Laþê wî yê tevizî û bêhêz bi erdê þil û cemîdî ve bibû yek. Li ser rû dirêj kirîbû, dilopên ava sar û kifnikî ji banî dilop- dilop, li ser wî diketin, lê çi libat ji wî nedihat. Cîhan tarî bû, dîwarên kifnikî, bibû warê miþk û pîrhebûkan. Bêhna nexweþ ji dîwaran dipekiya, hinaseya mirovan diçikand û gêjo-mêjo dikir. Cîhan lezgîn- lezgîn li dora serê wî re dizivirî, bûyerên dûr-nêz, tevlîhev êrîþî bîr û hizra wî ya westiyayî dikirin... di nava hemû nîþan û hêmanên êþ û sanciyên ku li ser rûyê wî desthilatbûn, di nava wan de xendeyên melul û çilmisî, bêvîna wî, ji lêvên birîn, ziwa û mor derdihat. Wî nizanibû ku bi xwe bikene, bi dawiya jiyana xwe ya di nav dîwarên tarî û kifnîkî de bikene? Yan jî bi çarenûsa xapînok bikene?! Wî jî nizanî bû, ka bi çi û bi kê dikene? Tenê dixwast ku kerba dilê xwe bi xendeyên çilmisî derbîne û xwe rihet bike... di nava wê kevala xemgîn û biêþ de, ew xende, weke çirûskeke biçûk a hêviyê bû.
Niha, pêþiya serhatiyê dibe dawî, dawî jî, bibe pêþî... salnameya rojgarê hildiweþê, weke siwariyekî birîndar, ji zîna hespê xwe dirûxe û dikeve... wê rastiya cî û zeman bibe derew û serap... Bi “ax” eke bilind ve, dê hemû dîwarên kifnikî hilweþin, kunê pîrhebûkê biçirin, mar weke balonan biteqin, ava genî bibe agir û hemû deran biþewitîne... wê serî biçe binî û binî biçe serî, çep bibe rast û rast bibe derew û dîsa jî “Ax”...!
* * *
-Ka bibêje...
- Ez çi bibêjim?!
-Ka bibêje...
-Nizanim... nizanim hûn behsa çi dikin?!
-Ka bibêje! Ku tu nebêjî; ez dizanim ku çawa te bidim axaftin...
-Ya ez tiþtekî nizanim...nizanim... Nizamim...haoo
-Tuyê niha bibêjî... hûn serhiþkin û bi xweþiyê nayên... “Ka wî bibin.”
* * *
Ew di pêy xwe re li ser erdê sar û þil dikiþandin... didan lingan û weke li bendekeke pembû dixistin ew dikutandin. Çi ax ango qîr ji termê wî yê laþmirî nedihat. Her ew xendeya çilmisî di nava lêvên wî yên ziwa û mor de dipijiqîn. Çawa ku çilkên barana sar û lufkên berfê bi bayê cemidî re li ser rûyê wî dixist, laþê ji serma re lerziya û diranên lihevdidan; ji vê yekê têgihiya ku ew li derve ye. Ango li cîhekî bilind e.
Ev bû demeke dirêj bayekî wisa sar û niþmî neketiye cergên wî... bayê binerdê yên giran û nexweþ, di dilê wî de hesreta hilmkirina bayekî wisa dikir! Vî bayî jî, hîþt kêmekî ew bi ser hiþên xwe de bê. Êdî hîsa wî bi tiliyên lingê wî yên xwas nemabû... “yek- du stêrkên þermok rûyê xwe yê xembar ji paþ ewrên giran derxistibûn û bi min re hevbeþiya êþ û kulên min dikirin... Baþe ku li vê derê jî ez ne bi tenê me”. kulmek ji paþve li serê wî ket, ew ji avjeniya deryayên xeyalan derxist.
-Ka bibêje...
-Kz tu tiþtî nizanim....
-Ma tuyê me bixapînî? Tu yan bibêje, yan jî bimre.
“mirin... Ax çiqasî di vê demê de þirîn û bedew e, ev mirin, ji min re xelateke herî þirîn e”. “ êdî þiyana rakirina vê hovîtiyê nema ye”
-Ez tiþtekî nizanim...
