|
Meþa Botanê pêk hat. Ev meþa ku ji aliyê gelê me yê welatparêz û derdorên demokrat û yên hestyar ve hat lidarxistin, li gorî pêvajoya em tê re derbas dibin, destekirina wê watedar û hewldaneke pêwîst e, di heman demê de jî mîna destpêka pêvajoyeke nû divê were dîtin.
DYA, Îngilistan, Îsraîl û Tirkiyeyê der barê pirsgirêka kurd de di nava xwe de li hev kirine. Ev welat tevî hêzên paþverû yên herêmê ku ji xwe re kirine yedek, heman helwestê bi pêþ dixin. Li bakur êrîþ bênavber didomin, bombebaranên hewayî û bejayî yên li dijî Herêmên Parastina Medyayê, ev tev mîna encamên vê li hev kirinê pêk tên.
Pêwîst e ev êrîþên herdemî û giran ên pêk tên rast bên nirxandin û li gorî vê amadekarî bên kirin. Divê êrîþ mîna êrîþên dema di tezkereyê de hatiye destnîþankirin neyên dîtin. Ev êrîþ parçeyek ji plana hedefeke berfirehtir ya di demeke dirêjtir de bê meþandin e.
Bi êrîþan re dixwazin tevahiya zivistanê gerîla û gel bê liv û tevger bihêlin. Bi vê yekê re plan dikin an difikirin di demsala biharê de gerîlayê bê amadekarî hesantir bê tunekirin. Wê bixwazin bi êrîþên di biharê de zêde bikin re encamê bi dest bixin. Di plana DYA, Îngilistan, Îsraîl û Tirkiyeyê de ev rastî hene.
Plana ku DYA, Îngilistan, Îsraîl û Tirkiyeyê li ser li hev kirine, diþibe plana 1982’yan a li Lubnanê li ser gelê Filîstînî hate meþandin e. Di sala 1982’yan de Lubnan hatibû dorpêçkirin, ji hewa jî bi rengekî giran hatibû bombebarankirin. Li dijî van êrîþan li Lubnanê FKO berxwedanek nîþan dabe jî, di encamê de teslîmbûnek pêk hat. Di encama peymana pêk hatibû de filîstiniyan hêzên xwe ji Lubnanê kiþandibûn Tunusê. Tiþtên piþtî vê yekê pêk hatin jî wergeriya pêvajoya teslîmgirtin û tasfiyekirina Tevgera Rizgariya Filîstînê. Tiþtê îro gelê Filîstînê dijî li ber çavan e. DYA, Îngilistan, Îsraîl û Tirkiyeyê her çiqasî li ser planeke bi heman rengî bi lev kiribin jî nêzîkatiya Tirkiyeyê ew e ku vê planê jî derbas bike. Tirkiyeyê dixwaze vê peymana bi DYA, Îngilistan û Îsraîlê re wergerîne bi giþtî tunekirina PKK’ê. Ji ber vê yekê jî plana wan bi naverok û hedefên xwe ji ya sala 1982’yan ji ya Lubnanê berfihertir e.
Pêwîst e ev plana DYA, Îngilistan, Îsraîl û Tirkiyeyê ku tevî hevkarên wan yên herêmî yên paþverû li dar xistine vala bê derxistin. Ev plana ji ber xwe ve vala dernakeve. Plana ku bi Komploya Navneteweyî re xistin dewrê û di roja me de rengê girtiye, pêwîstî bi tekoþîneke bihêztir û bingehîntir ferz dike. Komploya Navneteweyî, ji aliyekî xwe ve ji lawazî û kêmasiyên me hêz girtibû. Plana niha dixin dewreyê, bi hemû zelaliya xwe nîþan dide ku kêmasiyeke biçûk dikare rê li ber encamên giran ên xeternak veke.
Tevkujiyeke nû li ser gelê kurd ferz dikin. Ji ber vê yekê meþa Botanê girîng e. Lê divê ev destpêkek be. Ev destpêk , sekn û têkoþîneke li dijî þerê taybet-qirêj yê mîna pratikirina siyaseta înkar û îmhayê ye. Ev sekn û tekoþîn wê çawa pêk were? Bêguman ji ber xwe ve nabe. Bi berxwedan û serhildana gelê me yê xwe birêxistin kiriye û wergeriyaye hêzeke rêxistinkirî pêk were.
Serhildan, rêxistinbûyina bi zanistê ya girseyên gel ku kesekî derveyî rêxistinê namîne. Ji ber vê yekê ji ber xwe ve na, berevajî tê wateya têkoþîneke ku her gava wê bi zanebûn bê avêtin, hedefên wê bi zanistên tên destnîþankirin e. Mîna raperînên klasîk ên gel, nayê wateya bidestxistina desthilatdariyê. Tê wateya li her derê xwe birêxistinkirina gel û li ser bingeha nirxên demokratîk ên komunal ku hebûna xwe pêk bîne. Li ku derê hebûneke kurdan hebe, tê wateya li wê derê rêxistinkirin û bihêzkirina gelê me.
