| |
| Eklenme Tarihi: 5.02.2008 Saat: 01:04 |
|
|
Helbet kurd dê çareseriya pirsgirêkan li benda kesî nehêlin. Ev tiþtekî xwezayî ye û divê ku wisa be jî. Di vir de divê rastî bi tenê di gotinê de nemîne; kirin jî hebe. Lewre ji aliyê her kesî ve rastî tê gotin. Tiþtê girîng ew e ku rastî bi kirinan were cih.
Heta niha gelek kesan li ser kurdan gelek tiþt gotin. Hê jî li ser navê kurdan tê axaftin. Di TV û navgînên weþan û çapemeniyê de ev kes têne dîtin. Heta hinek radibin dibêjin ku “bila kurd filan tiþtî bikin, bêvan tiþtî bikin”. Ev rastiyekê dertîne holê. Beriya ku Têkoþîna Azadiya Kurdistanê dest pê bike tu kesî qala kurdan nedikir, newêribûn bibêjin ‘kurd’. Îro gihîþtina merhaleya ku li ser navê kurdan tê axaftin rastiyekê derdixîne holê. Divê em vê rastiyê bînin ziman. Di vê merhaleyê de em girîng dibînin ku her kes li ser navê kurdan dixwaze tiþtekî bibêje û jixwe dibêjin jî. Lê divê di vê mijarê de dubarebûn çênebe. Divê ku li ser pirsgirêkên kurdan bê rawestin û nîqaþkirin. Pirsgirêk gihîþtiye merhaleya nîqaþa çareseriya pirsgirêkê.
Her çiqas di roja îro de hinek nêzikahiyên ku doza kurdî di ser guhê xwe re diavêjin hebin jî di bingehê de du polîtîkayên bingehîn hene. Têkoþîn di nava her du nêzîkahî û polîtîkayan de tê dayîn. Yek ji van nêzikahiyên bingehîn konsepta imhayê ye. Li gorî vê polîtîkayê ku li ser kurdan îmha û qetlîama çandî û hebûnê bê meþandin, di dawiyê de dê pirsgirêk çareser bibe. Niha ev polîtîka tê pêkanîn. AKP’a ku hikûmeta þerê Taybet e û Serfermandariya Tirk vê polîtîkayê pêk tînin. AKP hebûna kurdan înkar dike; serfermandariya Tirk jî biryara tunekirina kurdên ku tenê înkarkirin daye. Xwediyê vê polîtîkayê amadehiyên xwe yên dawî dikin. Ji bo ku di qada navneteweyî de þert û mercên vê yekê çêbikin dixebitin. Ziyaret û gerên berpirsên serfermandariya Tirk, Serokomarê Tirk, Serokwezîrê Tirk û berpirsên Wezareta Kar û Barên Derve, hemû ji bo vê polîtîkayê ne. Divê ku ev ziyaret û ger biçûk û sivik neyên dîtin. Êrîþên li ser Herêmên Medyayê û baþûrê Kurdistanê encama hevdîtina Serokwezîrê Tirk û Serokê DYA’yê bû. Bi van êrîþan ne ku qîma xwe tenê bi mercên qada navneteweyî tînin, li bakurê Kurdistanê jî þert û mercên qetlîam û îmhayê amade dikin. Îlankirina Herêmên Ewlehiya Taybet, avakirina Artêþa Taybet ya Profesyonel li ser vê bingehê ne. Li herêmê êrîþên leþkerî têne kirin û provayên qetlîamê têne kirin. Çapemenî û weþangeriya Azad ya alternatîf tê bêdengkirin. Bi vî awayî tê xwestin ku ev qetlîamên ku tên plankirin veþartî bimînin. Siyaseta meþrû ji kurdan re tê girtin. Di serî de DTP û hêz û rêxistinên demokratîk di bin zorî û zextan de ne.
