|
Berê dema di cihekî de navê kurdan dihat nivîsîn, bav û kalên me digotin: “Navê kurdan jî ket defteran…” 22’yê nîsana 1898’an bû, Bedirxaniyên niştimanperwer dest bi weşandina yekemîn rojnama kurdî “Kurdistan”ê kirin. Jiyana kurdan derbasî qonaxeke din bû. Rûpeleke nû di jiyana kurdan de vebû. Beriya wê dengê kurdan nîvco bû, lê bi wê pêngava Mîqdad Berdirxan re dengê kurdan jî bilindtir bû. Êdî ji wê salê û pêde kovar û rojnameyên din jî di nava kurdan de hatin dinê.
Sal 1991 bû. Li Urmiyeyê heval di nava gel de digeriyan û behsa kanaleke asîmanî an jî TV’iyeke satalît dikirin. Ji bo îdeayeke wiha hinek kesan digotin: “Law vana çi dibêjin, qey dîn bûne an jî bi xewn û xeyala dijîn, kurd û TV’iyên satalîtî, hirç û gêre, rovî û xutbe, çawa li hev tên?...”
Hingî mizgîniyeke wiha ji aliyê kadroyên PKK’ê ve di nava gel da belav dibû û hezar hêvî di nava dilan de diafirandin. Heta hingî em bi hesret bûn ku kaseteke bêkuvalîte ya dawet û stranên kurdî bidest bixin û temaşe bikin. Lê birastî temaşekirina TV’iyeke kurdî û ew jî satalît, me di xewna xwe de jî nedidît.
Sala 1995’an hat. Tevî siruşta rengîn a bihara Kurdistanê, di 31’ê adara 1995’n da Med TV jî dest bi weşana xwe ya testê kir. Îranê het hingî TV’iyek satalîtî nebû, li Iraq û Sûriyeyê jî hê şoreşeke wiha nehatibû kirin, lê PKK’ê di nava şoreşa xwe ya zanistî de dest bi şoreşeke mezintir jî kiribû. Belê yên ku digotin kurd nezan û gundî ne, di şoreşa teknolojiyê de li pey kurdên nezan mabûn! Med TV bi serê xwe ronesanseke dîrokî bû ji kurdan re ku zêdetir ji 200 salan bû şerê azadiya kurd û Kurdistanê dikirin. Ji roja yekê û pêde hewldanên Tirkiyeyê ji bo daxistina Med TV dest pê kirin, lê êdî bi milyonan kurdan ew kiribûn pareke jiyana xwe ya rojane. Bê wê nedikarîn bijîn. Li pey komploya sala 1999’an Med TV jî hat girtin. CTV riya wê girt û di 31’ê hezîran 1999’an de Medya TV jî dest pê kir. Ji berê bêtir da ser şopa Med TV û dengê kurdan ê li dijî zordariyê bilindtir kir. Med TV hawara kurdan bû û di wê dema kurt a ku Med TV tunebû, kurda baştir bi qedr û qîmeta kanaleke wiha zanî. Ji ber wê jî hema li pey Medya TV di 18’ê gulana 2000’an de Mezopotamya jî ji dê welidî. Plan û komployên berê bi awayekî mezintir dîsa dest pê kirin û Medya TV jî hat girtin. Lê Mezopotamya hebû û kaniya zanyarî û nûçeyên li cihan û Kurdistanê nehatin çikandin. Êdî têhnatiya kurdan şikestibû û li pey cih bi cihkirina xweziyên xwe yên mezintir bûn.
Êvara roja duşemê 1’ê adara 2004’an de ew roj bû ya ku rojeke nûtir û geştir ji rojên berê di dîroka ragihandina kurdan de dest pê kiribû. Vê carê ROJ TV tîrêjên xwe berdan hemû herêmên Kurdistana mezin. Xebatkarên wê bi îradeyeke mezintir şev û rojan kar û xebata xwe ya di Roj TV de dan destpêkirin. Êdî dijmin û berjewendîparêzan jî zanîbû ku kurd nikarin bê TV’iyeke xwe ya neteweyî bijîn. Ez gelek caran ji xwe re dibêjim: “Gelo ger Roj TV nebûya me yê li hemberî ev qas antîpropagandeyên dagirkerên Kurdistanê çi xwelî bi serê xwe ve bikira?”
Ji bîr nekin ku Roj TV bêreklam û piştgiriya kampanyayên dewlemend weşanê dike û tenê piştgiriya gel û fedakariya hevalan e ku ew li ser piya hiştine. Di van rojan de ku gerîlayên qehreman li başûr û bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên tirkan ên hovane şerê man û nemanê dikin, mirov baştir bi buhayê Roj TV dizane.
Em deyndarên ROJ TV û xwîna wan şehîdan in yên ku ji bo qedera me û bexteweriya me canê xwe feda kirin. Roj TV roniya çavên kurdan e, bêbextî û derewên dagirkeran kifş dike, hunera me ya neteweyî dewlemendtir û zimanê me yê dewlemend şirîntir dike. Bila ROJ TV ne pênc salan hezar salan weşana xwe berdewam bike. |