|
Li çiyayên Kurdistanê şer berdewam e. Gerîlayên qehreman helîkopterek kobra xistin xwarê. Di şer de serbazên artêşa Tirkiyeyê nikarin li hemberî gerîlayên kurd li ber xwe bidin. Rayedarên komara Tirkiyeyê bi hevkariya hemû zilhêzên cîhanê li dijî hebûna kurdan rabûne ser xwe, hemû teknolojiya xwe xistine xizmeta wan, lê bi ser nakevin. Çimkî ew ji hêza veşartiya volkanên Kurdistanê bê xeber in.
Nizanin ku Îskenderê Makedonî û Gezenfon Yewnanî jî bi rûreşî ew deşt û çiya terikandibûn û bi reva xwe re negihîştibûn!
Di sir û seqema çilê zivistanê de evîna kurdan li her derê germ e: Li deşt û çiyan gerîla û şoreşger, li bajar û gundan dayik û siyasetmedar û li her dera Ewropayê mitîng û meşên biçûk û mezinan bêrawestan berdewam in. Di peyvekê de: Êdî Kurd nizanin rawestan çi ye. Neyar mîna bav û kalên xwe wisa dizanin ku kurd heman kurdên berê ne û di zivistanê de riha wan jî mîna riha erdê dicemide! Dibêjin: “Heta ku zivistan e, gerek em ava jiyana wan biçikînin…” Gelo ma rast texmîn dikin? Ne… ne, ew razayî ne. Ji ber ku yên bi xewn û xeyalan bijîn, serê wan zû li keviran dikeve. Zû ji xewa xefletê şiyar nabin. 30 sal in hê jî mêtîngerên tirk ji xewa giran şiyar nebûne, çimkî çavên xwe ji ronahiya rojê re girtin e. Kurdan nabînin. Ji qeder û dîroka gel û dewletên din jî îbretê nastînin. Hê jî li ser dirûşmên xwe yên kemalîstî bi israr in. Ma çi bi serê Hîtler hat? Ka kî behsa bîr û ramanên faşîstan dike? Înkargerî kengî û li ku dera cîhanê xwedî rûmeteke xweş û domdirêj bûye? Elbet rojek jî yê were ku Kemalîst ê şermê ji xwe û kiryarên xwe yên li dijî gelê kurd bikin. Yê neviyên wan bi çavê şermê li axa Kurdistanê temaşe bikin û yê ji xwe bipirsin: “Gelo çima kalikên me yên Kemalîst wiha bi serê kurdan anîn, lê dawiyê jî ew bûn xwediyê Kurdistaneke serbixwe!?...”
Di rewşekê de ku tirk û dagirkerên Kurdistanê yên din bi hemû şêweyan mafên kurdan binpê dikin û ew bi cudaxwaziyê tawanbar dikin, du milyon Kosovayiyan serxwebûna xwe ragihandin. Êdî Kosova ku tenê eyaleteke Sirbistanê bû, welatekî serbixwe ye. Croatia, Bosna û Herzegovina, Montenegro û Albania berî çend salan tenê bi navê “Komara Yugoslavya” dihatin naskirin, lê ji salên 1990’î û pêde wan bi daxwaza xwe serxwebûna xwe jî îlan kirin. Di serî de Amerîka, gelek dewletên Ewropa û heta Afganistanê jî serxwebûna Kosova bi awayekî fêrmî nas kirin û Rusya û Sirbistan jî çi dikin, bila hema xwe bihelavêjin. Îcar ne durûtî belkî dixwazim bêjim hezar durûtiya Amerîka û Ewropa (ku demokrasî kirine benîştê devê xwe yê rojane), vê carê baştir aşkera bû.
Di van çend rojên derbasbûyî da TV’yên Ewropa û Amerîka bi berdewamî behsa Kosova û dîroka wan dikin, li ser tevkujiyên ku bi serê gelên Balkan hatine, fîlmên sînemayî belav dikin, lê kes behsa bombarana gund û çiyayên Kurdistanê nake! Kes li ser dagirkeriya tirkên dagirker tiştekî nabêje. Ker û lal in, mit û bêdeng in!
Ji kevin de gotine: “Ji xeynî neynûka min, kes naxwirîne pişta min.” Gerîlayên me, taca serê me û parêzvanên şerefa kurdîniyê di mercên herî dijwar de bersiveke baş dan artêşa Tirkiyeyê. Bila ew bi tenê nemînin. Ji ber vê jî bi dengekî bilind ji we dawa dikim: Kurdino, Kurdên xwedî dîrokek dêrîn û tijî serbilindî, hemû çînên civaka Kurdistanê: Werin em tev hêza xwe bikin yek da ku: Zilhêzên cîhanê me baştir bibînin, qîmeta me di nava me de zêdetir bibe, neyar hesabeke mezintir ji me re bikin û di encamê de em jî weke hemû neteweyên cîhanê bibin xwedî al û welatê xwe yê serbixwe. Werin em bibin yek da ku vê rûreşiya dîrokî ji nava çavên xwe paqij bikin. Ji bîr neke ku: Mezintirîn neteweya bêdewlet li rûyê erdê kurd in. |