|
Çend gotinên manîdar
Di nava hemû neteweyan de mirovên mezin hebûne û hê jî hene ku gotinên wan bi kiryarên wan re yek in. An jî: “Ew dibêjin û dipêjin jî”. Ger rojekê “gotinên pêşiyan” an jî ramanên wan kesên ku êdî di nava me de nemane, komî ser hev bibin, ne tenê pirtûkek belkî çendîn pirtûk dê jê derkevin. Ez di nava cîhana rewşenbîr û mezinên me kurdan de pir digerim. Bi yên ku sax in re hevpeyvînan pêk tînim û bi riya berhemên ên ku nemane jî diçime nava derya bîr û ramanên wan. Ew taca serê me ne. Gotinên wan nexşê kevirane û bi cewherê xwe wisa dewlemend in ku hezar salan jî nayên jibîrkirin.
Min li jêr tenê gulçînek ji gotinên nivîsakar, hunermend û siyasetmedarên kurd hilbijart ku hinek ji wan mane û hinek jî nemane lê ew bi nêrîn û îdeyên xwe bûne navên nemir.
Mazlûm Dogan: Berxwedan Jiyan e.
Yunis Reûf Dildar: Jiyan derfetek pir buhagiran û bi qîmet e, feydê jê bistînin, çimkî ev jiyan careke din ji me re venagere.
Aram Dîkran: Huner derya ye, her kes nikare bikeve nava vê deryayê. Ez hêşta jî şermê li xwe dikim dema peyva “hunermend” bi navê min tê bikaranîn.
Prof. Dr. Ordîxanê Celîl: Kurdino ji bo naskirina xwe û azadiya Kurdistanê: Dîroka xwe bixwînin, bixwînin û dîsa jî bixwînin. Ji ziman, huner û zargotina xwe bi dil û can hez bikin.
Pêşewa Qazî Mihemed: Divê ez bi herkesî bidim selmandin ku kurd jî dikarin bijîn û layîqî jiyanê ne…Şîret û wesiyeta min ji were ev e: Bila zarokên we bixwînin, çimkî em gelê kurd, tiştekî me ji milletên din kêmtir nîn e, tenê xwêndin nebe. Bixwînin ji bo wê hindê ku ji karwanê gelên din paşde nemînin, tenê xwêndin çek(sîleh)a kuştinê ya ji bo dijmin
Merziye Rezazî: Tikaye ba Kurdgel meseley netewî mekene fîday cûdabûnî mezhebekeyan.
Dr. E. Qasimlo: Heta pirsgirêka 40 milyon insanên kurd neyê çareserkirin, Rojhilata Navîn jî aştiya rastîn di nava xwe de nabîne.
Gulbihar: Keçên dengxweş bila dakevin qada hunerê, şerm nekin...
Nesrîn Şêrwan: Mixabin kurd qedrê hunermendên xwe nizanin û ez ji kurdan pir bi gilî û gazinc im... werin heta em saxin qedrê hev bizanin.”
Simkoyê Şikak: Ji her kesî zêdetir kurd ji bo xwe xirab in, kurd pişta hev nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bixwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.
Tahir Tofîq: Gulî serbestî ey hêzî giyanim, rewşenkerewey rêgey jiyanim.
Mistefa Barzanî: Em aştiyê dixwazin da ku em û cîranên xwe bi awayekî birayane û di nava aştiyê de bi hev re bijîn.
Hêmin Mûkriyanî: Gerçî tûşî rencerûyî w hesret û derdim emin, Qet le des em çerxe siple nabezim, merdim emin...
Seyîd Riza Dêrsimî: Ez ji bo kurd û Kurdistanê şehîd dibim, her bijî Kurdistan.
Îbrahîm Yûnisî: Hêviya min bi nifşê paşerojê pir zêde ye...
Abdullah Ocalan: Ey dîrok an ez ê te bi azadiyê binexşînim, an jî ez ê her wekî ku min tu ne jiyayî bihesibînim.
Elî Eşref Derwêşiyan: Folklora kurdan mîna okyanûsekê ye... Yilmaz Guney: Xwendingeha min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh e, zagonên jiyanê yên dijwar in, zextên civakî, xiyanet û mêrxasî ye. Mamostyayê min jî jiyan e
|