|
Kurd êdî stûyê xwe dirêjî ber kêra dagirkeran nakin
Komara Tirk (TC) bi êrîşa ji bo dagirkerinê ya ku bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de bir de bi ser neketiye. Her kes vê biserneketina Tirkiyeyê dibîne. Bi vê re pêşî li hinek nîqaşên nû vebûn. Şerê Taybet yê qirêj li hemberî Hêzên Azadiyê û gelê me li ber xwe neda; mutabaqata wan a neteweyî ji hev ket û cudahiyên cidî di nava wan de derketin.
Li hemberî yekgirtina AKP’ê û Fermandariyê CHP û MHP’ê dengên cuda cuda derxistine. Ji ber vê gengeşiyê Serfemandariya Tirk gelek aciz bûye û zor gihiştiyê, neçar maye ku bêje ‘ez ê cil û bergên xwe yê leşkerî ji xwe bikim’.
Şerê Taybet û Qirêj yê Tirk ji ber ku li hemberî Hêzên Azadîxwaz xwe negirtiye û têk çûye û bûye sedemê nîqaşên nû tiştekê girîng e. Divê mirov bala xwe bide ser vê yekê. Ev balkişandin divê ku nêzikahiyên çewt bi xwe re neyîne. Li hemberî yekgirtina AKP û Fermandariyê, CHP û MHP’ê dengên cuda cuda derxistine û ev cudahiya wana divê ku rast bê xwendin û fêmkirin. CHP û MHP li hemberî şerê taybet yê qirêj û gemar nîn in. Ew dixwazin ku ev şer bêtir geş bibe û qira kurdan bê. Sedema ku li hemberî AKP û Fermandariyê disekinin ev e. Dibêjin ku ‘çima operasyona dagirkeriyê ew qas kin domiya, diviya ku bi tevahî başûrê Kurdistanê bihata dagirkirin, diviya ku qira kurdan hatiba rakirin…’ van daxwazan ji AKP û Artêşê dikin. Dibêjin ku ew ê çêtir karibin vê sosretê bînin serê kurdan. Nîqaşa navbera her du aliyan ew ê ji niha û şûn de jî dê bidome.
Her çi qas divê ku bal li ser van nîqaşan be jî ji aliyê din ve divê tiştekê din neyê jibîrikirin. Hêzên me yê azadîxwaz û gelê me divê ku berxwedan û meşa xwe ya bi biryar ya têkoşeriyê her bidomîne. Divê ku di vê mijarê de gav paş de neyên avêtin û sistî çênebe.
Ji serkeftiniyê kêf û şadî tê wergirtin. Serkeftin her bi xwe re dilxweşiyê û kêfê tîne. Kesên ku li hemberî serkeftina Hêzên Azadîxwaz dilxweş û hestiyar nebin ew bêruh in û wekî miriyan in. Helbet em ê li hemberî serkeftina hêzên azadiyê kêfxweş û hestiyar bibin. Lê tu caran em ê vê ji xwe re bes nebînin. Heta em ê li hemberî yên ku viya têr bibînin bisekinin. Di vir de divê ku dema serxweşiya serkeftinê yên ku bi me daye windakirin ji bîr nekin. Divê nirxandinên Serok Apo yên ku ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê kirine esas bêne girtin.
Tevgera me ya Azadiyê dest bi pêvajoya ‘Êdî Bes e!’ kiriye. Ev pêvajo tê wateya ku êdî cih ji gotinê re nemaye. Li hemberî pengava ‘Êdî Bes e!’ Şerê Taybet yê Tirk jî şerê xwe yê qirêj û gemar zêde kiriye û wekî konsepta qirkirinê li her alî dixwazin pêk bînin. Di merhaleya îroyîn de her du hêz bi dijwarî di ber hev didin.
ŞerêTaybet û Qirêj yê Tirk dixwaze di pêvajoyekê wisa de encam bigire. Lewre li hemberî Têkoşîna Azadiyê her diçe têk diçe û ber bi çareseriyê ve tê. Heta jê tê naxwaze ber bi aliyê çereseriyê ve bê. Lê ew ê bi ser nekeve. Tevgera Azadiyê diyar kiriye ku ew amade ye ji bo ku gelê xwe biparêze û ev yek jî nîşan daye.
Pêvajoya şerê di navbera Şerê Taybet ê Tirk û Tevgera Azadiyê de didome. Her diçe ev dijwartir dibe. Ji ber vê jî divê ku hemû hêzên azadiyê û gelê me ji vê re amade be.
Hêzên Azadîxwaz ew ê parastina xwe ya meşrû her bidomînin. Ew ê sûdê ji têkçûna şerê taybet bigire û li ser encamên darbeyên ku şerê taybet xwariye bifikire û jê fayde bigire. Gelê me ew ê li ser şopa meşa ku di 15’ê Sibatê de dest pê kiriye bimeşe. Gelê me li ser vê riyê ew ê parastina xwe ya esasî xurt bike û bimeşîne. Li hemberî gefên ku Recep Tayip Erdogan dixwe divê ev parastina hêmînî xurtir bibe. Recep Tayyip Erdogan ji bo gelê me gotiye ku ‘Ew ê bêne tasfiyekirin’. Beriya wî Tansu Çîller jî di dema serokwezîriya xwe de gotibû. Wê çaxê li Cizîrê, Şirnexê û Nisêbînê li hemberî gelê me qetlîam hatibûn kirin. Gelek kesên rûmetdar wê demê li du hev hatibûn kuştin. Partî û komele hatibûn girtin, rojname hatibûn bombekirin. Gelek kes hatibûn girtin, gund hatibûn valakirin. Wê demê Serfermandar Dogan Gureş û Tansu Çîller hev girtibûn û van kirinan kiribûn. Niha jî Serfermandar Yaşar Buyukanit û Erdogan hev girtine, Erdogan ketiye binê fermana wî û wekî Çiller gefan li vî gelî dixwe. Ji ber vê jî divê van gefên ku Tayyîp Erdogan dixwe cidî bêne dîtin û li gorî wê amadekarî hebin.
Gelê me ew ê parastina xwe ya bingehîn pêş ve bibe û ew ê karibe xwe biparêze. Divê ku bi bi asta heyî qîma xwe neyîne. Divê parastina bingehîn bi avakirina komûnan û meclîsan pêşdetir bibe. Şerê Taybet ji gelê me re dibêje ‘tu dê wekî berxê ber kêrê serê xwe dirêjî ber kêrê bikî’. Gelê me bi hemû dinyayê daye qebûlkirin ku ew berxê ber kêrê nîn e. Ji ber vê jî bi tenê tiştek di destê gelê me de maye ku ew jî avakirina demokrasiyê ya xwe bi xwe ye. Ev jî bi komûn û meclîsan dibe.
Têkçûna operasyona dagirker a li hemberî Qadên Parastina Medya û başûrê Kurdistanê bi lehengiyeke mezin têkçûneke nedîtî xwar. Bêguman para hemleyê serhildana ku gelê kurd di 15’ê Sibatê de dayî destpêkirin jî heye. |