-Wê demê ka bimre...ha ha ha...
“Dilê min gelekî þad bû, bêyî ku ez çi gotinê bibêjim ezê bimirim... Ka bila ev mirina þirîn zû were...”
Hêdî- hêdî ew birin keviya avahiya deh- qatî, serê wî dan jêr û jê xwastin ku li jêr mêze bike, dixwastin ku tirsê têxin dilê wî; da ku bitirse û ji wan re her tiþtî bibêje.
Ji nêrandina jêr serê wî gêj bû, mada wî lihev ket, û dilê wî keliya. Weke ku ji çiyakî bilind li jêrê mêze bike xuya dikir. Çirayên kenarên cadeyan ên melul di hewaya bimij de diçurisîn.
“êdî mirin hat. Bila bixêr were, tiþtê herî girîng ku min hetanî niha berxweda û çi tiþt ji wan re negot.”
Bi zimanekî fêlbaz û xapînok serleþker jê pirsî:
-
Lawo tu hîna ciwan î, serhiþkiyan neke, ka bibêje ku em te azad bikin... Ka bibêje kurê min, soz didim ku tiþtek bi te neyê...
-Ez ji were dibêjim ku tiþtekî nizanim
Dîn û har bû, weke seyekî har diranên xwe diçirisand û lehiyên dijun û xeberan ji devê wî yê bikef diherikiyan. “kulm û lingên xwe bi hemû hêza xwe li zik û rûyê min dixist, çend caran serê min li dîwar dida û bi pînan pêle piþta min dikir, êdî mirin dihat pêþ çavên min û diçû, hinaseya min çikiya bû... Her tiþt reþ bibû...”
-Tuyê niha bimirî... Bimrî... Bimrî...
“ êdî þiyana min û çi libatê nemabû, hîsên min bi cîhanê nemabûn, dengê zim-zima xwîna ku di guhên min de dimeþiya dihate min weke dengê daholekê bû, ew stêrêke xembar firmêskên min dadimalîn.” “lê bi dilekî rihet û wîjdaneke aram ezê bimrim. Ev stêrk jî þahidê berxwedaniya min in...”
Bi zorê ew ji erdê rakirin, li ser keviya zirav a avahiya bilind sekinandin û ji re gotin:
-Ji beriya tu bimirî tuyê çi bibêjî?
-Ez dibêjim ku gelekî dilþad im... Ku ezê ji hovîtiya we piþtî heyameke kurt rizgar bibim.
“Min nedixwast ku li jêr mêze bikim, li ser keviya avahiya bilind di navbera mirin û jiyanê de tiþtek tunebû, stêrkên xembar di paþ ewrên tarî de winda bibûn, min dixwast ku bayê niþmî û pak pir- pir hinas bikim, bi kêmanî ezê bi dilekî miþt ji bayê pak bimrim. Hêviya min her tim ew bû ku ez li asoyên dûr mêze bikim û bimrim.”
Lê wan kesên cilreþ, çavên wî bi cawekî qalind girêdan, êdî cîhan hemî tarî bû... Lê di bin wî cawê tarî û qalind de jî wî çavên xwe vekirî hîþtin û li asoyên nediyar mêze dikir.
Heyameke gelekî kurt. Yek- du saniye û her tiþt bi dawî dibe, hêvî di dilê min de dihenciqin, daxwazên bêdawî dimrin û hêviya dîtina roja germ û dilniya bi bayê rojava re koç kirin, êdî her tiþt gihîþte xala dawiyê. Belkî ez niha dimrim, lê ew jî niha li wê derê bi azadî digere, ez rê di despêkê de dibirim, lê ew li wan deran bi azadî bi hêviya dîtina rojeke ku azadî di bin roja germ de li her derê bijî digere. Jixwe ne ew weke jineke malê bû, ne jî ez weke zilamekî malê bûm. Em her du jî li hev hatibûn. Lêgerîna roja germ û dilniyatî arezûya me her duyan bû jî, ne ew li pêþiya min bû asteng, ne jî ez li peþiya wê bûm asteng. Rûyê wê yê biken û çavên bedew dihatin bîra min, cara dawiyê ku min ew li wê derê dîtibû ji min re got: “ baþ li xwe mêze bike, rojên germ li hêviya me ne, ji bîr neke...” Xatir ji min xwast û bi hevalên xwe re berbi cîhekî gelekî dûr ve çû, min jî berê xwe da aliyekî dîtir. “baþ li xwe mêze bike” hate bîra min û kenekî melul serlêdana lêvên min ên ziwa û cemîdî kir... Ez bi vê jiyana bêsoz û xayîn dikeniyam... Galteyên xwe dikirin.
