|
Di rewşekê de ku Îran ji ber binpêkirina hemû cure mafên mirovan û gelek bêprensîbên din ji aliyê rêxistinên humanîst ve tê hişyarkirin, lê kuştin, îdam, îşkence û girtin jî li her dera Îranê berdewamin! Bersiva wezareta edaleta Îranê ya herî dawiyê ji van nerazîbûnan ev e: “Em êdî kesî li ber çavên xelkê îdam nakin, îdam dê di girtîgeh û îdareyên îtlaatê de bêne kirin.“ Birastî jî pêşkeftineke gelek mezin e!
Çend sal in rewşa siyasî li rojavayê Îranê ku bi giştî 5 welayetên rojhilatê Kurdistanê digire ber xwe, hatiye guherandin. Di bin pêşengiya PJAK’ê de kurda xebata xwe ya siyasî derbasî jiyaneke nû kirine û êdî serkêşên xebata nûjen jî berevajî rêxistinên din ew sîstema îzolekirinê ku li başûrê Kurdistanê ew anîne halê mirinê, bi yekcarî red kirine. Li ser axa welatê xwe xebatê dikin. Vê rewşê Îran xistiye halekî xerab û nahêle ku ew zordariya wan weke ava bin kayê bêdeng berdewam be. Çimkî êdî weke salên berê ew nikarin dengê kurdan di qirika wan de bifestisînîn. Lê bi pêşkeftinên wiha re roj tune ku li Urmiyê, Xoy, Selmas, Kirmaşan, Sine, Mehabad, Mako, Îlam û bajarên din nûçeyên girtina ciwan û kuştina şoreşgerên kurd neyê bihîstin. Cihê bexteweriyê ye ku êdî ol û dîn ji gelê kurd re di pileya duyem de ne û pirsgirêka neteweyî li pêşiya her tiştekî ye. Ji pasdar û berpirsên îtlaatê re ferq nake ka kurd ji ku ne, sûnî ne an jî şîî ne, ew bêdadgeh wan îdam an jî di bin îşkenceyên giran de dikujin.
Di fotoyê îdama Hesen Hikmet Demîr de hovîtiya rayedarên komara îslamî baş xuya kir. Gelo ev çi felsefe ye? Kengî îslamê felsefeyeke wiha ji xwe re kiriye bingeha zagonê? Wan beriya ku Hesen bikujin ji piştê ve bi xencerê dilê wî ji lêdanê sekinandine! Yanî carekê bi kêra jehrê û cara dawiyê jî ew daleqandine. Çimkî ew li gorî ramana wan hem kurd e, hem sunî ye û hem jî li dijî sîstema wan a desthilatdariyê ye. Êdî nizanim îslam tiştekî wiha jî helal kiriye gelo? Kes nikare ji cinayeteke wiha re navekî diyar peyda bike.
Li bajarê Sine xwendevanê kurd Îbrahîm Lutfullahî piştî ku ji azmûnên xwe yê zankoyê derdikeve, ji aliyê îstixbarata bajar ve tê girtin. Xweziya der û dîwarên wê hucreya îtlaatê ku Îbrahîm tê de maye, bi ziman bûya û behsa îşkenceyên giran bikirana ku wan cinayetkaran di wan çend şev û rojan de li dijî wî çi kirin heta dawî bi jiyana wî anîn.
Pir zehmet e mirovên xwedî wijdan xem û sivikatiyeke wiha mezin zû ji bîr bikin. Her deqeyeke wan rojan hezar sir û raz tê de ne ka Îbrahîmê ciwan û xwedî armanc wan saetan çawa li ber xwe daye, çi gotiye heta ku qesabê îstixbarata Kurdistanê yê bi navê (Mêhdî Mûla Welî an jî Hatifî) dawî bi jiyana wî aniye. Piştre jî di tarîtiya şeva reş de cenazê wî bê şûştin û kefen û dûr ji çavê dê, bav, bira û kes û karên wî spartin axa sar! Ev e îslam û zagonên wê yên rastîn?
Îbrahîm Lutfullahî hê pir ciwan bû û hiqûq dixwend. Ji ber wê jî derewên eceman weke yên bav û kalên wan dîsa jî nayên pejirandin dema ku dibêjin Îbrahîm xwe kuştiye.
Hesen û Îbrahîm ne şehîdên yekê ne û nabine yên dawiyê jî. Îdam û îşkence yê berdewam bin, lê gereke em kurd jî di qada xebatê da bêdeng nemînîn. Nizanim çima hemwelatiyên me li Sine li hemberî vê cinayeta mezin daneketin nava kuçe û kolanên bajar? Çima xîreta wan wiha di xewa giran da maye û şiyar nabin? Mako, Xoy, Urmiye, Îlam, Sine û Kirmaşan ger hûn li hemberî van hovîtiyan bêdeng bimînin, ew xwînrêj jî yê li ser karê xwe berdewam bin. Ricaye bêdeng nemînin. |