|
Ji Jîr Dilovan re…
Destpêka sala 1998’an bû. Ez nû ji Kurdistanê gihiştibûm Almanyayê. Roj nebû ku xerîbî û dûriya ji Kurdistanê nebin sedema girîna min. Ez hatibûm cîhaneke cuda ji cîhana ku tê de mezin û perwerde bibûm. Destpêka jiyanê di nava çandeke cuda û ji sifrê destpêkirin, karekî hêsan nîn e. Her tişt xerîb bû. Min hîs dikir ku heta kena mirovan jî şeklî ye. Îcar di roj û rewşên wiha de ye ku mirov li pey kesekî digere da ku deriyê mala dilê xwe jê re veke, pêre biaxive û barê xemên xwe sivik bike. Li bajarê Neussê Akademiya Kurdî hebû. Hingî hevalê Ebdulrehman Çadircî pir bi başî li ser karê çand û hunera kurdî disekinî û di wê Akademiya biçûk de kar û projeyên mezin dihatin meşandin. Di destpêka hatinê de naskirina hevalê E. Çadircî deriyekî nû li ber min vekiribû.
Rojekê mirovekî rûxweş û lêv bi ken hat pirtûkxana Akademiyê û weke kurdekî ku hê li Urmiyeyê an jî Mêrdîn be, silav da û got: “Ez Jîr Dilovan, mamostayê zimanê kurdî…”. Piştî vê hevnasînê weke ku deh sal be em bi hev re dost bin, dest bi sohbetê kir. Ji jiyana şexsî bigire heya plan û projeyên paşerojê pirs li pey pirsê li min dikirin. Piştre jî weke kesekî ku bi hîsên min hisaye be, carna destê xwe datanî serê min û wiha digot: “Xem neke, destpêka her karekî zehmet e, lê tu dikarî gelek karên baş bikî…”
Hingî bi pêşniyara hevalê Esat (E. Çadircî) ez mijûlî amadekariyên ji bo weşandina kovara Hunerê bûm. Zaten em li kesekî weke Jîr digeriyan û yê ku li asîmana bi destê me nediket, bixwe hatibû erdê.
Di heman roja yekê de bi nasîna mamosta Jîr ew xem û hîsên xerîbiyê li ba min rengê xwe guherandin. Bêhêvîtiyê cihê xwe da hêvîyên mezin. Ken û samîmiyet ger ji dil be, hêzeke mezin jî diafirîne. Min di tona deng û kena wî ya sirûştî de hevalbendiyeke ji dil hîs kir. Ji ber wê jî weke ku em dostên salên dûr û dirêj bin, me bi evîneke mezin di Akademiya Kurdî de dest bi karê xwe kir.
Çend taybetmendiyên Jîr Dilovan ji min re balkêş in: Qet carekê min nedî ku ew bi nerehetî bi kesekî re biaxive an jî sivikatiyê bi kesayetî û karê hevalên xwe bike. Çi karê ku jê re dihat pêşniyarkirin, bê dudilî dipejirand û soza wî jî di wexta xwe da cih bi cih dibû. Bi taybetî jî gelek nivîs bi zimanê tirkî dihatin û mamosta Jîr di wexta xwe de û bi kurdiyeke rewan ew ji kovarê re amade dikirin. Em çend salan bi hev re bûn, lê qet carekê jî dilê me ji hev neêşiya. Qîmeta wî ji karê min re pir û weke mamostayekî têbînî û rexneyên xwe bi awayekî beyan dikirin ku ez karê xwe baştir pêk bînim. Bi rastî di wan salan de min ji xeynî dilsozî û êvîna kurd û Kurdistanê tiştekî din di çalakî, bîr û ramanên Jîr de nedîtin. Xaleke din ya herî girîng jî ew bû ku ew mirovekî mandînenas e û qet nizane westan çi ye. Ji saet nehê sibê dihat Akademiyê û heta nêzî dehê şevê bêrawestan kar dikir. Jîr mirovekî mutewazî, sade, pak û xwedî helwest e.
Jîr Dilovan yek ji wan kesaye ku: “dibêje û dipêje” jî. Yanî bêtir ji gotinê mirovê kirinê ye. Di van sih salên derbasbûyî de li bakurê Kurdistanê şoreşeke hemû alî, guherandinên mezin bi xwe re anîne. Kemalîstên faşîst û şovenîst bi siyaseta xwe ya asîmîlasyonê re hêdî-hêdî dihat ku ziman, dîrok û hunera neviyên Melayê Cizîrî û Ehmed Xanî bi yekcarî li rû erdê tune bikin. Di rewşeke wiha de ku zimanê kurdî li pey nasnameya xwe ya rastîn digere, xebata kesên weke mamosta Jîr Dilovan cewher û wateya xwe baştir radixe ber çavan. Kesên weke Jîr Dilovan ku di xwêndingehên tirkan de demekê dersbêjên zimanê tirkî jî bûn, baştir bi êş û elemên gelê xwe dihesin. Li ser vê siyaseta qirêj ku mixabin li bakurê Kurdistanê hê jî hespê wê bi çar gavan ber pêşve diçe, gelek caran mamosta Jîr ji min re axiviye. Her tim dema min li ser naveroka nivîs û şaşiyên rêzimanî karê hinek kesan rexne dikir, bi keneke ku hezar hêvî lê dibarîn, wiha digot: “Kekê Kakşar, bo xatire Xwedê hema bila bi tirkî nenivîsin, şaşiyên wiha zêde ne girîng in. Ji me re carê destpêke, her tişt yê di wexta xwe de bê bêjing û safî kirin, em gere bi temkîn nêzî kesên wiha bibin ku ji ziman û çanda xwe nerevin. Zaten tirkên şovenîst jî tiştekî wiha dixwazin bira…”
Kek û mamosta Jîr: Mixabin min zanî ku ji nişka ve tu nexweş bûye. Ev çend sal in ku em geh di Akademî, geh di radio û geh jî di Roj TV de bi hev re kar dikin. Ji me re şev û roj bêwate ne, tenê kar û xebat girîng e. Ez bawer nakim ew nexweşiya te wisa mezin be ku bikarîbe wan hemû liv û lebatên te bisekinîne. Çimkî ez dizanim ku: Evîna Jîr a ji kar û xizmetê re bêdawî ye. Dil û mejiyê wî xwedî îradeyeke wisa mezin in ku bawer nakim bikaribin zora wî bibin. Her wiha gelek proje û planên te hene, zarokên kurdan û nifşên dahatû muhtacî kesekî weke tene.
Bi qasî ku ez dizanim li Înstîtuya Kurdî te bi hevkarên xwe re dest bi karekî pir girîng û dîrokî kiribû. Xwendevan li benda vegera tene. Ew ji dersbêjên weke te hez dikin. Zû rabe ser xwe da ku em careke din rûyê te yê bi ken û rûxweşiya te ya kurdewarî bibînin.
Daxwaza şîfa û serkeftinê ji te re dikim mamosta Jîr. |