Cemil Bayık
Cemil BayıkÊrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
Kakşar Oremar
Kakşar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Erkan Kobanlı
Erkan KobanlıKürdistan'da ki AKP'li belediyeler piyondur!
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemYerel seçim
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiği mi?
Ahmet Dere
Ahmet DereErdogan har bûye
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevşirmeler Insanlığın başına beladır
Mahmut Aslan
Mahmut AslanUslu çocuk olmak
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Başûr bê Deng e?
Günay Aslan
Günay AslanDiyarbakır savaşları
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliği
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolCîhan, Obama û tirk
Cemo Devrim
Cemo DevrimSAVASMALISIN !!!
Kasım ENGİN
Kasım ENGİNOmurgasız Bir Kişilik, Mukallit Erdoğan
Ahmed Aktaş
Ahmed Aktaş‘...(Kurd) derkevin biçin...’
Özgür BİLGE
Özgür BİLGEHa Beyrut kasabi Şaron,ha Kürdistan kasabi Qerdoğan
Fırat Penaber
Fırat PenaberŞiirlerim kadar eski/ kalbim kadar yenisin
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloAlastina rastiyên veṣartî (1)
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalİKİNCİ 5 KASIM DÖNEMİ
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarDawî nêz dibe, dijmin hartir dibe
Hozan Dîno
Hozan DînoKÜRT MÜZİĞİNİN TARİHSEL DİRENİŞİ
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanEn Etkili Birey Herkese Bir Şeyler Verendir
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANDewleta Tirk Hertim Dixwaze Raya Giştî Bi Xapêne
SONGÜL BEYAZGÜL
 SONGÜL BEYAZGÜL ‘Her şehit için bir DTP’li öldürülmeli’
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GİRİŞ -17-
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARŞEVA ÇÛYÎ
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozHer însan siwarê hêviyên xwe ye
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDİ KOMUTAN’A
Teman Dep
Teman Dep1 HAZİRAN KADIKÖY MİTİNGİ, ÖLÜM DEĞİL ÇÖZÜM VE MEDYA
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nın Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecanı başladı.
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
Divê ku rojeva bingehîn neyê jibîrkirin



Yazar Adı: Cemil Bayık


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 20.02.2008 Saat: 15:38

Rojeva siyasî ya Tirkiyeyê ji nişka ve hatiye guhartin. Pirsgirêka turbanê wekî xala bingehîn di rojevê de li pêş cih girtiye. Hatiye rewşeke wisa ku êdî nîqaşên kefen di meclîsê de têne kirin. Ev nîqaş balê dikişînin.

Divê ku bê destnîşankirin ku ev nîqaşên li ser kefen têne kirin ne cidî ye, ji bilî xapandinê tu tiştekî îfade nakin. Li Tirkiyeyê kesên ku kefen li serokwezîrê Tirkiyeyê R. T. Erdogan bipêçe tune ye. Ev yek xapandinek e. Ma qey ew ê Serfermandariya Tirk kefen li Erdogan bipêçe? Ev ne mumkûn e. Serfermandariya Tirk bi hikûmeta AKP’ê re li hev kiriye, ev gotinên ku li ser kefen ji aliyê serokwezîr ve têne kirin ne cidî ne.

Serokwezîrê Tirk gava ku qala kefen dike mexsedekî wî heye. Mexsedê wî ew e ku Tirkiyeyê ji rojeva bingehîn dûr bixîne û ji xwe re riyên manevrayê veke. Dîplomasiya Tirkiyeyê bi çûn û hatina rayedarên Îsraîl û DYA’yê gelek gur bûye. Di vê pêvajoyê de siyaseta hundir bi turbanê re radibe û rûdinê.

Têkiliya di navbera DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê de tê zanîn. Ev dewlet di komploya li hemberî Rêber Apo de pêşengî kirine. Ev pêşeng (aktorên komployê) di salvegera dehan a komployê de li Tirkiyeyê hatine cem hev. Sedemê bingehîn tê zanîn. Jixwe ew bi xwe jî venaşêrin. Serfermandarê duyemîn ê DYA’yê gotiye ku ew ji bo têkoşîna li hemberî PKK’ê hatine cem hev û ew ê vê binirxînin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Ehud Barak gotiye ku ew ji bo sîlahên ku Tirkiye ew ê li hemberî PKK’ê bixebitîne nîşanî Tirkiyeyê bidin hatine. Li ser van gotinên wan, mirov sedemên hatina wan a Tirkiyeyê dizane. DYA, Îsraîl û Tirkiye li hemberî PKK’ê hatine cem hev. Ev hatina cem hev pêkanîna konsepta wan a nû ye. Hatiye gotin ku bi biharê re ew ê êrîşan bibin ser Herêmên Parastinê yên Medya û başûrê Kurdistanê. Ji bo vê di nava amadekariyan de ne jî.

DYA, Îsraîl û Tirkiye li hev kirine ku êrîşekê wek êrîşa ku di sala 1982’yan de li Lubnanê li hemberî gelê Filistînê pêk anîne li hemberî kurdan pêk bînin. Heta hedefên vê êrîşê ji ya li hemberî gelê Filistînê berfirehtir e.

