|
Roman, neynika miletekî ye. Û di vê neynikê de deng û rengê mê... Çirayê hişmendiya gelekî; hal û hoy, reng û dirûvê qewmekê di pêlên romanekê de têne ragirtin. Romanek, melevaniya bi ziman, avjeniya gotinê, haveynê hiş û hewnê miletekî giş di xwe de dihewîne.
Meraq dikim, çima hêj romanûseke jin a ku bi kurdî –mebest jê kurmanciya jorîn e- dinivîse nîn e? Gelo, qey jina kurd di hiş û hewnê miletê kurd de naxwaze cih bigire, an qey têkiliya wê bi zimanê wê re –zimanê dayikê ye ya – qedqed e? An jina kurd pêdivî bi nivîsê nabîne? Ji kerema xwe, ma kesek nîn e ku bersivekê bide min?
Li dîwana jina modern a kurd rûdinim; ji serdema neolîtîk bigire heta bi fîzîka koantûmê nirxandinên kûr û berfireh têne kirin; wek kurdek, ronîbûn û têgihîştina –xwîşk û dayik, heval û hevyarên- me bayekî hûnik bi ser dilê min tîne; di ber xwe de dibêjin, “Bi Quran, jina kurd ji xewa hezar salî hişyar bûye”, heta, her ku pê de diçin pê dihesim ku jina kurd xwedan rêxistin û dam û dezgehên xweser e, heta, kovarekê jî diweşînin – lê cihê mixabinê ye, tenê nivîseke kurdî tê de bi ber çav dikeve- aha, hingê fêm dikim ka çima romana mê, di zimanê mê –tê gotin ku kurdî zimanekî mê ye- de tuneye.
Lê nemaze felsefeya miletekî bi ser romanê bi zimanê wî miletî tê dahênan, lê jina kurd a ku bi fîzîka koantûmê dadikeve mixabin hêj hin bi zimanê xwe daneketiye ku bikaribe pê du hevokan birêse û êş û kovan, raman û felsefeya miletê xwe tê de bide derê. Gelo di vê meseleyê de ji we re jî ecêbiyek xuya nake?!
Wek kurdek, ez meraq dikim, ma ji nava me kurdan jî qet Elîf Şafak, Leyla Erbîl dernakevin? Ez ji vir ji wir dibînim, rojane belkî bi dehan gotar di vê mijarê de belav dibin, pirs ev e; “Gelo çima romana kurdî di çirava xwe de digevize?” Aya çima?
Romana kurdî nêr e; ji ber vê ye jî, romana kurdî kulek e, leng e, piyekî wê tuneye, nêrik e, hişk e, qebiz e, gêj e; bêhna nanê sêlê ya dayikan jê nafûre, çimkî, destê jina kurd negihîştiyê. Qey hêj jina kurd hin bi xwe bawer nîn e ku biçe ber awêneya hişê xwe?!
Erê, jina kurd çîrokê dinivîse, helbestê dirêse –ez behsa kurdî dikim ha- lê çima roman jî nebe? Pa kengî we niyet e romana kurdî ya nêr ji vê kefegevzikê rizgar bikin?!...
Divê neyê jibîrkirin; heke di salên destpêka Komara Tirkiyeyê de Halîde Edîp Adivar tune bûya îro Etîf Şafakên wan jî nedibûn û ne mimkûn bû ku romana tirkan bûbûya xwedanê xelata nobelê. Yanî, zimanek xwe bi ser du stûnan digire; stûna nêr û mê…
Ez dibêjim qey qenaeteke wisa heye, kurdê polîtîzebûyî –çi mê çi nêr- girîngiyeke pêwîst bi pênûs û qelemê nade. Bi wan welê ye, bi giştî nivîsandin, bi taybetî dahênana roman, helbest û çîrokê karên ne girîng in û hewce nîn e mirov serê xwe pê biêşîne. Yanî, di kategoriya girîngîpêdayînên wan de daketina bi romanê belkî jî karê sêyemîn be. Aha, ez dibêjim qey malkambaxiya vî miletî jî ev e. Çimkî, şoreşek heta hîmê xwe bi ser rehên xwe daneyne û dîwarê avahiya hişmendiya xwe bi xercê roman, helbest û çîrok –her celeb nivîsê- danegire, wê ev hîm hîmê ser befirê be û ew dîwar jî dîwarê pûtikan be, bi bayekî re hilweşe.
Ma ne welê ye? |