Hêza rêxistinkirî, hêza ku xwe diparêzê ye. Hêzeke xwedî parastina xweser e. Hêzeke ku dikare xwe li hemberî talûkeyên ji derve û hundir xwe biparêzê. Ji ber vê yekê jî ne tenê di dema xwepêþandanê de, di tevahiya jiyanê de parastin, rêxistinkirin û li dijî êrîþên pêk werin karibin rola xwe bileyizin. Dema parastina xweser pêk hat, gelê ku hatiye birêxistinkirin jî wê xwe biparêze. Ne tenê ev; bi vê yekê wê derfetê bibîne ji bo bigihije hedefa xwe gavên bi biryar wî bavêje.
Metînger dixwazin gelê me bêrêxistin bihêlin. Ji ber vê yekê jî êrîþî dînamîkên rêxistinbûyînê yên nav gelê me dikin. Ji ber ku van dînamîkan li pêþiya xwe asteng dibînin ji bo wan texrîb bikin çi ji destê wan tê dikin. Bi parçekirina dînamîkên rêxistinbûyinê yên nav gelê me re, dixwazin valabûnek derkeve bi rengê herî gamar ew bixwe dagirin. Bersiva herî watedar ya li dijî vê yekê bê dayin, zanebûna xistina tevgerê ya dînamîkên rêxistinkirina gelê me ye.
Di demên borî de di vê mijarê de gelek kêmasî derketin. Bi deh hezaran gerîlayên me hene, malbat û derdora van gerîlayan heye. Bi deh hezaran þehîdên me hene. Disa malbatên wan û kesên li derdora van malbatan hene. Bi deh hezaran însanên me yên ketine zîndanan hene, bi hezaran hêj di girtîgehan de ne. Malbat û derdorên wan hene. Bi hezaran gund hatine valakirin. Zêdekirî milyonek mirov neçar man ji gundên xwe derkevin û li metropolan dijîn. Ev tev çiqasî rêxistinkirî ne? Malbat û derdorên gerîla, þehîd, girtî û koçber ku dînamîkên rêxistinî yên gelê kurd in wê çiqasî bikevin tevgerê?
Nabe ku tevgerek li dînamîkên bingehîn yên rêxistinbûyîna xwe xwedî dernekeve. Heger di vê mijarê de valahiyek derkeve, ev valahî ji aliyê dijmin ve tê dagirtin. Dijmin li welêt, li ser malbatên gerîla, þehîd, girtî û yên koç kirine dileyize. Dixwaze van bi zext û birçîbûnê ‘terbiye’ bike û bi xwe ve girêbide. Demên borî hizbî-kontra wisa kir. Gelek tetîkvanên ji aliyê hizbî - kontra ve hatin bikaranîn xizm an birayê hevalên me pêk dihatin. Kesekî ku birayê wî rêhevalê me bû, bi vî rengî destê wî kete xwîna bira an rêhevalê birayhe wî. Dijmin ev bi zanabûn pêþxist. Niha jî vê yekê didomîne. Fethullar Gulen jî heman tiþtî dike, tarîqet tên bikar anîn. AKP mîna organîzatorê vî karê bigemar rol dileyze. Ev hêz li ser gelê me pir xirab dileyzin, vê lîstika xwe jî dixazin bi parçekerina dînamîkên rêxistinî yên gelê me pêk tînin.
Gelekî ku xwe baþ birêxistin kiribe, ne mumkun e derfetê bide lîstikên bi heman rengî. Tevgereke ku li malbat û xizmên þehîd, gerîla, girtiyan xwedî dernekeve, wan di rewþeke rêxistinkirî de nehêle, wan ji lîstikê dijmin re vekirî bihêle, çawa dikare gel têxe nava tevgerê? Nirxên moral ê li ser qadroyên xwe wê çawa di asta herî bilind de bigire? Bêgûman nikare. Pêwiste ev kêmasî cidî bê dîtin û beyî dem bê wendakirin divê çareser bibe.
Em dibêjin ku bi biharê re dijmin wê konsepta xwe ya tinekirinê berfirehtir bike. Heger em gelê xwe û di serhi de yên nêzî xwe nexin hêzeke saxlem a rêxistinkirî, emê çawa kiribîn biserbikevin? An emê karibin pêþiya darbeyên cidî bigirin? Fetululahvan, AKP û terîqat dixwazin me ji îmên me yên bingehîn qut bikin. Êrîþên dawî yên li welêt encamên vê yekê ne. Ev hêz daxwazên dijmin bicîh tînin. Dema vê yekê pêk tînin jî xwe baþ nîþan didin. Beyî ku em destûrê bidin van, divê gelê me li dora hêza wê ya cewherî rêxistin bikin. Ji vê pêde jî tu derfeta me tûne ye.
Di serî de malbat û xizmên þehîd, gerîla, girtî û yên hatine koçberkirin bên birêxistinkinin û kiribîn têrî xwe bikin. Disa hemû beþên civakê ji heftan heta 70’yî ji jinan heta bi mêran, heta bi hemû pîþeyan divê di nava xwe de bên birêxistinkirin.
Meþa Botanê ji ber vê yekê destpêk e. Ne tenê li dij þerê gemar-taybet, ji bo bizanistî rêxistinkirina gel, gelekî ku têrî xwe dike û ji bo rêxistinbûyina nava xwe ev meþ destpêkek bû. Li gor rastiya têkçûna gelê rêxistinkirî tu caran ne mumkun e, pêwiste bê zanîn ku meþa ber bi axên welatê me yên azad Botanêve beriya her tiþtî divê bê zanîn ku xwedî wateyeke wisa girîg e. |