Cemil Bayýk
Cemil BayýkÊrîþên dewletê nîþaneya têkçûna wê ne
Kakþar Oremar
Kakþar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Erkan Kobanlý
Erkan KobanlýKürdistan'da ki AKP'li belediyeler piyondur!
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemYerel seçim
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiði mi?
Ahmet Dere
Ahmet DereErdogan har bûye
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevþirmeler Insanlýðýn baþýna beladýr
Mahmut Aslan
Mahmut AslanUslu çocuk olmak
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Baþûr bê Deng e?
Günay Aslan
Günay AslanDiyarbakýr savaþlarý
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliði
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolCîhan, Obama û tirk
Cemo Devrim
Cemo DevrimSAVASMALISIN !!!
Kasým ENGÝN
Kasým ENGÝNOmurgasýz Bir Kiþilik, Mukallit Erdoðan
Ahmed Aktaþ
Ahmed Aktaþ‘...(Kurd) derkevin biçin...’
Özgür BÝLGE
Özgür BÝLGEHa Beyrut kasabi Þaron,ha Kürdistan kasabi Qerdoðan
Fýrat Penaber
Fýrat PenaberÞiirlerim kadar eski/ kalbim kadar yenisin
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloAlastina rastiyên veṣartî (1)
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalÝKÝNCÝ 5 KASIM DÖNEMÝ
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarDawî nêz dibe, dijmin hartir dibe
Hozan Dîno
Hozan DînoKÜRT MÜZÝÐÝNÝN TARÝHSEL DÝRENÝÞÝ
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanEn Etkili Birey Herkese Bir Þeyler Verendir
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANDewleta Tirk Hertim Dixwaze Raya Giþtî Bi Xapêne
SONGÜL BEYAZGÜL
 SONGÜL BEYAZGÜL ‘Her þehit için bir DTP’li öldürülmeli’
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GÝRÝÞ -17-
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARÞEVA ÇÛYÎ
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozHer însan siwarê hêviyên xwe ye
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDÝ KOMUTAN’A
Teman Dep
Teman Dep1 HAZÝRAN KADIKÖY MÝTÝNGÝ, ÖLÜM DEÐÝL ÇÖZÜM VE MEDYA
Siyamed Sipan Uðurlu
Siyamed Sipan UðurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nýn Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecaný baþladý.
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattýklarý
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreðin Aydýn yaþamýn Yýlmaz dý senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEÞÝN GERÇEK SAHÝPLERÝ
Sedat Ýnci
Sedat ÝnciDaðlara nakýþ ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yýkýn
Mehmet Mekin YýkýnKürt basýný üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELÝÞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatýlmasý zor anlar
Rýzgar Azad
Rýzgar AzadÞaþýrmayýn; yanlýþ yapmayýn!
Ýbrahim Güney
Ýbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaþma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanýt'ýn yaptýklarý
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geþtirin
Argeþ Arjin
Argeþ ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüðün Dili: ÇIÐLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarýnda

 
Îcar dora rewþenbîr, çepgir û demokratan e



Yazar Adý: Cemil Bayýk


Yazarýn Tüm Yazýlarý

Eklenme Tarihi: 3.03.2008 Saat: 16:40

Di encama êrîþên Komara Tirkiyeyê yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û baþûrê Kudistanê de pevçûnên dijwar pêk hatin. Di pevçûnan de Komara Tirkiyeyê wendayiyên mezin dan. Heger israra xwe ya di þer de bidomînin wê wendahiyên wan zêdetir bibin. Ji mirina leþkeran û wendahiyan Komara Tirkiyeyê bixwe berpirs e. Hêzên azadiya kurd, di parastina rewa de ne. Ev jî mafê wan ê xwezayî ye. Heta êrîþên Komara Tirkiyeyê bidomin û pirsgirêka kurd çareser nebe ev mafê herî xwezayî wê were bikaranîn. Li hemberî êrîþên dijwar yên Komara Tirkiyeyê hêzên azadiya Kurdistanê wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Di encama bikaranîna vî mafê pîroz de, wê dawî li þerê taybet-qirêj yê tê berÞrehkirin bînin.

Þerê taybet-qirêj ne tenê li hemberî gelê kurd tê bikaranîn. Di hedefa wan de tevahiya gelê Tirkiyeyê heye. Avêtina ser gelê Tirkiyeyê bi fatoreya vî þerê taybet-qirêj yê li welatê me tê meþandin jî xuya dibe.

