Zekiye Alkan (1968 -1990)
Mirov gava ku li dîroka Kurdistanê dinêre, jinên kurd kêm zêde di nava berxwedanê de dibîne. Wan di hemû serhildanên kurdan de û di şerê eşirîtiyê de her tim wekî hêzeke duyem li kêlaka zilam cih girtiye. Carinan jî, ji wan însiyatîf girtiye dest bi xwe bûye calakî û topek ji agir. Belkî mirov ji ber wê şaş nedima dema ku Zekiye Alkanê li ser bircên Amedê agir berdida bedena xwe û dibû bersiva Mazlûm Dogan.
Agir û kurd gelek caran bi hev re dibin yek. Zerdeştê kal, agir wekî ronahî qebûl kiribû. Kawayê Hesenkar bi agir rediqisî û bi serdiket, Kawayê hemdem Mazlûm Dogan bi agir deng veda û bû dengê berxwedana li hemberî hovîtiyê. Ferhat Kutay, Necmî Oner, Mehmûd Zengîn, Eşref Anyik bi destê hevgirtin û di nava agir de strana azadiyê gotin.
Di dîroka kurdan de jî, em vê çalakiyê dibînin. Keça kurd Xatûna Izêr bi salan berê di dema Yavuz Sultan Selîm de bi agirê bedena xwe hêza jina kurd nîşanî dewleta Osmaniyan dabû û wekî topek ji agir li ber birca ”Yildiz Sarayê” Stenbolê ber ezmanên bêsînor bilind bûbû.
Piştî cuntaya 12’ê rezberê di girtîhegan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dida. Bêdengî wekî cendekekê dirijiya ser welatê rojê. Mazlûm Dogan di zindana Amedê de bêdengî çirandibû û dem dema hatibû gel. Bi awayekî gotin xilas bûbû, dema çalakiyê bû û navê çalakiyê jî bû kevoka azadiyê Zekiye Alkan. Zekiye Alkan jî wekî damirên xwe nikaribû bêdeng bimaya. Diviya ew jî wekî, Besê, Zarife Xanim, Telî Xanimê bûbûya bersiva berxwedanê û serhildanê.
Ew bû kirasê berxwedanê û topek ji agir ji bircên Amedê berz dikir û xwe berdida nava cavên kor, dilên binasir.
Ew keçeke kurd û ciwan bû. Di zanîngeha Dîcleyê di beşa Tibê de dixwend û belkî ne tesadûf bû ku wê ew beş hilbijartibû. Belkî wê dixwest bibe bijîşk û birînên birîndaran derman bike. Belkî ew hestyarbûna wê û dilsoziya wê, nedihişt ku ew bêçalakî bisekine. Zekiye ber bi çalakiyan ve dikişand.
Bêdengiya civakê û hovîtiya dijmin ew dikir nava tevgeran. Ew li çalakiyek wisa difikirî da ku çavên kor vekin, guhên ker bibihîzin û zimanên lal vebin.
Roja 21’ê adara 1990’an topek ji agir wekî Kawayê hemdem Mazlûm Dogan, Zerdeştê kal û Kawêyê Hesenkar û ber bi azadiyê meşiya li ser bircên Amedê.
Ew çalakiya Zekiye Alkanê bû qîrîna keçên kurd û nîşana hêza berxwedanê. Çalakiya wê sînor derbas kirin û ew di sala 1992’an de bû peykara bexwedanê li başûrê Kurdistanê li bajarê Suleymaniyê. t
Zekiye Alkan kî ye?
Zekiye Alkan li Gumuşhaneyê ji dayîk bû û li Zanîngeha Dîcleyê di Fakulteya1 Tipê de dixwend. Zekiye Alkan di demeke kin de bi refên şoreşger ên kurd re ket danûstandinê. Çiqas şoreşa kurd nas kir ew qas girêdana wê ya bi doza azadiya kurd re zêde bû. Alkan wate nedida qedexekirina Newrozê û ji ber vê yekê jî hêrseke mezin di dilê wê de çêbûbû. Di pîrozbahiya Newroza 1990'an de li ser bedena Amedê ji bo şermezarkirina qedexekirina Newrozê canê xwe da ber agir û xwe şewitand. Li bajarê Silêmaniyê peykereke wê hatiye çêkirin û navê vî peykerî jî ‘Bûka Serxwebûnê’ ye.
Peykerê wê li Hewlêrê xira dibePeykerê Zekiye Alkan ku li Hewlêr di salên 90’î de hatibû çêkirin, ji ber ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ve nehatiye restorekirin têk çûye û hilweşiya ye.
|