Di dema Yerê Dinyayê yê Yekemîn de di Peymana Sewrê de cih dabûn kurdan. Lê bi hêsanî dev ji kurdan berdan. Sedem dîsa ev bû. şûn de jî her tim kurd wekî navgîn bi kar anîne. Hêzên ku kedxwariyê bikin û her xwe di vî warî de fireh bikin ji bo kurdan di derveyê bikaranîne tiştekî nakin. Di dîrokê de evan hêzan wisa tevgeriyane niha jî ji bilî vê yekê bi tu awayan tevnagerin. Divê mirov hêviyek din ji wan neke. Tu kes nikare ji gelê me re bibêje “civaka bêhiş”. Mafekî wisa yê wan tune ye. Gelê me tiştên ku berê dîtiye ji bîr nekiriye. Îro ku di dinyayê de qala kurdan bê kirin ev ji ber ku têkoşîna xwe pêş xistiye, encamê vê tekoşînê ye. Kedxwaran ji bo gelê me digotin “civaka ku ketiye gorê, ser wê jî bi beton hatiye girtin”. Gelê me nişan daye ku civakek wisa nîn e. Ji tu hêzî jî piştgirî negirtiye û bi saya tu hêzî vê têkoşîna xwe nedaye. Destê xwe ji tu hêzî re venekiriye. Bi hêza xwe vê tekoşînê daye û hatiye heta vê merheleyê.
Ev tev dîsa didin nîşandan ku kurd ew ê bi hêza xwe çareseriyê bibînin. Ne bi saya DYA’yê, ne saya Îngilistan û ne jî bi saya YE’yê çareseri çênabe. Ne mimkûn e ku van hêzan çareseriyê bînin. Ji ber vê jî kurd divê li derve li çareseriyê negerin, divê din ava xwe de li çareseriyê bigerin. Ku bi vî awayî tev bigerin ew ê vê konsepta qirkirinê jî betal bikin.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|