|
Li wan waran’
Werin, em îro bi hev re telepatiyê bikin. Hêdî hêdî qepaxên çavên xwe deynin ser hev û xwe berdin ber dengê dilê xwe. Dûr dûr herin. Li wir bisekinin, a niha hûn di nav dar û daristaneke tarî de ne. Derdora we mişt e ji darên berû, mazî, kizwan û dîdaran. Hûn dengên têvel dibihîzin; wît-wîteke kûr dikeve ser bêdengiyê. Ji dûr ve dengê nerm ê xuşîniya çemekî ber bi guhên we dikeve. Xişêna simore û waqêna rovî tevlihev dibe. Zûrîna guran di bêdengiyê de olan dide. Ev çûkên li qebqeba kewan vedigêrin jî ahengeke cudatir direşînin ser jîngehê.
Niha rawestin. Ji xwe re li pesar û berqefekê cihekî ewle peyda bikin, li wir rûnin; hûn gelek westiyane, ka vê helkehelkê ji ser xwe bavêjin, xwîdana eniya xwe bimalişin û pala xwe bidine qurmê wê darmaziyê, na na, netirsin çu tişt tê re nîn e.
Ev der baş e, de werin em bi hev re ji bo xwe kolikekê çêkin. Bila tenê du kulekên biçûk li ber sînga wê hebin. Dîwaran bi axa sor kutne bikin û baş vehûnin. Derdê mişk û kilmişkan nayê kişandin, jixwe serma vê derê jî bêeman e. Li ber derê wê jî, ji xwe re baxçeyekî biçûk çêbikin, ji bo xwe bîstanekê lêkin, bila têra salê dekak û fêkiyê me jê bê.
Hela bifikirin; bi şev em ê kolikekê xwe bi qendîl û fanûsê ronî bikin, li ber argûna wê em ê zivistana xwe biborînin; tê guhê we, dengê stranên kurdî tê guhên we jî? Be payizok û lawceyên ku bêdengiya şevê diqelêşin!? Ma hûn jî nabihîzin!? Tehsîn Taha ‘Yarî Dilo’ dibêje, û dibêje ‘werin serokaniyê ji kul û xemên min kulmekê vexwin bi kurmancî!’ Em bi hev re govendeke kurdî bigerînin li ber derê kolikê xwe agirekî qerase vêxin û bidin lotikên bextewariyê. We jî hay jê ye, bayê warê mirovî çendîn hûnik e, çendîn dilveker e, ava warê mirovî çendîn zelal e, çendî tamxweş e, we hay jê ye, mirov tî be, birçî be jî, lê ku li kolikê xwe be, ku li ser erd û warê xwe be welê ye heçko dinya hemû ya mirovî be!...
Niha jî, ji kerema xwe çavên xwe vekin, her tişt qediya. Em çûn û hatin; na na, em neçûn û nehatin, tenê tesawirek bû, xeyaleke tenik bû, çû, na na, qet nehatibû ku biçe, li wir ma, li wê dinyaya belek, li jêriyên hişê me de... Li nav wê daristana li wî kevnegundê ku em çu carê neçûnê û li wî kolikê dukulek ew ê ku me çu carê avanekirî… Li wir ma…
Di vê qonaxa ku em kurd li nav meydana cîhanê wek ‘gîskê gurî’ hatine vederhiştin, bayê dilê min rabû û berê min da welatê Kurmanciyê, li ser pcya min awaza ‘Yarî Dilo’ ji dengê zîz ê nemir Tehsîn Taha ji nişkê ve ez li ‘kaniya kul û xeman’ wer kirim. Nemir dibêje,
“Yarî dilo, dilkê mino, tu kaniya xem û kulan î dilo
Heçî tu bikey heçî tu bixwazî ez ê ji te re bêjin bila
De tu rabe here kolikekê çêbike li bin darê dilo
Şeva dûmahîkê ez ê bibim mêvanê wî dilî dilo!”
Û ez dîsa li wî kolikî vegeriyam, li nav wê dehl û daristanê, li wê derê hêj jî dengê strana Tehsîn Taha ‘Yarî Dilo’ li wan çiya û baniyan deng vedide bi kurmancî kurmancî!..
Li dûv pêjna ‘li wan waran’ diçim û diçim. Kûr diçim, dûr diçim, bi kurd û kurmancî diçim; lê li wan waran heçî berfîna serî hildayî gogeke agirî bi ser de bariye.
Li wan waran, li wî kolikî qendîl û fanûs vemiriyaye! Bêhna barûdê ew bûstanê me hingaftiye, ew kolik jî hilweşiyaye!...
Niha hûn dikarin çavên xwe vekin!... |