Bi vî awayî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê wekî dema navbera 1925 û 1940’î îzolasyon û dorpêçkirin tê çêkirin. Þert û mercên qetlîama giþtî ya ku qada navneteweyî dê pê nehese ava dikin. Serfermandariya Tirk û AKP di demeke kin de dixwazin vê yekê bikin. Li ser vê amadekariyan dikin. Di çareseriya doza kurdî de polîtîkaya din jî di çarçoveya xeta Azadî û Demokrasiya Kurdan de tê diyarkirin. Xeta ku hebûna kurdan dide pejirandin. Di vê xetê de heke kurd wekî gel bên dîtin û parastina mafên wan ên gelêrî bê qebûlkirin, dê daw û doza kurdî çareser bibe. Di çarçoveya nirxên navneteweyî û rêbaz û rêgezên demokratîk û azadîxwaz de dê çareser bibe. Ji bo vê bang dike û gavan diavêje. Dibêje fermo kerem bikin. Lê li hemberî vê bersiveke rasteqînî nayê diyarkirin, li dijî vê zor û zext û rêbazên tund têne ceribandin.
Ji bo kurdan rê û rêbazên siyaseta demokratîk têne girtin. Girtin çêdibin, zext û zorî li ser gel têne meþandin. Li hemberî agahî û ragihandina kurdan astengî têne derxistin. Nahêlin ku ragihandina azad, mafên xwe pêk bîne. Dixwazin bi kurdan bidin pejirandin ku ew ne kurd in. Ev tev bi zorî û zextên þoven û nijadperestiyê têne meþandin. Li gorî vê rewþê tiþtê ku dertê holê xeta Azadî û Demokrasiya Kurdan di nava hewldanên parastina rewa de ye. Niha ji bo parastina gelê xwe, xwe bi vê ve girêdaye. Parastina rewa di nava qada navneteweyî de tê nasîn û divê ku kurd jî xwe li gorî wê biparêzin. Bi vî awayî konsepta îmha û qetlîamê û parastina rewa ya gelê kurd wekî du polîtîkayên bingehîn derketine holê. Di vir de pirsa ku kurd dê çareseriya xwe bi destê xwe bînin dertê pêþ. Dê kurd ji qetlîamê re bibêjin erê? Helbet ew ê bibêjin na! Ku ji tiþtekî wisa re bibêjin erê, nexwe tu wateyeke têkoþîna ku heta niha bi gelek berdêlan dane namîne. Dê kurd tu caran vê konsepta îmha û qetlîamê qebûl nekin. Çareseriya doza kurdî jî di vir de diyar dibe. Ev jî bi gotinê nabe divê ku kirin jî hebe.
Dê kurd bi serhildanan bersiva vê konseptê bidin. Serhildan bi xwe pêk nayên. Bi zanîn û bi rêxistinî pêk tên. Ku hîmê vê yekê bi dînamîkên gel bikeve tevgerê dê ev yek pêk were. Bertekên gel ên ku ji ber xwe ve çêdibin girîng in û watedar in. Divê ku ev baþ bêne dîtin û bêne nirxandin. Ev jî bi hêza ‘Serhildan’ê dibe. Heke tevgerek ji ber xwe ve geþ bibe, ew ê wisa jî bitefe. Di serhildanê de divê ku ji jinan heta ciwanan, ji esnafan heta karkeran her kes birêxistin be. Serhildana ku ji zanîna parastina xwe mehrûm be tu caran nikare xwe biparêze. Tê zanîn ku hêzên kedxwar ên serhildanên ji ber xwe ve dane destpêkirin ka bi çi awayî di qetlîamê re derbas kirine. Ji ber vê jî divê ku parastina hîmdar bê birêxistinkirin û divê ku rista xwe bilîze. Bi vî awayî dê pêþî li provakasyonan û windahiyan bê girtin. Di vî warî de gelek tecrûbeyên me hene. Divê ku ji van tecrûbeyan sûd bê wergirtin.
Me di serî de jî got; pirsgirêk ne ku mirov rastiyan bibêje. Divê ku mirov rastiyan bike, li gorî wan tev bigere. Divê ku em dereng nemînin. Tiþtên ku di dema xwe de neyên kirin, careke din fersend çênabe ku bên kirin. Bi vî awayî divê kurd bidin qebûlkirin ku pirsgirêk bi îmhayê nayên çareserkirin, bi hêza hîmdar û parastina rewa û li ser bingehên xwe çareser dibe. Divê kurd vê yekê raxin holê. Dem dema bicihanîna van gotinan e. Pêvajo dest pê kiriye.
|
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|