Ew ji ser wê keviyê daxistin jêr û li ser avahiyê gerandin, dîsa ew birin ser keviya avahiya bilind û jê pirsîn: “ ma tuyê bibêjî, yan bimrî?”
Wan dixwastin ku bi derûniya wî bilîzin, lewra jî wî xwast bilez ev þanoya hovane biqede...
-Ez çi tiþtî nizanim.. Nizanim nizanim lawo”
-Ka bimre.
“Destê xwe li piþta wî xist, xwe negirt û li ser ew keviya zirav û þemitok çû û hat, þiyana xwegirtinê nekir û berbi xwarê ve- li ser serê xwe- tê werbû.
“Çawa ku ez ji jor hatim xwarê êdî him bi dilþadî û kerbeke mezin min qîr kir û bi jiyana azadiyê qîr da. Dil û hinavên min rabûn jor. Hinaseya min bi leziyan ketin çikiyan, çavên min girtîbûn lê dîsa jî, tiþtên birengê spî di bênahiya min de diyar dikirin. Rûyê wê yê biken û bedew ku ji min re digot: “ baþ li xwe mêze bike” bi xembarî û girî li min mêze dikir, darê daristanê hemî spî û zer bibûn. “min ji te re got li xwe baþ mêze bike...”
-“Me yek þande ba we, miqayte bigere.” Lê her tiþt êdî çû, dema lomekirinê û xwe xeyidandinê nema. Bênamusan mala dostên me hemû girtibûn, tenê li benda hatina min bûn, li benda ku çûk têkeve dehfê. Çawa ku derî vebû û ez ketim hundir, ji paþve tiþtekî hiþk li serê min ket û bêyî ku ez dijminê xwe nas bikim yan jî bibînim, ez ji ser hiþên xwe çûm û min xwe li vê derê dît. Lê niha jî ez ji wan bênamûsan bi miriniyê xelasbûm.
Qêrîniya min dihat û dil û hinavên min rabibûn jor... Ez li benda ku serê min li erdê bikeve û biteqe, ew mêjiyê ku evqas hêvî, evînî û awat tê de hebûn, wê li ser rêka reþ belav – belav bibe. Gelek caran dema ku dayîka min ji min dixeyîdî, li min nifir dikirin û digot “ kuro xwedê mejiyê te biteqîne” wê niha nifira dayîka min pêk were.
Bêyî ku ew hêvî bike di demeke kurt de li ser piþta xwe ket, lê ew tev ne li benda wê encamê bû. Cîhan çû, her tiþt radiweste dema ku mejiyê me pê hîs nake. Her tiþt çû. Bêveger çû, li ser rêka reþ, þil û sar hêvî bi ava baranê re belavbû û çû. Wê sibe, rêwî û wesayît li ser wan re bi ling û tekerên xwe yên genî bimeþin... Lê hêviyên min ne wisa bûn, ne wisa bûn... Pir-pir cuda bûn. Xeyalên bi rengê pembe û xewnên þîrîn bûn, lê di þeveke bêheyv de, her tiþt çû.
Lê ez bawerim ku tiþtekî dîtir çêbû, tiþtekî ku min hêvî nedikir, ew heyama ketina min gelekî kurt bû....ew hîn li wê derê bi hezaran hevalên xwe re li çiyayên bilind digere, ne ew bû jina malê, ne jî ez...
* * *
Sibeh bû, zarok , direviyan dibistana xwe, ji paþ wan ve roj hêdî- hêdî tirêjên xwe dirêjî cîhana qerisî dikirin, her kes li ser rê re dimeþiya. Zarokekî xwe xwar kir û mendîleke bixwîn ji erdê rakir, li jor mêze kir û berve dibistana xwe ve reviya...çû
|
|