Di pêvajoya ku ev aktorên komployê hatine cem hev û konsepta ku li ser li hev kirine pêk tînin de rojeva siyaseta hundirîn a Tirkiyeyê bi awayekî din dimeşe. Raya giştî bi turbanê ve hatiye mijûlkirin, lê ji aliyê din ve konsepta li hemberî kurdan hatiye pêkanîn, pêvajo hatiye lezkirin. Serokwezîrê Tirk vê rola ji rojeva bingehîn dûrxistinê gelek baş pêk aniye. R. T. Erdogan bi vî awayî bi tenê rojev berevajî nekiriye, pê re ji xwe re riya manevrayê jî ava kiriye. R. T. Erdogan car carinan xwe dişibîne Adnan Menderes û Turgut Ozal. Bi vî awayî texlîdê wan jî dike. Lê R. T. Erdogan ne dişibe Menderes û ne jî dişibe Ozal. Lê bi israr xwe dişibîne wan. Adnan Menderes bi darbeya leşkerî ya ku di sala 1961’an de hatiye kirin ji aliyê darbekaran ve hate bidarvekirin û kefen lê hate pêçandin. Turgut Ozal jî di hilbijartinên 1983’yan de dema ku daket qada siyasetê digot: “Gava ez daketim qada siyasetê min du cil bi xwe re aniye. Yek jê cilên cejnê ye, ya din jî kefen e.” Ozal serokwezîriya Tirkiyeyê kir û şûn de bû serokomar lê bi awayekî şaîbe jiyana xwe ji dest da.

Niha gava ku R. T. Erdogan li meclîsê qala kefen kiriye li gorî xwe Adnan Menderes û Turgut Ozal bi bîr aniye. Lê R. T. Erdogan bi dijberên Menderes û Ozal re li hev kiriye û heta bi wan re bûye yek.

Adnan Menderes ji dewleta otokratîk ber bi olîgarşiyê guherandin pêk anîye, di vê de rol girtiye. Turgut Ozal jî piştî darbeya 12’ê Îlonê di mercên nû yên dinyayê de li Tirkiyeyê rista xwe aniye cih û di salên 90’i de argumana nêzikahiya doza kurdî aniye ziman û pêk aniye. R. T. Erdogan li ser van awayên wan naşibe tu kesî ji wan. Dîsa jî ku bibêje ‘ez wek van kesan im’ ev dibe mijareke din.

R. Tayip Erdogan baş dizane ku ew naşibe wan Adnan Menderes û Turgut Ozal. Demagojiyê dike û dixwaze rojeva Tirkiyeyê ya bingehîn biguherîne. Dema vê yekê jî dike bi mantiqê dizê goristanê, ji xwe berjewendiyan bi dest dixe. Ev rastî bi awayekî zelal tê fêmkirin.

Turban ne pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye. Turban, ne pirsgirêka bingehîn a jinên Tirkiyeyê jî ye. Di îslamê de cihê turbanê li ku ye hatiye destnîşankirin. Di Qur’ana Kerîm de “xwe nixumandina jinan” tê gotin. Xwe nixumandina jinan jî li welatên îslamê yên cuda, bi awayên cuda tê şîrovekirin. Ev rastiyek e ku li Tirkiyeyê mijara turbanê ji aliyê ew derdorên ku ji wan re “îslama siyasî” tê gotin bi awayekî zanayî tê rojevîkirin û dikin mijara îstîsmarê.

Tiştek ji vê xwezayîtir tune ku mirov li gorî baweriya xwe, cilan li xwe bikin û li gorî qaîde û pîvanên vê yekê tevbigerin. Tu kes û derdor ji ber baweriyên xwe yên olî nayê qebûlkirin ku li ser wan zext û zordarî bê kirin. Ev yek divê nebe mijara nîqaşê jî. Lê li Tirkiyeyê mijara turbanê tê nîqaşkirin, hin kes diparêzin û hin kes li hember derdikevin, lê di vir de rastiyek derdikeve holê ku îstîsmareke siyasî ya cidî tê kirin. Li Tirkiyeyê di bin nîqaşên turbanê de ev rastî heye.

Li Tirkiyeyê civak li ser nîqaşên turbanê rabûye ser tetîkan. Bi vî awayî ji rojeva bingehîn hatiye bidûrxistin û ser ziyareta DYA û Îsraîl û Tirkiyeyê hatiye nixumandin.

Divê ku ev lîstik bê femkirin û mirov nekeve vê feqê. Rojeva bingehîn ya Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka kurd û demokrasiyê ye. Divê ku bala raya giştî li ser vê rojevê be. Yên ku îro qala kefen û turbanê dikin, di çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiyê de çava pirsgirêkên bi hev re jiyane û nîqaşên kirine datînin aliyekî û li hev kirine. Divê neyê jibîrkirin ku bûne dijberên kurd û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê gelê me yê welatparêz û pêşverû, demokrat, hêzên çepgir destûrê nedin ku ji rojeva bingehîn bê dûrkevin. Li ser esasê rojeva bingehîn bimînin û bi biharê re li hemberî şerê taybet-qirêj ku tê texmînkirin şer gur bike, amadekariyên xwe temam bikin û xwedî helwestekê bin.


YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Êrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
·Gelê me wê bersiva wî bidê
·Dilsoziya kurdan a ji bo Rêber Apo nepîvin
·‘Zîrveya Terorê’
·Li dengê xwe xwedî derkevin
·Komploya Navneteweyî didome
·Çare: Bêtir pêşxistina hêza gel a siyasî ye
·Îlana şerê giştî
·FINDA DEREWÎNAN
·Ji bo aştî û pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.657 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.