Gelê kurd li hemberî þerê taybet-qirêj berpirsiyariya xwe bi cih tîne û dê vê yekê bidomîne. Berxwedana qehremanî ya gerîla û serhildanên gelê me yê welatparêz ku qadên çalakiyê dagirtin vê yekê piþtrast dikin. Li hemberî þerê taybet-qirêj gelê me bi giþtî tevî gerîlayên xwe bersiva herî watedar da. Lê pêwist e ev bersiva gelê me li Tirkiyeyê jî were nîþandan. Ciwanên kurd yên li metropolan di vê wateyê de hewl didin berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Pêwistiya vê yekê li ber çavan e.

Pêwist e helwesta li dijî þerê taybet-qirêj a tê nîþandan bi gelê me bisînor nemîne. Ji ber ku tevî gelê me gelê Tirkiyeyê jî ji vî þerê taybet-qirêj zirarê dibîne. Ji ber hindê jî pêwist e mîna gelê kurd, gelê Tirkiyeyê jî li hemberî vî þerê taybet-qirêj nerazîbûna xwe nîþan bide.

Li Tirkiyeyê helwesta hin rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir a li hemberî þerê taybet-qirêj tê zanin. Ev helwesta ku pêwist e erênî bê dîtin û destekirin têrê nake. Dijberiya þerê taybet-qirêj gerek bi vê çerçoveyê bisînor nemîne û gelê Tirkiyeyê jî hembêz bike.

Helwesta rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir watedar û girîng e. Sedema watedarî û girîngiya wê jî ew e ku ji gotinên tên bikaranîn bêhtir hewesta wan mîna hebûneke pratïkî xwe nîþan dide.

Dibe ku di destpêkê de helwesta rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir çerçoveyeke bisînor be. Ev girîng e. Ji ber ku ev yek di nava xwe de girseyîbûnê jî diparêze. Gavên tên avêtin her diçe mezintir dibin û nêzî tevahiya gelê Tirkiyeyê wê were hembêzkirin.

Gelê me û gerîla þerê psîkolojîk yê Komara Tirkiyeyê tarûmar kiriye. Mija ku þerê psîkolojîk reþandibû jî belav dibe. Perdeya mija ku asteng dike ku gelê Tirkiyeyê rastiyan bibîne ji holê rabûye. Divê rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir ên Tirkiyeyê vê rastiyê bibînin û li hemberî þerê taybet-qirêj bikevin nava tevgerê.

Derfetên madî û siyasî yên hêzên ku þerê taybet-qirêj dimeþînin pir in. Dixwazin van derfetan wergerînin hêzê û bi kar bînin. Ne mumkin e ku di vê yekê de serkeftî bin. Bi hestên neteweperestî girseyan bêþiûr dihêlin û dixin tevgerê lê ev jî rêveberên þerê taybet-qirêj bi ser naxe. Divê neyê jibîrkirin ku DYA ku li cîhanê þerê taybet-qirêj hêrî bi bandor û pêþketî bi kar dianî jî di vê yekê de bi ser neket.

Li hemberî þerê taybet ku DYA’yê li Vîetnamê dimeþand, bersiva herî watedar û bihêz dîsa ji aliyê rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir yên DYA’yî ve hat pêþxistin. Ev helwesta ku hate nîþandan, DYA bêzar kir. Dîsa Fransaya ku li Cezayîrê þerê taybet-qirêj dimeþand ji ber helwesta rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir kete nava zehmetiyan. Têkoþîna li Cezayirê bu sedem ku li Fransayê di rêveberiyê de guhertin pêk werin. Bi vê yekê jî bisînor nema, hêz da tevgera ciwanan û wê mora xwe li dîroka Fransayê xist.

Rastiyên ku li cîhanê hatin jiyîn ev in. Pêwist e rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir yên li Tirkiyeyê jî hêza xwe bibînin. Xwedî potansiyel in û ew hêza vê yekê ne. Li Tirkiyeyê kevneþopiya rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir bihêz e. Ji ber vê kevneþopiyê tim hatiye xwestin ku di bin zextê de bê hiþtin. Li hemberî vê yekê jî di demên cuda de mora xwe li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê xistine. Pêla çep û bilindbûna pêla civakî ya di navbera salên 1970-1980’yî de îspata vê yekê ye. Divê rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir yên Tirkeyeyê li gorî vê rastiya xwe karibin tevbigerin. Rewþenbîrî, demortakbûn û çepgirî tê wateya alîgirtinê. Þopandina pêþveçûnan û di navberê de veqetandina cihekî ji bo xwe nabe helwesta rewþenbîr, demokrat û çepgiran. Yên xwe di navberê de dibînin di rastiyê de dibin hevkar û piþtevanên þerê taybet-qirêj û rêveberên wî þerî. Rewþenbîrê franseyî J. Paul Sartre ji ber vê yekê sekna rewþenbîrên Franseyî a li hemberî þerê Fransa ku li Cezayîrê dimeþîne bi tundî rexne dike.

