|
Meha adarê xwediyê wateyeke girîng e. Di nava kurdan de meha adarê pîroz tê dîtin.
Lê belê du aliyên vê mehê hene, yek; di dîroka kurdan de vê mehê ji destpêka pêvajoyên pir biwate re malxoyî kiriye. 612 sal beriya mîladê 21’ê Adarê de kurd û gelên din ên li Rojhilata Navîn xwe ji bin zext û zordariya Împaratoriya Asûriyan derxistine. Ji wê demê vir ve meha Adarê tim bûye destpêka pêvajoyên binirx û biwate. Lewre ez vê roja biwate li gelê kurd û hemû mirovahiya cîhanê pîroz dikim.
Di pêvajoya 40 salên dawî de jî ev meh bûye sedema pir bûyerên girîng. Pir destpêkên girîng, weke îlankirina Eniya Rizgariya Netewe ya Kurdistanê (ERNK) di vê mehê de pêk hatine. Her wiha bûyerên lewendiyê jî di vê meha pîroz de pêk hatine. Berxwedana Mazlûm Dogan ji bîra tu kurdî naçe. Ji sala 1982’an vir ve navê bi hezaran zarokên kurdan bûne Mazlûm.
Li gorî girîngiya sala 2008’an meha adarê a îsal jî xwediyê cudahiyekê ye. Hê ne diyar e ka wê pîrozbahiyên Newrozê çawa derbas bibin.
Lê belê tê dîtin ku wê Newroza îsal di bin zexta dewletê de derbas bibe. Ji niha ve diyar e ku wê tola şerê 9 rojan di pîrozbahiyên cejna vejîna gelê kurd de were girtin. Lewma pêwîst e gelê kurd û derdorên demokrat ên li Tirkiyeyê pir baş hişyar bin. Heke bi xemsarî nêzîk bibin, wê eniya şerê qirêj serkeve.
* * *
Di qada navneteweyî de jî atmosfera siyasî pir germ e. Hefteya borî li Brûkselê zirveya YE’yê çêbû. Xala ku zêde hate nîqaşkirin, fermîkirina (Yekitiya Behra Sipî) bû. Ev daxwaz ji aliyê Serokomarê Fransayê Nicolas Sarkozy ve hatibû pêşniyarkirin û ji aliyê Şansuliya Alman Angela Merkel ve hate pesendkirin.
Yek ji xalên armanca fermîkirina vê Yekîtiyê ew e ku piştî bidawîkirina pêvajoya guftûgoyan ku di navbera Tirkiyeyê û YE’yê de dimeşe, Tirkiye dê tenê bibe endamê vê Yekîtiyê. Derdorên ku endametiya Tirkiyeyê ji bo YE’yê naxwazin vê pêşniyara Nicolas Sarkozy destek kirin. Çendî qebûlkirina projeya YBS li gorî daxwaza Nicolas Sarkozy nehatibe biryarkirin jî, wisa diyar e ku, di demeke dirêj de wê Sarkozy û Merkel bigehêjin armanca xwe.
Li Ewropayê mijara daxwaza ji bo qedexekirina AKP’yê hê baş neketiye rojeva saziyên navneteweyî. Ez bawerim ku di vê hefteyê de wê ev mijar were nîqaşkirin. Çi dibe bila bibe saziyên navneteweyî qedexekirina partiyeke siyasî napejirînin. Çendî armanca nîqaşkirina vê mijarê çewtkirina rojevê be jî, wê ev mijar serê hin rayedarên tirk bihêşîne. Her wiha, di nava saziyên YE’yê de wê ev mijar weke amûrekê li dijî Tirkiyeyê were bikaranîn.
Ji mêj ve min gotiye ku wê sala 2008’an germ derbas bibe. Çi di qada neteweyî û herêmî de û çi jî di qada navneteweyî de wê atmosfera siyasî pirreng be. Ji bo dîtina rêbazên çareseriya pirsgirêka kurd jî wê ev sal pir cuda be. Lewre divê her kes xwe ji bo guherînên girîng amade bike. Lê belê tu garantî tune ku wê guherînên mijara gotinê erênî bin. |