Divê ev rastî ji aliyê rewþenbîr, demokrat û derdorên çep yên Tirkiyeyê ve bê dîtin. Çawa ku rêveberên þerê taybet-qirêj êrîþên xwe yên berfireh kirine mîna rêbaza dawî dibînin, divê rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir vê pêvajoyê mîna derfeteke ku ji bo demokratîzekirina Tirkiyeyê hatiye afirandin bibînin û bikevin nava tevgerê. Ev derdor çi dikin divê îro bikin. Heger îro ev pêvajo baþ neyê nirxandin sibê pir dereng e. Rêveberên þerê taybet-qirêj vê rewþê ji bo xwe bi kar tînin. Dixwazin valahiya heyî bi rewþenbîrên sexte û demokratên li gotinê ku gotinên çepgir bi kar tînin tije bikin. Divê derfet neyê dayin. Bêyî dereng bimînin divê bikevin tevgerê. Di vê çerçoveyê de divê xwepêþandanên protestokirina þerê taybet bên lidarxistin, daxuyanî bên dayîn. Komên ku mîna mertalên zindî tevger dikin divê bên avakirin. Dikarin tevgera reda wijdanî bi pêþ bixin. Bicihanîna van tevan, dikare pêþiya rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir veke ku li Tirkiyeyê rola xwe bilîzin.

Rewþenbîr, demokrat û derdorên çep yên rast, di pêvajoyeke wisa de wê rola xwe ya esasî bilîzin. Heger ev rol bi cih were, wê demê jiyana demokratîk a hevbeþ a kurd û tirkan wê saz bibe. Êrîþa dawî ya rêveberên þerê taybet-qirêj ku li hemberî Qadên Parastinê yên Medyayê û baþûrê Kurdistanê pêk anîn, ji bo lîstina vê rolê derfet û zemîn amade kir. Gelê kurd nîþan da ku ev rol bi cih aniye û di demên pêþ de jî dê bi cih bîne. Niha dor dora rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir û gelê tirk e ku li hemberî þerê taybet-qirêj helwesta xwe nîþan bidin û bikevin tevgerê.

Berxwedana kurdan dînamîka demokratîkbûna Tirkiyeyê ye

Þerê taybet-qirêj yê li welatê me tê meþandin, Tirkiyeyê gihandiye ber merheleyeke gelekî nazik. Dikarê bê gotin ku paþeroja Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de wê were diyarkirin. Rêveberên þerê taybet-qirêj dixwazin li gorî xwe þêweyê bidin vê pêvajoyê û êrîþên xwe zêde dikin. Dixwazin li gorî vê yekê jî encamê bi dest bixin. Hemû hêz û çavkaniyên xwe ji bo vê yekê seferber dikin. Lê belê li hemberî vê yekê gelê kurd bi giþtî berxwedaneke mezin nîþan da û ji ber berxwedana gelê kurd þkestin. Di vê wateyê de gelê kurd berpirsiyariyên xwe bi cih anîne û nîþan dide ku dê berpirsiyariyên xwe her bi cîh bîne.

Berxwedana gelê kurd, mîna dînamîkeke bingehîn a demokratîzebûna Tirkiyeyê rola xwe dilîze. Bi lîstina rola demokratîk, li pêþiya demokratîkbûnê tu astengî namînin. Divê ev kêmasiya li pêþiya demokratîkbûna Tirkiyeyê bê derbaskirin. Yên ku vê kêmasiyê derbas bikin jî ji rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir yên Tirkiyeyê pê ve ne tu kes in.



YAZDIR Yazdýr     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çýktýsýný Al
   Arkadaþýna Yolla
   Köþe Yazýlarýna Dön

Arþiv
·Êrîþên dewletê nîþaneya têkçûna wê ne
·Gelê me wê bersiva wî bidê
·Dilsoziya kurdan a ji bo Rêber Apo nepîvin
·‘Zîrveya Terorê’
·Li dengê xwe xwedî derkevin
·Komploya Navneteweyî didome
·Çare: Bêtir pêþxistina hêza gel a siyasî ye
·Îlana þerê giþtî
·FINDA DEREWÎNAN
·Ji bo aþtî û pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.116 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.